Behice Feride Demir: Marqaya Çanda Me

Ya rastî min sala 2024’a ji xwe ra weke sala nivîsarîya Kurdî ilan kiribu. Min xwaste bi ruportajeke dest bi vê bîryara xwe bikim. Lewma jî ruportajekî li ser Antolojîya Dengbêja bi Omer Güneş û Ibrahim Şahin re jî bo min gelekî taybet bû. Ev ruportajeke taybete.

Roma ne tenê dewletek bû,  berî her tiştî Romayî bûn ew;  çandek, serfirazbûnek, anorek, statûyek bû li dijî zeman û zanista heyî. Romayê hemû jîyan û karîgerî, mentiq û mesele kiribûn dubendî. Roma hebû û jî bilî Romayê tişt û cihên ku bibin Romayî hebûn. 

Mentiqa Romayîbûnê bi sembolan dihate dîtin; ravedan, têgihiştin û jihevqetandin. Lewma di dil û destê her Romayî de, li ser her kevir û alên wan  formulek hebû. 

Senatus PopulusQue Romanus (Senatoya Romayê û Gelê wê), îro hîna gava behsa Romayê tê kirin ev danasîna ruh û rewşa Romayê derdixe  pêşiya me. Netewe berî hertiştî ji ruh, şohret, ziman, anor, bîr û çanda xwe dibin aktor an jî hêzên dîrokî. 

Her netewe xwedî ruhekî ye. Heger em ji Kurdistanîyan re li marqeyeke bigerin Dengbêjî  marqeya herî zindî û zemanî ye. Bi dehan dewlet û dezgeyên Kurdistanîyan hilweşîyan û gelek mîrat û xulqên wan helîyan. Lê Dengbêjî hê jî tamara herî ciwan e li dijî zeman û zehmetîyan ku bîra Kurdistanîyan şên û şoreşger dike. 

Di Romayê de du gladîyatorên camêr û centilmen hebûn. Priscus û Verus. Wana çar saetan şer kirîye û di dawîyê da dest ji hev ra danîne. Di Dengbêjîya Kurdan da jî du Dengbêjên centilmen hene. Şêx Silê û Evdalê Zeynikê. Wan jî sê roj û sê şevan lec kirine  û  di dawîyê da yekî dest ji yê din  ra danîye. Em îro tevahî deyndarê wê lecê  ne. 

Min serpêhatiya vê marqeya çanda Kurdistanê dîsa ji du  camêrên Kurd  pirs kir û wana jî bersiv dan.

Navê vê ruportajê bi tevahî “antolojîya marqeya çanda me” ye. 

Îbrahim Şahin û Omer Guneş;  him xwedîyên çar berhemên antolojîk in  him jî rêwîyên vê meraqa piroz in.

Belê Priscus û Verus ji Romayê ne. 

Şêx Silê û Evdal ji Kurdistanê ne. 

Weke Romayî dibêjin:

“Canimus et Canimus”

 Kerem bikin. Ruportaja me bixwînîn. 

  1. Ji min ra her tim meraq e, di dîroka dengbêjîyê da hevana Şêx Silê û Evdal weke destpêka dengbêjîya modern tê dîtin. Lê tenê Evdal tê nasîn. Çima, portreya Şêx Silê şêlî û flû ye, Şêx Silê kî ye û statuya sembola wî ya di demê da çî ye ? 

Şêx Silê li herêma Qeleniyê, Makû û Xoyê di dema xwe de dengbêjê herî navdar bûye. 

Dengbêjekî şair bûye û di heman demê de di dîwana Tarxan Begê de jî dengbêjî kiriye. Tarxan Beg yek ji serokeşîrên Heyderan e. Di dema xwe de Begekî xurt e û dem bi dem bi dewleta Eceman re şer kiriye. Di navbera Evdal û Şêx Silê de dostaniyek bêhempa hebûye. 

Lêbelê pêvajoya dengbêjiya Evdal bi xwe efsûnî bûye. Bi gorî saloxdayînan Evdalê Zeynikê 28 saliya xwe şûnda bûye dengbêj. Dengbêjî û şairtiya wî jixweber e. Ruhê wî romantîk û şiîrî ye. Dengê wî qibe û awazên wî rengîn bûne. Weke efsûniyek derketiye qada dengbêjiyê û kesek nikaribûye li pêş wî bisekine. Wê demê Gulê, Perê û Şêx Silê di Serhedê de ji dengbêjên herî navdar bûne. Her sê jî bi Evdal re ketine lecê, her sê jî têk çûne û mezintiya dengbêjiya Evdal qebûl kirine. Bi kurtî Evdal bi awaz û afîrîneriya xwe teşeyek nû daye dengbêjiya serdema xwe û li dûv xwe tradîsyoneke nû avakiriye. 

