Mordem Zel: Hesp

Hesp, ango bi zaraveya Kirmançkî Astor, cûreyekî ji famîleya guhandarane û giyaxwar ê yeksim e.. Hesp ji ker û qantiran xişintir in. Bi taybet ji bo siwarbûn û barhilgirtinê têne bikaranîn. Carna jî ji bo cot têne bikaranîn. Ji bo ku simên wan neêşin tên nalkirin.

Ji hespên mê re mêhîn tê gotin. Yên ciwan jî ciwanî, canî û canîk in. Yên ku nehatibin asta siwarbûnê, ji wan ra Hespê Tor tê gotin. Cûreyekî hespên xişin jî heye, jê ra Qedene tê gotin. Ji hespên çê yên mê ra jî Kihêl tê gotin. Kihêl, di gelek destan û serpêhatiyên kurdan da weke serefsane hatiye qalkirin. Di destana Dewrêşê Evdî de, ciwaniya Dewrêş a bi navê Hedban û di çîrok û klama Têlî’yê de dengbêj ew dişibînin kihêlê.

Hesp, li gor cûreyên xwe dirêjahî û bilindiya wan diguhere. Dirêjiyê hespan li gor cureyên wan bi qasî 76 hetanî 175 cm û giraniyê wan digihîje 54 hetanî 998 kg.

Li navendên ku li ser cinsên hespan lêkolîn tên kirin, hespên kurd ên safkan di lîsteya malbatên heywanên siwarbûnê yên resen ên cîhanê de cih digirin.

Li gorî lêkolînên dîrokî, hespên kurd ên safkan bi tirûşdarî û hunera xwe derdikevin pêş. Li Kurdistanê sê cinsên hespên kurdî yên safkan hene: Caf, Efşarî û Sencawî. Li Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê jî hespên kurdan tên xwedîkirin.

Hespên kurd yên safkan ku bi serî, stû, çav, dûv û lingên xwe ji cinsên din cuda dibin, bi şiklê xwe yên xurt navdar in. Hespên kurd ên safkan berê di karên giran û şer û cengan de dihatin bikaranîn.

Hespê kurd, di nav cinsên hespên herî kevn ên cîhanê de ye. Li gor belgeyên dîrokî ev hesp berî zayînê di salên 500’î de li çiyayên Zagrosê jiyane.

Rewanî, ji bo hespê nêr ê di bin çar salan de tê gotin. Xeletîyek termînolojiyê ya hevpar ev e ku, meriv her hespek ciwan wekî “rewanî” bi nav dike.

Mêhîn, ji bo hespa mê ya di bin çar salan de û ji çar salan mezintir tê gotin.

Hêşa, ango nêrehesp, ji hespê nêr ê çar salî û jê mezintir re tê gotin.

 Têgîna “hesp” car caran bi axaftinê ji bo nêrehesp tê bikaranîn.

 Yexte, ji bo hespên nêr ên ji her temenî hatine xesandin tê gotin.

 Di pêşbirka hespan de, dibe ku ev pênasekirin ji hev cûda bin: Mînak, li Giravên Brîtanî, di pêşbaziya hespan a safkanî de ciwanî û mêhîn, ji pênc salî kêmtir têne pênasekirin.

Hesp ji bazdanê re guncînkirî ne. Bi vê taybetmendiya xwe dikarin zûtir ji dirindeyan birevin. Hesp, xwedî hestek hevsengî û bertekek şer an reva xurt in. Ev jî, taybetmendiyek derasayî di çolê de bi hewcedariya reva ji dirindeyan çêdibe: hesp dikarin hem mexelketî û hem jî li ser piya razin. Digel hespên mezin ciwan pirtir xewê dikin. Hespên mê ku jê re mêhîn dibêjin, 11 mehan dehşikê xwe hildigirin û hespê ciwan ku jê re dibêjin canî, piştî zayînê di demeke kin de radibe û dibeze. Piraniya hespên kedîkirî di navbera du û çar saliya xwe de, di bin zincîreyekê de an jî di zendê de dest bi perwerdehiyê dikin. Ew di pênc saliya xwe de digihîjin pêşkeftina mezinan û temenê wan 25 heta 30 sal e.

