Heke zarok dev ji ziman berdin, siberoja wî miletî tuneye

Zarok pêşeroja me ne. Ew nebin dê em jî nebin. Her tiştê em dikin ji bo wa ye.Mirov, sazî û dewletên pêşketî qedr û qîmeta zarokan dizanin. Lewma li ser perwerdehîyê gelek xebat kirine û hîn jî dikin. 

Mela Mihyedîn

Bi perwerdehîyek baş zarok baştir dibin. Zarok pêş dikevin. Piştre gava mezin bûn pergala me ava kirî wê bikeve destê wan. An jî doza me nivî hiştî ew ê bidomînin û bibin serî. Lewma perwerdehîya wan cihekî girîng digre. 

Di wêjeya Kurdî de wêjeya zarokan mixabin qels maye û têra xwe pêş neketîye. Gava meriv li welatên pêşketî dinêre ji bo zarokan dinyayek pirtûk nivîsandine. Ji zimanên din gelek werger kirine. Girîngî dane wêjeya zarokan. 

Divê em jî wan dewletên pêşketî ji xwe re bikin mînak. Divê em jî wekî wan qedr û qîmet bidin wêjeya zarokan. Çiqasî zarokên me kurdan pêş bikevin em ê jî bi wan re ew çend pêş bikevin.

Li gel nivîskar Berfîn Ayşe Ogut me civata wêjeya zarokan ji xwe re girê de. Pirsên di hişê xwe de me ji cenabê wê pirs kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Tu jî mere dikarî hinekî behsa jîyana xwe bikî? Berfîn Ayşe Ogut kî ye?

Ez Berfîn Ayşe Ogut. Di sala 1993an de li Qizilxaca Mûşê hatime dinyê. Min beşa Beytarîyê qedandîye. Li ser çîrokên zarokan dixebitim…

Evîna nivîsê kengî di dilê te de şax veda û ev çend salin ku tu bi nivîskarîyê re mijûl î?

Di zarokatîya min de, pîra min her tim ji min re çîrok digotin lê ji bo em bixwînin kitêbên zarokan tunebûn. Ev tişt di dilê min de bû hesret. Loma ez niha çîrokên zarokan dinivîsim ku zarokên Kurd bê kitêb nemînin û bi dilekî rehet çîrokan bixwînin.

Dema te xwest tu yê pirtûkên xwe biweşînî leqayî çi zehmetîyan hatî? Di vê rê de kî ji te re bûn alîkar?

Qada pirtûkên Kurdî gelekî zehmet e. Ji alîyekî ve xwendevan kêm in, ji ber ku xwendevan kêm in weşanxane di çapa pirtûkan de pirr bi baldarî tevdigerin. Ev heta demekê ye. Piştî ku pirtûk tên êcibandin û xwendin êdî weşanxane bi hêsanî pirtûkan çap dikin.

Wek nivîskara çîrokan navbera te û dengbêjan/dengbêjîyê çawa ye? Têkilîyek çawa di navbera dengbêjî û çîrokan/çîrokbêjîyê de heye?

Di warê hêsanîya ziman de çîrokên zarokan nêzî dengbêjîyê ne; lê di warê mijaran de ji hev du gelekî dûr in. Lewra kilamên dengbêjîyê ji bo mezina ne, di wan de şer, kuştin heye, evîna mezinan heye. Ji ber wê çîrokên zarokan ji mijarên dengbêjîyê dûr in. Divê mijar li gorî emrê zarokan be û şîdet di çîrokan de tunebin.

Navbera te û zarokan çawa ye? Ev hezkirina te di nivîsandinê de hêzek çawa dide te?

Ez ji zarokan hez dikim. Heke min ji zarokan hez nekira jixwe min ê nikaribûya çîrokên zarokan binivîsa. Jixwe di malê Kurdan de zarok zêde ne û em her tim di nav hev de ne. Jixwe dîya min dibêje tu mezin nebûyî, tu jî hîn zarokî, wek zarokan tevdigerî.

Heta niha çar pirtûkên (Dara Pîroz – Şînmorîka Zînê – Kewên Gozel – Xezel û Qertel) te derketine. Her çar jî ji bo zarokan hatine amadekirin. Hemû pirtûkên te serkeftî û hêja ne lê dîsa jî dixwazim pirs bikim: di nava berhemên te de kîjan berdilka dilê te ye?

Wê demê li ser kîjan çîrokê bixebitim ew berdilka min e. Ez ji hemû çîrokên xwe hez dikim; lê dîsa jî wek ku “Şînmorîka Zînê” li ber dilê min hinekî din ezîztir e.