Sedema dîtir ya girîng jî ew e ku Evdal bûyer û qewamên dem û serdema xwe bi berfirehî straye. Meriv bi hêsanî di kilamên wî de rewşa kurdan ya eşîrî, îdarî û polîtîk, têkilatiya Kurdan û dewleta Osmanî, rewşa evînên derasayî, form, norm û zagonên civatî bi firehî dibîne. Dîsa Evdal bi borandina demê ve guhertina civatê, guhertina nirxên civatê jî baş nîşan dide, ango raçaviya rewşa civatê dike. Lê Evdal van hemî çavdêrî û hestên xwe di çarçoveyek unîversal de tîne ziman ku herkesê lê guhdarî kirine bandoreke mezin jê wergirtine û di van kilamên wî de neynika hest û ruhê xwe dîtine. Hestê extiyariyê û li hemberê van hestan bêfehmiya ciwanan û dîsa di navbera xwe û qulinga baskşikestî de fikra qedera  hevpar mînakên sereke ne. Honandina di çarçoveya unîversalî de bûye sedem ku dengbêjiya Evdal efsûnî bibe.   

Ji ber van sedeman ne ku Şêx Silê tenê, hemî dengbêjên wê demê di bin siya Evdal de mane. Lê ev pozîsyona Evdal pîvanekê ji dengbêjiya Şêx Silê, Gulê an Perê kêm nekiriye. Lewra mezinbûna Evdal jî bi saya wan pêk hatiye. 

  1. Hûn di pêşgotina danasîna antolojîya xwe da behsa dîroka dengbêjan dikin û balê dikişînîn dewra Medan û qala dengbêjê Medyayî, Dengbêj Angares dikin. Di navbera Evdal û Şêx Silê û Angares de genetîkeke çandî ya çawa heye ? 

Em dikarin vê qiyasê bi edebiyata Grekê re bikin. Homeros ji bo paşxaneya edebiyata Grekî çî ye, di navbera wêjeya heyama Antîk ya Grekî û ya niha de çi têkilatî heye, di navbera dengbêjiya serdemên pêşîvan û paşîvanan de heman têkilatî û mîrate hene. Ferqa girîng ew e ku di wêjeya wan de ya nivîskî pir pêş ketiye. Di ya me de zêdetir ya devkî pêş ketiye. Di metnên gelek kilaman de form û qalibên vegotinê ên serdemên gelek kevnare hene ku heta roja îro hatine. Terza honakiyê û vegotinê her çiqas biguhere jî wenda nabin, di nav metnan de weke şêweyekî xwe diparêze. Çand û edebiyata dengbêjî bi awayekî berfireh, weke şêweyeke jiyanê û bi ûsila hoste-şagirt heta roja îro domiyaye. 

3- Pir caran behsa hevana Evdal û Şêx Silê tê kirin û bi ya min weke big-bang’a çanda Kurdistanê ye. Di wan şev û rojan da çi dibû?  Piştî wê hevanê qedera zîman, çand, huner û hunermendîyê li Kurdistanê çawa hate guhertin? 

Hayjêbûna me ya li ser jiyan û kilamên Evdalê Zeynikê qadeke fireh ji bo analîz û nirxandinê derdixe pêşberê me. Weke leca di navbera Evdalê Zeynikê û Şêx Silê de bi hezaran lec di navbera dengbêjên din de çêbûne. Lê leca Evdal û Şêx Silê, Evdal û Gulê bi şêweya kilam û meqam heta roja îro saxlem mane. Dîwan bi rê û risme hatine lidarxistin.  Di malbateke dengbêjhez û xwedîçand de hemî gohdarvan kom bûne. Germ û sermaya hundirê mekan bi gorê daxwaza dengbêjan hatine eyarkirin. Dîsa vexwarin û xwarinên berdest ên weke ava şîrgerm, şerbet, çay, mewûj, tû, xurme bi gorê daxwaza dengbêjan hatine ber wan. Hemû temaşevan bê liv û bêdeng li dengbêjan guhdar bûne. 

