Navalny wê Roja Înê li Moskowê were binax kirin

Berdevika Aleksei Navalny, Kira Yarmysh ji X’ê ragihand ku merasîma binaxkirina rêberê rikeberîya Rûsya wê roja Înê li Moskowê çêbe.

Yarmysh got ku wan hewil daye ew salonekê bibînin ku alîgirên Navalny werin wî oxir bikin, lê ti salon bi dest wan neketiye.

Li gor ragihandina Yarmysh merasîma Navalny wê bi saeta herêmî di 14:00 de li Dêra Îkona Dayik Meryem ya li Mmaryno li dar keve.

Navalny piştî merasîma li dêrê wê li Goristana Borisovskoye were binax kirin.

Rêberê rikeberîyê yê 47 salî 16’ê Sibatê li kolonîyeke cezayan canê xwe ji dest da.

Hevbendên Navalny ser kuştina wî Serokê Rûsya Vladimir Putin tawanbar kirin, çinku dihat îdia kirin ku ew naxwaze ku Navalny bi guherîna girtîyan were berdan.

Kremlîn, Navalny û hevbendên wê wek alîgirên Amerîka û tundrêbûnê dibîne û dîyar dike ku hem di mirina Navalny de tilîya wê tuneye û hem jî jibo wî ser guherîna girtîyan ti lihevkirin çênebûye.

Alîgirên Navalny do Sêşemê dîyar kiribû ku ew jibo merasîma oxirkirinê li salonekê digerin, lê hemî cîh wan red dikin.

 

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi çekebilir