‘Morî’ ji bo festîvala Oberhausenê hat hilbijartin

🔴Kurtefîlma nû ya Yakup Tekîntangaç ya bi navê ‘Morî’ ji bo festîvala Oberhausenê hat hilbijartin.

Kurtefîlma Yakup Tekintangaç a herî dawî ya bi navê “Morî” dê di 70emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Oberhausenê de promiyera xwe ya cîhanê bike. Îsal tenê fîlma “Morî” ji Tirkiyê hat hilbijartin ku ji nav 6300 serlêdanên kurtefîlman derketiye fînalê û dê di pêşbirka sereke de ji bo “Xelata Kurtefîlma Herî Baş” beşdarî festîvalê bibe.  

Festîval, di navbera 1-6ê Gulana 2024an de li bajarê Oberhausena Almanyayê bê lidarxistin; festîval yek jî prestîjtirîn festîvalên kurtefîlman tê hesibandin, ku berî niha tê de derhênerên navdar yên wekî Martin Scorsese, George Lucas û Werner Herzog yekem kurtefîlmên xwe li vê derê nîşan dane.

Yakup Tekintangaç, kurtefîlma xwe ya bi navê “Azad” nav û dengê vedide, û piştî 8 salan kurtefîlma xwe ya nû ya bi navê Morî dikşîne û fîlm behsa çîroka keçikekê dike ku mamosteyekê nû têtin dibistana wan û Morî jî wî wekî bavê xwe dihesibîne.

Di fîlmî de rola sereke Hayrunisa Akbaş dilîze û Yakup Tekintangaç li gundê ku fîlm lê hatiye kişandin wê li vê derê keşif dike, lîstikvanên profesyonel ên wekî Ozan Çelik û S. Emrah Özdemir jî di fîlmê de dilizîn.  

Fîlma Morî bi piştgirî û çêkeriya Bernameya Ramana Sivîl a Yekitîya Ewrupa û Vefa Geylani ve hat çêkirin. Derhênerê fîlmî yê dîmenê Emre Pekçakır, muzîka wê ji alîyê Mustafa Biber, û montaj jî ji aliyê Doruk Kaya û Amir Etminan ve hat dirust kirin.  

Tê plankirin ku fîlma “Morî” di meha Hezîranê de, yek ji mezintirîn festîvala li Asyayê bihête nîşandan. 

Yakup TEKİNTANGAÇ

Yakup Tekintangaç di sala 1980î de li Agiriyê ji dayik bûye, bi kurtefîlmên xwe li ser mijarên zarokatî, nasname û aîdiyetê radiweste. Bi kurtefîlma xwe ya bi navê “Azad” ji gelek festîvalên neteweyî û navneteweyî xelatan werdigire.

Fîlma “Azad” jî heta niha li ser YouTubeê 1,5 milyon caran hat temaşekirin. Kurtefîlma wî ya nû, ya bi navê “Morî” ku ji aliyê Bernameya Ramana Sivîl a Yekîtiya Ewropayê ve hatiye piştgirîkirin, di beşa pêşbirka sereke ya 70emîn Festîvala Kurtefîlman a Navdewletî ya Oberhausen de, ku yek ji festîvalên herî bi prestîj e li cîhanê, dê promeriya xwe bike. Rêwîtiya fîlma Morî ya festîvalan didome. 

 

İlginizi çekebilir