Tara Mamedova: Dixwazim pêşî li tunekirina çand û muzîka Kurdî bigirim

Gava hûn di nav jînenîgarîya hunermend Kurd Tara Mamedova de derkevin rêwîtîyeke, di vê geryanê de yekser rastî peyîva Konfucius a qedirbilind tên.

Çi dibêje Konfucius?

“Heke tu dixwazî netewekî bindest bikî, muzîka wî xira bike. ”

Dengê Amerîka/voa-kurdi

Mamedova dixwaze felsefeya xwe ya hunerî li ser vê peyîva fîlozofi demezirîne û di bin sernavê muzîka Kurdî de dixwaze pêşî li tunekirina çand û muzîka Kurdî bigire.

Ew dema di sala 1983’yan de li Qirgizistanê ji dayîk dibe, hê di zarokatîya xwe de rastî êşa bê walatbûnê tê. Ew jîyana xwe ya wê demê wiha tîne ziman:

“Dê û bavê min ji Bazîda Agirîyê çûne Qirgizistanê. Heta 10 salîyê xwe min zaroktîya xwe li Qirgzistanê borand. Lê, piştî ku Yektîya Sovyetê hat rûxandin, dewleta Qirgizistan her tiştê me ji destê me girt û em xistin treneke û şandin bajarê Moskowê.”

Malbata wê li Qirgizistanê xwedî mal, milk, baxçe û ax bûn. Li gor Mamedova ew dewlemend bûn, lê di şev û rojeke de ji dewlemendîyê qulipîbûn ser xizanîyê.

“Wê demê me dît ku dema meriv li welatê xwe nebe, her çiqas mal û milkê wî hebe, an jî xudanê çand be jî her tişt dikarin ji destê wan bistînin. Loma jî me bi malbatî dît ku bê welatî gelek zehmet e.”

Çîroka wê di destpêkê rastî trajedîyeke were jî lê ew bi malbata xwe bawer e. Tara Mamedova di bin hunermendîya xwe de, ji keda xwe zêdetir keda dîya xwe dibîne, lê ew dema behsa dîya xwe dike yekser hestê wê têkel dibe:

“Dêya min mamosta bû û ji xwe jî gelek ewle bû. Ew rewşa wê her gav dibû hêvîya min ya herî mezin. Hestê wê yê Kurdî bû îlhama hunera min. Heke îro ez heme di bingeha vî de jî keda dêya min heye.”

Mamedova, heta 14 salîyê xwe li Saratova’ya Rûsyayê dijî û li vir perwerdeya muzîk, dans û şanoyê digire û paşê jî Derbasî Yaroslavl’a Moskow dibe. Li vê derê jî li Navenda Çanda Huner perwerdeya xwe berdewam dike.

Ew îcar jî jibo pêxistiana hunera xwe koçberîyê wek çarenûsa xwe dibîne. Dema tê 20 salîyê xwe ji Moskow derbazî Parîsê dibe û perwerdeya xwe li vê derê didomîne.

“Min perwerdeya xwe li Parîsê jî domand û nêzîkî 10 salan li wirê mam. Paşê di sala 2014’an de ez hatim Stenbolê û niha jî li vê derê dijîm.”

Tara Mamedova, li Rûsya û Fransayê etnomuzîkên nû nas dike. Bandora muzîkên folk û jazzê bêtir li ser wê xwe dîyar dike û ew bi Kurdî, Rûsî û Fransî van muzîkan jî bi kar tîne. Lê, Tara dev ji Rûsî û Fransî berdide û niha tenê bi Kurdî distire.

“Bandora Moskow û Parîsê li ser hunera min xwe dîyar kir. Ez bi Rûsî û Fransî jî distrîyam. Lê paşê min got, pêwîstîya Rûsan û Fransîyan bi muzîka min tunene, ew li her derî dikarin hunera xwe bi kar bînin, lê pêwîstîya Kurdan bi muzîka Kurdî heye. Ev biryareke taybet bû û ez niha tenê bi Kurdî distirim.”

Di van rojan de Tara Mamedova bajar bi bajar konsertan dide û bi mizgînîyeke jî peyvên xwe wiha dawî dike.

“Me performanseke zindî tomar kir. Dîsa li Stockholmê bi Heval Haco em li ser albumekê nû xebitîn. Di vê albumê de muzîkeke nû, kilamên nû, gotinên nû hene. Di nav meheke de emê vê albuma xwe nû pêşkêşî gelê xwe bikin.”

 Direct link 
İlginizi çekebilir