Leca wan dengbêjan û tevê taswîra şahidên dîwanê dengbêjan ên sedsala bîstan ravê me dide ku şevbihurkên Dengbêjan qada mêrxas û jinxasan e. Dengbêj bi rê û risme, bi ûsil û rayîşa amê ketine lecê. Û encama lecê bi camêrî/canikî qebûl kirine. 

Lê Evdalê Zeynikê di dengbêjiyê de afirîneriyê esas girtiye. Bûyerên girîng ên serdema xwe bi şairtiya xwe honaye û kiriye naveroka kilamên xwe. Kilamên dengbêjên pêşîvan zêde nestraye. Şairtiya xwe heta dawiya temenê xwe di dengbêjiya xwe de bi kar anîye. Ji ber sedema navendîkirina afirîneriyê Evdal di dîroka dengbêjiyê de qonaxekê ye û bandorek bêemsal li dengbêjiya hemû herêmên Kurdistanê kiriye. Xwestiye ku her dengbêj huner biafirîne û bibe Evdalê dema xwe. 

Ev kevneşopiya qedirgiran, him di aliyê prosesa pêkanîna dengbêjiyê de û him jî di aliyê afirîneriya dengbêjiyê de heta 40-50 sal berê jî berdewam kiriye. Lê mixabin êdî proses û atmosfera ku tê de dengbêjên mezin perwerde û mezin dibin nemane.  

Anha ji bo dengbêjiyê dema modern/postmodern e lê dezge û sazûmaniyên modern/postmodern jî li holê tunene. 

4- Di dengbêjîyê da mijar piranî li ser bûyerên rasteqîn in, yanî piranî ew mijar real in.  Mijarên mîtolojîk, razber û xeyalî zêde nabine mijarên dengbêjan. Gelo ji ber çi ye ku kurdan hest û ramanên razber nekirine nava kultura dengbêjîyê? Û ew realîzma dengbêjîyê, di navbera hest û felsefeyê da, çima mêla xwe zêdetir dide hestan? 

Ji bo kilamên ku rasterat ji bûyerên rastîn hatine wergirtin mijara ‘real’ û ‘mîtos’ bi demê ve girêdayî ne. Mijarên kilamên dengbêjiyê weke we jî got, bi giranî li ser mijarên rasteqînî, jiyanî ên civakî ne. Dengbêj mijarê dibijêre û distirê. Ev merhaleya yekemîn e ji bo kilama dengbêj. Di vê merhaleyê de bûyer bi gorê rastiyê tê honandin lê hin teşbîh, karakter an qalibên mîtos jî li nav direşîne. 

Gava di ser bûyer re dem û dewran derbas dibe, ziman û qalibên mîtolojîk jî zêdetir dibin. Ev jî merheya duyemîn e. Destana Dewrêşê Evdî mînakeke baş e di vê warî de. Di hin guhertokên vê Destanê de Evdoyê bavê Dewrêş weke karakterek mîtolojîk tê ristin. Bi tena serê xwe hezar û pêncsid siwarê neyar dikuje. Helbet hemû stran bi vê awayê danaguhere lê bi hin Destan ji hêla naverokê ve ji mîtolojîkbûnê re pir guncav in. Û bi sedan sal şûnde êdî rastî û mîtolojî bi hev re naveroka kilamê dihonin. Êdî kilam nîv-rastî û nîv-mîtos in. Destana Xezal û Reşît Paşa bi vê rengî ye. Ev jî merhaleya sêyemîn e.     

5- Dewletan piranî hewl dane ku Kurdan ji koka wan qut bikin, lê belê dengbêjî çandek e ku xwestîye Kurdan li ser koka wan bihêle û ji nû ve hêşîn bike.  Di vê dijberîyê da gelo dengbêjî bi serketîye yan ew dewletên serdest ?

Em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de dengbêj teqez bi ser ketine. Hemû serhildanên Kurdan bi halan û pesindayîn di çarçoveya hest û serhildanên neteweyî de strane. Bi gorê realîteya civakê mijar hilbijartine û derxistine pêş. Meriv ji bo kilamên serhildaniyê bi hêsanî dikare bîne ziman ku dengbêjan li hemberê siyaseta dewletê ya înkarkirina Kurdan, dîrokeke alternatîf ya devkî ristane. Jixwe zêdebûna hejmara kilamên bi hişmendiyek neteweyî hatine strandin û çaxên serhildanên Kurdan hemwext û paralel in. Li ser bûyerên di heyama 1925-1938 bi sedan kilamên serhildanî hatine strandin. Ev heyam jî heyama serhildên Kurdayetiyê ye. 