Hesp pir zexm û hêzdar in. Her çiqas bi girseya xwe bi kêr bin jî ewqas xeternak in. Heywanên mîna ker û hespan zîtikan ango tîzikan davêjin, yanê simên xwe yên paş cit davêjin. Hege hesp zîtika xwe rastê berjorî zikî însan bîne, bi ew dijwariyê dikare meriv bikuje.

Hespên çê û jêhatî bi rewanî dibezin. Beza rewanî, ji beza ku her du nigên xwe yên pêşî bi hev ra davêjin tê gotin. Bezekî din ya hespan jî heye, jê ra loq ango liq dibêjin. Loq, beza hêdî ya ku hesp nigên xwe bi hev ra navêjin e.

Hesp di çanda kurdan da ciyekî xwe yê giring digire. Ji bo şuxul û karan bi kar anîn li alîyekî, di demên berê de bûkan li hesp dikirin. Dema ku bûk dibirin jî xortan hesp xar dikirin.

 Hesp, di dîroka kurdan da timî cihekê girîng girtiye û hê jî di jiyana kurdan da ji ev wateya xwe dûrneketiye. Ne pêkane meriv jiyaneke bi keser û kêfxweşiya kurdekî bê hesp xeyal bike. Pêşbirka hespan a di şahî û dawetan da lîstika herî bi nav û deng e. Ev lîstik nebe dawet ji wateya xwe dûr dikeve. Bêguman, heman tişt ji bo cirîtavêtin û teradê yanî çûn û hatinê û kotel a merasîma cenaze jî derbasdar e.

 Di destan û stranên kurdan da hesp bi wêrekî û mêrxasiya xwediyê xwe tê rûmetdarkirin: Di têkoşîna şerê li ser pişta hesp da siwarê mêrxas serkeftina xwe deyndarê hespê dilsoz e. Di dîroka kurdan da efsaneya “Hespê Bor” a di wateya hespê behrê da heye. Tevî siwar herdem hazir û amade, weke teyrê baz firinde, weke însan bi ziman, şêwirmendekî aqilmend e. Di stranên destanî yên kurdan da, siwar û hespê xwe timî di navbera mirin û jiyanê û man û nemanê da girêdayî tevgera hesp in. Di mirina siwarekî mêrxas da hespê wî jî di merasîma cenaze da tê bicihkirin. Li ser vê mijarê dengbêj hem li ser miriyê mêrxas, hem li ser hespê wî stranên qehremaniyê dibêjin. Weke mînak, di destana Dewrêşê Evdî de, bi awayekî qehremanî behsa hespa wî Hedbanê tê kirin.

Jiyana şovalyetiyê şervan serbilind dike. Piştra li ser qebra leheng neqşa hespekê siwarî an jî nivîsekî tê xêzkirin

Di tevahiya parkûrsê da mûzik tê lêdan; ji vê mûzika îlhamdayînê ya qeydeyê siwarî ra, mûzika şervanên siwarî yên kurd tê gotin.

Hespê mirî, ji aliyê qorekî ve bi qumaşekî tê nixumandin, heger warisê wî hebe qumaşê rengîn, heger tunebe yê reş tê bikaranîn. Cil û bergên kesê mirî tevî çek û rext û şaşika wî didine ser zînê hespî. Heger di demeke nêzik de li malê keçikeke ciwan miribe cil û bergên wê yên herî xweşik didin ser, heger xortekî çeleng bimire, xizmên wî yê nêzik nîşaneya reşgirtinê kezîyên xwe jê dikin û dikin heqîba li ser zînê hespî. Dema pûşîyeke rengvekirî ango rîşik bi serê lûleya tifingekî ve bê kirin, ev nîşaneya wêrekî û lehengîya mirî û sembolîzeya aliyekî cengê ye.

 Ala yan bi zîn ve tê girêdan yan jî di merasîmê de ji aliyê kesekî ve tê hilgirtin. Pêşiya mala kesê mirî ji aliyê xizmên wî ve tê paqijkirin, bi hevsarê hespî tê girtin û giloverekî çêdikin. Mêrên ku tevlî merasimê bibin li ser lehengîya mirî stranên qehremanîyê distirin. Ji vê çalakiyê re “Kotel” ango strana pêşengî ya hespî tê gotin.

