SOHR: Hevpeymaniya Navdewletî bingehên xwe li Sûriyê bihêz dike

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) radigihîne ku Hevpeymaniya Navdewletî bi rêya bejahî û esmanî anîna alav û hêzên xwe yên leşkerî bo baregehên li Sûriyê berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de, hêzên Koalîsyona Navdewletî balafireke barhilgir ya kelûpelên leşkerî û pêdiviyên lojîstîkî yên ku ji Iraqê dianîn, li bingeha leşkerî yaa Rubaria El-Rahibe li gundewarê Dêrikê li bakurê Hesekê danî.

Her wiha di 28ê Adarê de, SOHR ragihand ku balafireke barhilgir ya Amerîkî li baregeha Amerîkî li devera Xerab El-Ceir li gundewarê Rimêlan li bakurê Hesekê, ku tê de alavên leşkerî, lojîstîk û pizîşkî hildigirtbûn dada.

Çavkaniyên SOHR didin zanîn ku tevgera daketina firokê û gihiştina alavên leşkerî û lojistîkî ya bingehê di rewşek awarte û lêdana alarm û sîrênan de pêkhat.

Ji hejî bîrxistinê ye ku çavkaniyên SOHR ragihand ku êrîşên li Sûriyê zêde dibin, SOHR, doh ragihand ku hejmara kuştiyên ji ber êrîşên esmanî yên Israîlî yên sibeya Înê li ser çeperên nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Helebê di serê sibê de gihîştiye 43 kesan ku 36 endamên hêzên rejîmê ne, 6 endamên milîsên Hizbullaha Libnanî ne û yek ji milsên Sûrî yên ku Îran piştgirîya wan dike.

 

/Jêder: Voa-Kurdi/

İlginizi çekebilir