 

Xanî girîngî daye perwerdehîya zarokan  ji bo wan Nûbihara Biçûkan nivîsandîye. Di pirtûkê de wisa gotîye: “Ne ji bo sahib rewacan / Belkî ji bo biçûkên Kurmancan”. Pêşengên me qedr û qîme dane perwerdehîya zarokan. Wekî nevîyên wan niha rewşa me çi ye?

Rast e pêşîyên me, qîmeteke mezin dane perwerdeya zarokan lê xwezî mînak zêde bûna. mixabin mînak gelekî kêm in. min ne bihîstîye ku serdestên kurdan behsa behsa perwerdeya zimanê kurdî kiribin. Di hemû mîrektîyan de, zimanê nivîsê yan Erebî yan Farisî bûye. Ji xwe qîmetek bidana ziman, wê rewşa me niha ne wisa bûya.

Ji ber wê Ehmedê Xanî ji be mînakeke gelekî bi rûmet û girîng e. Heke zarok dev ji ziman berdin, siberoja wî miletî tuneye.

Di nava cureyên wêjeyê de wêjeya zarokan pir tê îhmalkirin. Sebeba vê yekê çi ye? Çima hertişt ji bo mezina ne lê ne ji bo zarokan?

Nivîsandina çîrokên zarokan zehmet e. Divê çîrokên zarokan pedîgojîk bin, yanî ji tiştên wek şîdet û tecawuzê dûr bin. Mijar li gorî emrê wan be; lê mixabin kî ku radibe xebroşkeke mezina dinivîse û wek çîrokên mezinan çap dike.

Ev xisarê dide zarokên kurd. Sala çû çîrokeke ku eşkere tecawuz tê de hebû, wek çîrokeke zarokan hatibû çapkirin. Min ev li ser medyayê rexne kir. Paşê yekî Tirkîya wê çîrokê çap kir û ji ber wê çîrokê Mahkemeyên Tirkiyê ceza dan wî nivîskarî. Lê mixabin zarokên Kurdan bêxwedî ne. Ji bilî min kesî ew nivîskar rexne nekir.

Di firotinê de bergê pirtûkê rolek çawa dilîze?

Di hemû pirtûkan de berg gelekî girîng e. Berg divê berî her tiştî bala zarokan bikişîne. Divê berg li gorî emrê zarokan be.

Em dizanin rewşa weşanxaneyên me pir baş nîn e. Gelo rewşa weşanxaneyên pirtûkên zarokan çap dikin çawa ye? Dikarin debare xwe bikin?

Divê hûn vê pirse ji weşanxaneyên zarokan bikin. Niha du weşanxane hene ku bi tenê pirtûkên zarokan çap dikin. Bawer im ew niha di ber xwe didin. Divê bav û dê ji bo zarokên xwe çîrokan bistînin.

Di hînbûna zimanan de çîrok bandorek çawa dilîze? Bê çîrok meriv dikare fêrî zimanekî bibe?

Çîrok bi tenê nikare zimanekî hîn bike. Hînbûna ziman karekî pratik e. Çîrokên bi deng an çîrokên xêzefîlm hîn zêde bandora hînkirinê li zarokan dikin. Lê bi xwendina çîrokan ziman dikare bala zarokan bikişîne. Encax zarokên jê fam bikin dikarin ji pirtûkên çîrokan hez bikin.

Di perwerdehîya zarokan de çîrok rolek çawa dilîzin?

Bi çîrokan dikarî zarokan perwerde bikî. Hevaltî, qencî, alîkarî û gelek mijarên din di nav çîrokan de hene û zarok ji çîrokan bala xwe didin ser van mijaran.

Her mijar dikare bibe mijara wêjeya zarokan?

Her mijar, nikare bibe mijara çîrokên zarokan. Wek ku li jor jî min behs kir, divê mijar li gorî emrê zarokan be. Mijarên şîdet, xwîn û mirin tê de hebin ji zarokan dûr in. Dîsa evînên mezinan ên wek Mem û Zînê jî ne ji bo zaroka ne. Divê mijar û emr hev bigre, hev temam bikin.

Ji bo wêjeya zarokan pêş bikeve û weşanxane xebatên baş bikin çi pêwîst e?

Heta pirtûkên ji bo zarokan neyên firotin wêjeya zarokan bi pêş nakeve û weşanxane bi ser nakevin. Lewra di dewletên din de, sazî piştgirîyê didin van mijaran. Gava sazîyên te tunebin û wêje û weşanxane bêxwedî bin, kar gelekî zehmet dibe. Mala Xwedê ava ku dewlemendên me jî ji bo sponsorîyê ji van meseleyan gelekî dûr in.