Serhildan bi trajîk bi encam dibin. Dengbêjan van trajediyên ji hêla dewletan ve li ser Kurdan hatine ferzkirin ne tenê bi hestên şînî bi hestên hevpar ên neteweyekê ristine. Di van kilaman de hemû naverok, têgeh, muqayese û metafor li derdora aîdê gerdûna Kurdan dizivirin. Weke : Kurd, Kurdistan, pirsgirêkên Kurdan, leheng û xaînên Kurdan, mişextîkirina Kurdan, îdam û horgofkirina Kurdan ûhw. Ev kilamên serhildanê ruhê neteweyî, dîroka neteweyî, bûyerên netweyî gîhandina hemû deverên welat. Li hemberê berovajîkirinên dewletê bûyerên neteweyî li ser esasa rastîn ji nûve pêşkêşê gel kirine. Û bi ser ketine jî.     

6- Hûn dengbêjan bi çend cûreyan bi nav dikin. Dengbêjên şair, wekî ku çavkanîya dengbêjîyê ye nîşan didin. Mistefayê Xelê Heyran, di vir da êpêce bi bandor û berhemdar e. Xelê Heyran çi li dengbêjîye zêde dike? 

Mistefa Xelê Heyran dengbêj û şairekî mezin e. Taybetiya mezin a dengbêjiya wî ew e ku li ser serhildan û trajediyên Kurdan bi sedan kilam sêwirandiye. Ji bo dengbêjan û dengbêjiyê çem û çavkaniyeke girîng e. Ji gundê Qazîcelal a Xuristînê ye. Li Serhedê gelek navdar e. Hema bigire hemû dengbêjen mezin kilamên wî ên serhildanî-qehremanî strane. Şêx Seîd gelek caran jê kilam gohdarî kiriye. Ji ber kilamên xwe ên serhildanî-qehremanî tê binçavkirin. Strandina kilaman jê re tê qedexekirin. Qederê salekê kilam nastirê lê debar nake û dîsa distirê. Ew û Dengbêjê din ê navdar Ferzê dostên hev in. Dema jiyana xwe ji dest dide, bi sedan kilamên bi xwe sêwirandiye li pey xwe hiştiye. Kilamên wî hem di hêla naverok û hem jî di hêla edebî de gelek serkeftî ne. Mohra xwe li dengbêjiya ku di sedsala bîstan de bi hişmendiyeke neteweyî ava bûye xistiye.

7- Di berpêşîya antolojîyên we da tesbîtek heye. Hûn dengbêjîyê weke xaleke edebîyatê bi nav dikin û dibêjin “xwemalî, taybetî û xweserî” xîmê denbêjîya edebî ne. Ev bandor îro hîna derbasdar e gelo, dikare li dijî globalîzmê asteke nuh derbixe yan jî Kurdayetîyê biparêze? 

Îro dengbêjî di krîzekê de ye. Dengbêjên ciwan kilamên berê distirên, kilamên nû nasêwirînin. Em çend îstîsna bidin aliyekî heyama îroyîn ji hêla dengbêjan de nayê vegotin, nabe mijara kilaman. Derfet û dorûber jî ji vê re nehatine musaîdkirin. Dengbêjên berê ên ciwan di dîwanên dengbêjan de di bin çavdêriya dengbêjên kamil de perwerde bûne. Lê yên ku xwestine bibin dengbêjên mezin çûne ba dengbêjên navdar û demeke dirêj ji wan re şagirdî kirine, rasterast û bi rê û rism ji wan perwerde dîtine. Çend mînak : Dengbêj Keremê Kor ji Mistefa Xelê Heyran, Dengbêj Nûroyê Meter ji Evselamê Koşkê, Dengbêj Nesoyê Zado ji Feqiyê Qizqapanê bi awayê şagirdî kilaman fêr bûne. Dengbêj Şakiro li ba du dengbêjan (Bedîhê Çavşûşe, Mihemedê Xilxile) bi şêweya şagirdî perwerde bûye. Û ji Reso, Feqiyê Qizqapanê, Siloyê Gulê, Ferzê û gelek dengbêjên din jî kilaman fêr bûye. 

