Mordem Zel: Di Çanda Kurdî de Serê Salê; Qaqindosk

Li Kurdistanê serêsalê berevajî sersala mîladî, bêtir di şeva 13’ê meha Çile da tê pîrozkirin. Ev rêbaza pîrozkirinê ji Ristemê Zal bigir hetanî Dewrêşê Evdî, mezinên kurdan, bi hezar salane sala nû di vê şevê da pêşwazî kirine… 

Dîroka vê kevneşopiyê digîje hetanî dema Sumer û Babîlan. Şeva 13’ê meha Çile, ji bo Kurdan destpêka sala nû ye. Di vê şevê de dîwanên dengbêjan û qonaxên çîrokbêjan têne lidarxistin. Dayîk, qîz û bûk berpirsiyariya amadekirina pîrozbahiyê di vê şevê de digrin ser milê xwe û xwarin û vexwarinan amade dikin. Zarokên temenê wan 13,14 salî sûretê xwe rengûreng xêz dikin û dikevin nava gund, mal bi mal li digerin. Zarok, di vê şevê de ji nav xwe, yekî weke sembola bêhn û bereketê, saxî û dilxweşîyê dikin Xizir. Zarokê ku dibe Xizir bi herîya mêşin û mûyê bizinan ser û gohê wî tê xemilîn û piştre bi kêfxweşî û dilşadî mal bi mal tê gerandin. Ev rêbaza pîrozbahiya serê salê di çanda Kurdên Elewî de jî weke şeva Gaxandê di hefteya sêyem a Kanûnê de dest pê dike hetanî hefteya pêşî ya Çileyê tê pîrozkirin. Di şeva Gaxandê de hempayê Xizir, Kal Kek bi heman şiklî tê xemilandin û mal bi mal tê gerandin.  

Kurd ji vê şevê ra şeva Qaqindoskê jî dibêjin. Peyva Qaqindosk, bi koka xwe Kakilgûz e. Wekî gelek peyvan ev peyv jî bi demê ra hatiye guhertin û di nav gel da weke Qaqindosk teşe girtiye. Qaqindosk, navê çalakiya gera bi şevê ya zarokan e ku mal bi mal digerin.  

 Taybetmendiya vê şevê ya herî balkêş ew e ku xwarinên bêne amadekirin hemû bi kakil in. Xwarina sereke jî gûz e. Lewra jî jê re Kakilgûz gotin e. Ji bilî Gûzê, fêkiyên weke, Behîv, Qawind, Mewij, Nok, Dendikê Petêx û Zebeşê, Hêjîr, Leblebû, Bastêx, Meşlûl, Kesme û wd xwarinên vê şevê ne. Piraniya xwarinên serê salê têkildarî tiriyê ne. Meşlûl, Bastêx, Dims, Mewij û Kesme bi xwe ji tiriyê û şîreya wê têne çêkirin. 

Meşlûl, bi gûzan tê çêkirin, bastêx, pê behîv û gûzan tê xwarin, nokên qûmê, leblebû, qawindên tûyê, hêjîr, mewij, kakilê petêxê û kakilê zebeşê jî bi serê xwe têne xwarin. Hişkemêweyên weke Sêv, Hirmî û Mişmiş jî hin cûreyên din ê vê şeva taybet in.  Li gor hin herêman ji danheviya van hişkemêweyan re Kax tê gotin. 

 Di vê şevê da, xwarin û vexwarinên têne amadekirin li der û cîranan têne belavkirin û dilmayîn û xeydaniyên navbera wan têne pûç kirin. Yek ji taybetmendiyên vê şevê ev e ku zarok divê biçin her malê û li Qaqindoskê bigerin.. 

Ji her malê cûreyekî fêkiyên hişk yên bi kakil berhev dikin û li malekî dicivin bi dilşadî dixwin. Di zivistanên zor û zehmet de, dema zarok li nav gund û gundikan digerin wê şevê wek festîvalekî heta destê sibehê zindî ye. Dengê zarokan bi gotina taybet a vê şevê “Serê salê binê salê, xweda lawek/keçikek bide vê malê ” li şevê belav dibe. 

Gotina “Serê salê binê salê, xweda lawek/keçikek bide vê malê” li gor rewşa xwediyê malê tê gotin. Heger, mala ku zarok li deriyê bixin, zarokên wan ê law tune be dibêjin, “Serê salê binê salê, xweda lawek bide vê malê” Heger kiçika wê malê tunebe, dibêjin “Serê salê binê salê, xweda keçikek bide vê malê” Car caran jî, zarok dibêjin “Serê salê binê salê, xwedê tifaqê bike vê malê” Her wiha gotinên li gor dilê malikê tînin ziman û germahiya xwe nîşanî şêniyên malê didin. Zarokên, bêne heskirin bi xwarinên taybet têne pêşwazî kirin lê yên neyên heskirin bi şekirê çay têne oxirkirin, ev jî bêhurmetiya şevê ye û sebebê dilşikandina zarokan e. Carna jî, ji dilreşî zarok destvala têne şandin û zarok nifirên xwe li xwediyê malê bi gotinên “Serê salê binê salê, xweda xira bike vê malê” dikin. Ev jî dibe sebebê ku bi salan zarok di bin bandora vê bêqimişiyê de bimînin û tu caran ji bîr nekin. 

Pîrên temendirêj di vî warî de zêdetir merdî dikin û bi çengan nok, mewij û leblebû didin zarokan û wan birêdikin. Kalên heftê heştê salî jî vê şevê ser û gohê xwe paqij dikin, rûyê xwe şeh dikin, li dîwanan rûdinin û ji civatê re çîrokan dibêjin.. Taybetmendiya çîrok û klamên di vê şevê têne gotin tunene, kî çi di kîsê wî de hebe radixe ber çavan. Dema yek klamekî bêje, hemû kesên li dîwanê rûniştî pê re neqil dikin û bihevdû re serî dihejînin. Piştî çîrok û klam li dîwan û qonaxan xelas dibin herkes belav dibe û diçin mala xwe. 

Helbestvan Hasan Harranî li gor wateya vê şevê helbestekî bi navê Sersalê nivîsîye. 

Gotinên helbestê wiha ne… 

SERSAL 

 Werin zarokino îşev sersal e 

Salek bihurî salek nû li va ye 

Îşev sersal e berf li dar û bera ye 

Zarokino werin pîroz ev roj hêja ye 

 

Sersal e zarok derketin kuçe û kolan e 

Kom dikin kakil û mewij û gûzan e 

Hewa sar û serma be jî li dil rehman e 

Kêf û şahî xweş e li gel qîz û xortan e 

 

Zaroka bang dikir digotin serê salê 

Binê salê xwedê lawikek bide vê malê 

Bûkên teze jinên bêzar şabûn ji hal ê 

Sersal hêvî û zêdebûn be ji bo mal ê 

 

Gotin me kir Qaqindoskê vê salê 

Peyvê ji kakil û goz tê ji dema Ristemê Zal ê 

Hersal bi vî navî pîroz dikin sersal ê 

Zarok bi kêf şa ne ligel mal û eyal ê 

 

 

İlginizi çekebilir