Rewşa wêjeya zarokan çawa ye? Zarok dikarin li ser mijarên curbecur xwe bighînin pirtûkên Kurdî?

Ya rast xwendina zarokan a bi Kurdî gelekî qels û kêm e. Ev jî ne sûcê wan e, lewra li dibistanê bi zimanekî din perwerde dibînin û dê û bav jî wan hînî zimanê zikmakî nakin. Niha bi pirranî dê û vav ji zarokan re çîrokên Kurdî dixwînin. Helbet kêm be jî yên bi xwe jî dixwînin hene.

Ji bo başîya zarokan divê em çîrokên xwe binivîsin an divê çîrokên cîhanê wergerînin? Bêhtir divê kîjan çîrok ji alîyê zarokan ve bê xwendin? Tu çi şîretê li dê û bavan dikî?

Helbet çîrokên cîhanê girîng in, ew di azmûnekê re derbas bûne û heta niha nisilî ne û gihîştine vê demê. Divê hemû çîrokên cîhanê ji bo zarokan bên wergerandin. Lê tahma çîrokên bi Kurdî cuda ye, zarok çand û folklora xwe, erdnîgarîya xwe, kanî û kulîlkên xwe di çîrokên Kurdî de dibinin. Divê çîrokên cîhanê bandor li me bikin, Lê em rengê xwe yê folklorî wenda nekin.

Çîrokbêjên pêşî dayîkên me bûn. Çîrok pêşî jî alîyê jinan ve hatîye gotin, lê her ku diçe hejmara çîrokbêjên jin kêm dibe û serdestîya çîrokbêjîyê ketîye destê mera. Sebeba vê yekê çi ye gelo?

Helbet tu behsa dayikên emrê wan mezin dikî, dayikên emrê wan ciwan li ber telewizyonan û di dibistanên serdestan de mezin bûn. Bi temamî ketine bin bandora çandeke din. Ew bi xwe çîrokên Kurdî nizanin ku ji zarokên xwe re bibêjin. Gelekî xemgînim, lê zarokên Kurd ên niha mezin dibin êdî zimanê wan ê dayikê ne Kurdî ye.

Ji xeynî çîrokên Kurdî kêfa te ji çîrokên kîjan netewên din re tê, di nava çîrok û çîroknûsên nûjen de kî bala te dikşîne?

Çîrokên hemû neteweyan dişibin hev du. Her yek xwedî tahmek e. Lê Samed Behrengî ji bo min cuda ye. Em wek qewm em nêzî hev in, hem folklora me gelek dişibe hev. Ez ji çîrokên Samed Behrengî hez dikim.

Di rojhilatanavîn de jin çiqasî kedkar bin jî liqayî pir zehmetîyan tên. Ji bo jîyanek azad, bi heq û hiqûq çi pêwîst e?

Mixabin ronesans ji welatê me gelekî dûr e û li van deran mirov nikare behsa modernîzmê jî bike. Di civatan de dîn serdest e, ji ber wê jî jin her tim di asta duyem de ne. Fikir û raman jî cemaet kî ye. Îrade tim di destê hinekên din de ye. Gava em bi hiş û aqilê xwe bifikirin wê civat pêş bikeve. 

Kesên dixwazin berhemên zarokan binivîsin divê li gorî kîjan qaîdeyan binivîsin? Tu dikarî ji nivîskarên ciwan re behsa çend hûrgulîyan bikî?

Divê çîrok pedagojik bin yanî li gorî emrê zarok bin. Zarok bi wan çîrokan neêşin û bandoreke xerab li wan neke. Divê çîrok ji şîdet û xwînê dûr bin, ji îdeolojîyan û bawerîyên tund dûr bin. Divê nivîskar fikr û ramanên xwe li ser zarokan ferz nekî. Bi kurtahî ev in. 

Ji bo pêşêrojê xewn û xeyalên te çi ne?

Wek hûn jî dizanin, bi nivîsandina du sê kitêban, kar naqede. Di rojeva min de, wê her tim xizmeta zimanê kurdî û zarokên kurd hebin. Xwezî min bikariba xizmeta hemû zarokên cîhanê bikira, lê ez ne xwedîyê wê derfetê me. Helbet li projeyên nû difikirim lê bila ew jî surprîz bin. 

Dixwazim ji bo zarokan projeyan çêbikim û xizmeta zarokên Kurd bikim.

İlginizi çekebilir