 Hesp, beriya hewarîyê li jîngehê tê gerandin. Hewarî ji bo bûyera qewimî û agahdariya qewmên mirî yên jîngehên derdorê tê gotin. Li cihên herî bilind ên gundê ku mirî lê hebe, ji bo mirî nator têne bicihkirin. Bi dîtina hewarîyê re nator, beşdarên merasîma cenaze agahdar dikin. Herkes bi dorê re dest davêje hefsarê hespê pêşî û dilorîne. Herdû lîwa dema di “hewarî” yê de bêne gel hev  heger siwar bin peya dibin û beşdarî merasima “Kotel”ê dibin. Piştre herkes diçe mala mirî; li vir dîsa lorînên cenaze têne lorandin. Bi nêzikbûna qefleya cenaze re beşdar ewilî rê didin “Hewarî”yan. Piştî bêdengîya kurtedemekî kesên dilorînin lorîna xwe didomînin. Gava cenaze dibin mezargehê, hesp di pêşî de ye. Di dema binaxkirinê de hesp didin alî. Ji bo vegera ji ser mezel jî, hebe egal, kefî, şewqe, zînê hespî, çek, tifing û cilên kesê mirî ji ser pişta hesp têne girtin û didin kesê ku mirî dişone. Bi vî awayî li ser mezelê mirî kevirek di şiklê hespî de tê danîn. Ev rewşa behsê sembolîzeya têkilîya rihî û fîzîkî ya dinya û axretê dike.

Di nîveka sedsala 20’î de di navbera kurdên misilman û Êzdî de ayîna Kotelê dihat kirin. Bi taybet di koçberî û zozanvanîyê de kesên dimiriya heger layiq bihata dîtinê, bi ayînê dihat binaxkirin. Li hin deverên Kurdistanê hê jî ev ayîn tê kirin.

Wekî din, ji bo xemilandinê destekî mûyên spî yên hespî ku jê re Kutas dibêjin dikirin stûyê hespî. Dîroknasê sedsala 15’an Şerefxanê Bilîsî gotiye: “siwarên Kurdan bi hespên zêrxemilî û kutasî neyarên xwe di qada cengê de têk birine û serfirazî bidestxistin e.” Li Kurdistanê li ser gelek dîwar û zinaran neqşên Kutasî bi awayeke zelal têne dîtin. Ji bo bingeha ev kevneşopîya Kurdan bê fêmkirin, hewce pê heye behsa Çiyayê Sîpanê û bûyerên dîrokî jî bê kirin. Piranîya şer û cengên Kurdan û seferîyên wan ên li bakur bi awayekî têkilî Çiyayê Sîpanê bûne. Wekî tê zanîn di destanên Kurdan de navê Çiyayê Sîpanê weke Sîpanê Xelatê tê behskirin. Sîpan, duyemîn çiyayê mezin ê li bakurê Kurdistanê ye. Bilindiya çiya 4434 metre ye. Di qeydên dîrokî yên Ûrartûyan de jî navê Sîpanê derbas dibe. Di nivîsên Yewnana kevn ên weke Herodotus, Xenophon, Strabon û nivîsên din de jî tê behskirin ku agirên ku li ser Sîpanê hatine pêxistin weke nîşaneya sînyalî hatiye bikaranîn.

 Hin hespên navê wan di destanên Kurdan de derbas dibin ev in;

Hedban (Dewrêşê Evdî), Şevdiz (Key Xusrew), Nîgar (Yadîn Paşa), Sorboz (Mihikê Lawîn), Gêjo (Rîzayê Xêlid), Bozê Rewan (Memê Alan), Rexşê Belek (Ristemê Zal), Daybelqiran (Siyabendê Silîvî), Eznawur (Ferzende), Çalo (Cemîlê Çeto), Gogerçîn (Evdalê Zeynikê), Şemlê (Emer Axa Bozê), Xemrevîn (Cembelîyê Hekarî), Kovê (Bavê Lalo), Gêjo (Bavê Fexrîya), Înaqa Gilor (Evdulqadirê Zeynel Evdî),

 

İlginizi çekebilir