Behice Feride Demir: Helbestên Biharê

“ Muptelayên jana te ne em welato

Ji me re dermanek bibine.” 

Gelo Trump tê ser text an Bîden. Li pişt êrişa Moskova yê kî heye, Fransa çima qanûna kar digûherîne, Suudî Erebistan bo çî dixwaze bibe navenda hişê çêkirî. Herema Kurdistanê dê li dijî listokên dewleta Îraqê têbikoşe û partîya kurdên li Bakur dê di hilbijartinên heremî de biserkeve yan na? 

Hêrs, pirs, tirs, rîsk û meraq, li pêy hev tên û hişên me li ber ekranê tevlihev dibe. Ekrana ku hey diçe bi kêfa me dilîze û didize. Êdî kêf bûye tikandîna link an. Mervatî, dostî,evîndarî,ewledî û mestayî heta heta zanîna cihanê bile mehkûmê butonekî sanalî ye. Lê li alîyê din nasnameyekî kêfê heye û tiştên ku hîna nebûne qurbana linkan jî pir û pir gelekin. Eger em ji spekûlasyonên ekranê û dijîtalizmê piçek safî bibin emê bikaribin ji nasnameya kêfê hin taem û taqetê jî werbigrine. Helbet kêf bi nan û av mal û milk sewda û silametîya an jî bi reşbînî û xweşbînî yê re sinordar nîne. Lê di nav van demên xerckirî û xerîbin de hînek kêfxweşî hene ku heyvanê ruhîyata me teze dikine. 

Piştî gera li sê welatan berhemên Mizgin Ronakê axiriyê xwe gîhandin Paris ê. Mîzgîn Ronak jî durîve xerib jî nêzdê nasa dilê me. Mizgîn Ronak piştî 30î salên li zindanê sala borî derketibû û girtîbûna xwe bi edîbîya xwe di kaxiz û qeleman de veşartibû. Helbet wek gelek girtiyên kurd Ronakê ji cîwantîya xwe di girtîgehên cuda cuda de derbas kire û emrên bi sedan xeyal û xamîya li pişt diwarên dûr û dirêj bi bawerîyeke pîroz anî nîvî. Helbet hepsîbûn li tu mirovekî xweş nayê û tu serfirazî vê janê sax nake. 

Lê dîsa jî Mizgin Ronak yek jî wan kesayeke ku ne tenê bi navê sîyaseta girtîbûnê tê nasîn. Ronakê 30î salê li hepsê veguherandîye salên nîvîskarekî xwedî helbest, çîrok û romannûsîyê. Helbet gava gala Ronakê tê kirin mirov dikarê ferhenga têgehan veke û tê de di jîyanekî 51û yek salî de 30î sal çawa di navbera girtîbûn û azadbûnê rol guherandîye û bûye xwedi mantiqeke bigere. 

Lê Ronak, li hevîya kesî nemaye wê mantiq û ferhanga jiyana xwe bi xwe û jî xwe derxistîye. Çîrok, roman û helbest bi nezaketeke natûrî hatine nivîsandin. Lê ya ku di vê derbiharê de Mizgîn Ronakê dike mêvane biharekî li Parisê pirtûka wî ya bi navê Kirasê Heyvê ye. Kirasê Heyvê pirtûkeke helbestan e û di Çilêya 2023yan de ji alîyê weşanên Aram ve hatîye çapkirin. Pirtûk ji sê beşa hatîye nivîsandin. Tê de 517e helbest hene û hemû helbest weke peyvên barkodkirî bi balekî sivîk û sihêlî hatîne hilbijartin. Bi dîtina min Ronakê Kirasê Heyvê bi hisîyatek çavrilê û bi fesal nîvîsandiye. Helbestên Kirasê Heyvê weke gotina Şakiro “ Çavên wan li revênê lê dilê wan li seknê ne”. Geh dengê avê û gavên azadîyê bihevre tên geh jî tirs û sitema durbûna welat di nav risteyên edebî de li gazinca dikin. Geh keçeke li gund qala berfê,biharê, dara,dûrîya û sandoqa miradan dike geh helbestvaneke xwedî hûnerekî sîyasî behsa jîyana xwe dike. Ji 517e sernavên helbestîn  her yek bi xwe  gîranîya helbestekî vedişêrin û algorîtmaya bîranînên Ronakê sembolize dikin.

Helbet beytên Ronakê ji tamara helbest û helbestvanên klasizma kurdan tên lê dîsa jî Ronak, bi nermî jî klasizmê diqete û berê xwe dide ekspresyonizm û entuîsyonizmeke tardifî. 

Helbet helbest bê mûqayeseyên prtatîkî û hestewarîyên zemanî nikare pêş bikeve. Helbestvan heta bi jîyanê re rû bi rû nemîne, derûnîya jîyanê û derbên veşartî nexwe nikare pîvanên xwe pênase bike û bikevê rêngê helbestvanan . Lê Ronakê bi firehîya aso ya xwe xwe ji vê qelsî û kaosa mekanî û fikrî dûr girtîye. Helbestên Kirasê Heyvê bi vê dûr girtine bune wek aforîzma jî . Hem reaksîyonî ne hem jî xwe dî hevgirtineke hunerî ne. 

Ev hevgirtin xwendekaran zêde zêde dilxoş dike. 517e helbestên Kirasê Heyvê weke hebên bin zimanî ne. Westa me pê diçe çavên mirov ronî dibe serêşî û tevlihevîya ekranan ji bîr diçin. Di van rojên behsa şerê cîhanê lê te kirin nirx û bextewarî tê de hatîne piçûkkirin, hest û kêfxweşi lê ziha bûne helbestên Mizgîn Ronakê hevkî bêhna me tînin ber me. Berbihar..derbihar û vê bihara xwe bi helbesta vebikin. Vê biharê helbesta bajonê li nav dilê xwe. Cîhen helbest û helbestvan lê be jiyan şîir e jîr e û xweşe. 

Em bi Sandiqa Bîranînan xilas bikin.

“ Sandiqa bîranînan 

Te heft derîyan girt 

li ser sandiqa bîranînan û xwe avêt derve

Lê tu bi xwe jî bîranînîn î 

Tu yê xwe li ku veşêrî.” 

Bi hêvîya rojên xweş! 

İlginizi çekebilir