Lê îro civat di forma berê de nîne, guheriye. Bi gorê vê guherandin û civata îroyîn jî sazî û derfetên nû nehatine afirandin. Li hin bajaran Mala Dengbêjan hatin avakirin. Lê naverok û pêkanîna dengbêjiya Mala Dengbêjan hê ji nostaljiyê, ji dubarekirina kilamên berê û bibîranîna çanda dîrokî wêdetir rê neqedandine. 

Li ser vê mijarê divê bê rawestin. Heger li ser bingeha klasîk a dengbêjiyê bi hewcedariyên dema îroyîn dezgeh, mekan û naverokên baş bê sazkirin, dê dengbêjî bikaribe bigihêje qonaxeke nû. Lewra qadeke fireh, dewlemendiyeke bê emsal di meqam û awazên dengbêjiyê de heye ku çavkaniyeke klasîk e ji bo îlhamgirtinê, jinûvevejînê. 

8- Hûn behsa dengbêjên jin jî dikin. Cardin mîtosa jinbûnê weke sedemzayîna dengbêjîyê jî bi nav dikin. Yanî him îlhamdar in, him jî stranbêj in. Lê bi dehan kilam hene stîla wan ya jinan e. Bi ya min mêran di vir da jî keda jinan kirine malê xwe. Hûn vê îdiayê çawa dibînin ?

 Mijareke girîng e û hewceyê lêkolînên hêja ye. Dengbêjên jin ji çavkaniyên herî xurt in. Li her herêmên Kurdistanê dengbêjên jin hebûne û piranî şair bûne. Gelek dengbêjên mezin ên mêr beşekê dengbêjiya xwe ji dengbêjên jin fêr bûne. Weke Kawîs Axa, Dengbêj Huseyno. Ji xêncî dengbêjên jin, jinên afirîner ku di malbat an di eşîra wan de bûyer qewimîne, hene ku wan qewamana bi kilamtî strane û paşê jî dengbêjên navdar van kilaman strane, li her derê belav kirine. Weke mînak kilama bi navê Evdal û Kerem.  Keremê Qolaxasî di serhildana Şêx Seîd-Azadî de cîh digire û dema derbasê Îranê dibe ji hêla hêzên Eceman ve tê kuştin. Meta Evdal û Kerem li ser wan kilamek distirê. Dengbêj Reso jî vê kilamê ji meta wan gohdarî dike û distirê. Lê mixabin piraniya dengbêjên jin ji gundê xwe an herêma xwe wêdetir dengbêjiyê nekirine. Helbet weke Belqîsa Topal, Eda Mado ên ku di dîwanên dengbêjiyê li dar xistine û bi serbestî dengbêjî kirine jî hene, lê kêm in. Faktorên neyînî yên ji bo pêşveçûna huner û belavbûna dengê dengbêjên jin bû ku derfet nedida jinan ku wekî dengbêjên mêr li gundan bigerin û li deveran dîwanên dengbêjiyê li dar bixistan û dengê wan biketan binê qeydan. Li aliyên dengbêjên mêr ên şair him bi xwe diafirînin him jî kilamên dengbêjên dîtir (mêr û jin) distirên. 

Lêbelê di meseleya kedê de meriv di dîroka edebiyata dengbêjiyê de diyalektîka navbera jin û mêrên dengbêj de ji diyalektîka dîroka desthilatdariya jin û mêrê pir wêdetir divê neyê dîtin û nirxandin. Xûyaniya mêr û jinê ya di civakê de bi piranî girêdayî hevsengiya rol û desthilatdariya wan a di nav civakê de ye. Lê helbet rola jinê di civata Kurdî de bi gorê gelek qewmên derûdorên xwe pêşdetir e. Ji bi ber wê heta merhaleyekê rolên girîng pêk anîne. 

Lê ji aliyê dengbêjiyê ve berovajî wê, dengbêjên mêr keda jinê bi awayek xwerû nîşan dane. Ji ber ku dengbêjên mêr di kilamên dengbêjiyê de, xasma kilamên li ser trajedî û evîndariyê hatine gotin de, qalib û formên ji devê dengbêjên jin derketine bi devê lehengên jin di kilaman de fesilandine. Keda jinê nekirine malê xwe, ew di çarçoveya aîdiyeta mafê jinê de bi kar anîne. Mesele ne dengbêjên mêr in, mijara esasî desthilatdariya mêran e.  

