Reuters: Bazirganîya Tirkîyê û Rûsya rastî gefên Amerîkî tê

Ajansa nûçeyan Reutersê îro Duşemê ragihand ku biryara Amerîka ya ku wê dijî kompanîyên darayî ku bi Rûsya re kar dikin toleyan ragihîne, bazirganîya di navbera Tirkîyê û Rûsya de sar kiriye û hevdem dibe sedama pirsgirêkên berbiçav.

Reutersê ev agahî ji zarê heft jêderên ku ji mijarê agahdar in ragihand.

Li gor jêderan ev kêşe bi fermana serokê Amerîka Joe Biden ya di 22’ê Mijdarê de dest pê kiriye, ku bankên Tirkîyê bo kiryarên Rûsî pîvan tund kirine û ser veguhestinên darayî pirtir lêkolînan dikin.

Fermana Biden bi awayekî eşkere enerjîyê armanc nake lê, dibêje wê ser kompanîyên ku bi bazirganîya li gel Rûsya dikin û toleyên Washingtonê yên dîjî Moskowê binpe dikin, toleyan ragihîne.

Rûsya heta Mijdarê, di 11 mehan de, 8.9 mîlyon ton petrolê xav û 9.4 mîlyon ton mazot firotîye endama NATO Tirkîyê.

Jiber vê pêyvajoya nû ya bankayên Tirkîyê hem dravdanên Tirkîyê bo petrol derfirotinî ya Rûsya de û hem jî yên Rûsya bo der derkirînên ji Tirkîyê asteng yan jî hêdî dike, çar ji jêderan gotin.

Du jêderên ji pîşesaziya petrolê gotin ku fermana Biden derkirina petrol xav ya Tirkîyê asteng nekiriye, tenê diravdana bo jimareke kêm ya ji kompanîyên barhilgir dereng xistine.

Jêderekî ji pişesazîya petrol yê Rûsî eşkere kir ku kompanîyên ku petrolê yên Rûsî 2-3 hefte ne ku ji Tirkîyê nikarin drav werbigrên.

Jêderekî Tirk jî piştrast kir ku piştî fermana Biden ya herî di dawî dravdanên Tirkîyê yên jibo enerjîya Rûsî ji Tirkîyê pirtir dijwar bûye û dibe ku di veguhestinan baran de jî pişrgirêk derkevin holê.

Di 1’ê Sibatê de, Kremlinê got ku ew haydar e, ku bankên Tirkîyê jiber zexta “êrîşkar” ya Amerîka, bo kiryarên Rûsî pîvanên xwe tund kirine û ew bo çareserîyê bi karbidestên Tirk dixebitin.

Karbidestekî payebilind yê wezareta Derve ya Amerîka jî ragihand ku wan di serenserî sala dawî de bi hevkarên xwe yên Tirk re gotûbêjên berfireh kirine û piştî nirxandina daneyên Rêbenadanê wê van gotûbêjan bidomînîn.

Karbidestê Amerîkî da zanîn ku ew raportên ser kiryarên bankên Tirkî dinirxînin û biryarên wan yên tundkirina pîvanan jibo kiryarên Rûsî guncaw dibînin.

“Nûvekirina Serok ya 22’ê Rêbenadanê ya ser desthilata me ya toleyên dijî Rûsya, tiştê ku me berê gotibû jinûve piştrast kir: ku saziyên darayî yên
biyanî berpirsiyar in, ji kiryarên xwe yên ku di berjewendîya artêşê Rûsya de encamp didin, yan jî rê li ber binpekirina toleyên me vedikin, ” wî got.

Wezareta Xezîneyê ya Tirkîyê û çavderîya bankan ya Tirkîyê BDDK heya niha daxwaza şîrovekirina van daxuyanîyan nedane.

Daneyên îsal yên niha nîşan didin ku, derfirotina Tirkîyê ya bo Rûsya di Rêbandanê de ji sedî 39 kêm bûye û daketiye 631 mîlyon dolarî

Derfirotina ji Rûsya jî di Rêbandanê de ji sedî 20.2 kêm bû û daketiye 4 mîlyar dolarî.

/ Jêder: voa-kurdi/

İlginizi çekebilir