9- Xêncî karekterên sîyasî, dîrokî û leşkerî gelek karekterên ji rêzê jî hene. Wek mînak; Xeca Îbê û Hesê Îbê Şemo. Şakiro wana weke “şêwirmendên dila” nîşan dide?  Rastîya wî tiştî çî ye, ev herdu kes kî ne ?

Dengbêj ji bo naveroka kilamên xwe li statuya kesan a civakî nanihêre. Bûyer û naverok di nava civakê de wusa bi bandor bûne hema bixwe weke mijar hatine pêşiya dengbêjan. Karakterên sîyasî, dîrokî û leşkerî çawa di hêla xwe de nûnerên beşa xwe ne û ne ji rêzê ne, kesên weke Xeca Îbê û Hesê Îbê Şemo jî ji hêla evînê de xwediyê hestên kûr û bilind in û ji vê hêlê ve jî ne ji rêzê ne. Ya girîng ew e ku hestên evînî di kîjan astî de ew karakterên kilamê temsîl kirine. Ango dengbêj konsantreyê naveroka mijarê ye, li meseleyan di aliyê çînî ve nanihêrin. 

10- Antolojîya herî fireh ya Şakiro ye. Xêncî destanan, tê da 263 kilam hene. Ji vana 36 heb kolektîv in, 17 heb jî ji alîyê du dengbêjan va hatine strandin.  210 kilamên din yên kê ne, ji sê dengbêjên me yên navdar kîjan zêdetir berhemdar e? 

Ev hejmara kilaman di çapa çaremîn de gîhîşt 272 kilaman. Jê sê destan in. 269 kilam jî mijarên din e. Me du-sê kilamên wî ên nû peyda kirine û emê di çapa pêş de lê zêde bikin. Nêzîkê deh kilamên Şakiro jî ji ber ku qeydên wan kêm, qut û xirab bûn, me neweşandin. 

Her çiqas Şakiro distirê jî, jê gelek ji van kilaman ne aîdê wî ne, aîdên dengbêjên din ên wek Evdalê Zeynikê, Ferzê, Reso, Feqiyê Qizqapanê… ne. 

Ji hêla berhemdariyê ve heger meriv qiyas bike, dê neheqî li Reso bê kirin. Lewra tenê 120 kilamên ku Reso straye, hatine tomarkirin. Lê em bi awayeke zelal dizanin ku hevan û bîrdankeke Reso ya gelek xurt heye û bi sedan kilam straye.  

11- Gelo hûn ji bona xebatên xwe xwedî plansazîyeke çawa ne? Weke arşîvekî yan jî bîblîoteke navneteweyî, têra we materyal, çavkanî û dokumentên we top bûne yan na ?

Em aniha li ser cilda pênca, Dengbêj Evdilhadî dixebitin. Em li aliyekî jê li ser teoriya edebiyata dengbêjiyê dixebitin. Him me him jî gelek kes û derdor li ser dengbêjiyê û folklora Kurdî materyal û çavkanî berhev kirine. Lê her berhevkirin bi serê xwe ne temam e, belawela ne. Divê enstîtûyeke dengbêjiyê bê avakirin. Divê ev enstîtû peywirên weke mihafiziya arşîva dengbêjiyê, dibistana dengbêjiyê, lêkolînên li ser dengbêjiyê wergire. 

A)  Kilameke Reso ya herî xweş kîjan e ? 

 Em dikarin çend kilaman rêz bikin : Wey lo, Bavê Dilşayê-Elîko lo Lawo, Bavê Mîrbegê min, Elîfê-Emînê, Têlî.

B)  Şakiro çend heb beste çêkirine ?

Destnîşankirineke rast zehmet e, lê ne hindik e. Em aniha xebatek li ser afirînerên kilaman jî dikin.

C)  Dengê Huseyno kîjana deng e ?

Dengê serî ye, jorhewa ye. 

D)  Mehmûdê Hesê ji kîjan ekola dengbêjîyê ye?

Mijara ekolên dengbêjiyê hê arîşe ye ji bo vê qadê. Hê lêkolînên berfireh ji hêla edebiyat û muzîkolojiya dengbêjiyê ve nehatine kirin. Hejmara ekolan û tixûbên wan hê şêlû ne. Lê Mehmûdê Hesê terza herêma Milan û Beriyê distirê.  

İlginizi çekebilir