Mordem Zel: Agir û Newroz

Di çanda Kurdan û gelek qewman de agir pîroz tê hesibandin. Taybetmendiya agir û cudabûna wî ew e ku meriv dikare bi çend awayî pênase bike. Ji bo Kurdan, pênasekirina herî girîng Newroz e ku di jiyana wan de ciheke xwe yê gelek girîng digire. Newroz, weke cejna gelê Arî tê qebûlkirin. Ji bo Kurdan jî Newroz cejna neteweyî ye. Lewra jî di 21’ê Adarê de li her derê Kurdistanê bi heman wateyê û bi heman rêbazî tê pêşwazîkirin û pîroz kirin. Bêguman li ser Newrozê û wateya wê gelek tişt hatine gotin û nivîsîn lê du xal jê hene zêde nebûne mijara behsê. Em ê îro van herdû xalan bikin mijar û bi qasî wate û giringiya wan Newrozê pêşwazî bikin. Ev herdû xalên girîng ev in: Navê Newrozê û Agirê Newrozê.

Beriya ku em balê bikişînin ser van herdû xalan ewilî em binêrin bê ka agir bi çi awayî ketiye jiyana mirovahiyê.

Tê texmînkirin ku yekem car mirovahî bi agir re bi milyon salan berê bi ketina brûskê re rû bi rû maye. Bermahiyên herî kevn ên şewata ku hetanî niha hatine keşfkirin nêzikî 476 mîlyon sal berê ne. 

Agir ji çar elementên klasîk ên weke ax, agir, hewa û avê yek e ku ji hêla însanan ve di rîtuelan û çandiniyê de, ji bo paqijkirina erd, xwarinçêkirinê, germê û ronahiyê, ji bo nîşane û mebestên birêxistinkirinê, helandin, daxkirin, şewitandina bermahiyan û şewitandina mirîyan de hatiye bikaranîn. 

Agir yek ji îcadên ku di dîroka mirovahiyê de cihekî girîng digire û di nav îcadên pêwîst ên mirovahiyê de ye. Digel ku însanên serdema pêşî ne hewceyî agir bûne jî bi derbasbûna civakên goştxwer re agir ji bo wan jî bûye hewcedariyeke tênebihûrî. Bi vî hawî agir ketiye jiyana însanan û wekî parçeyekî xwezayê hatiye qebûl kirin û bûye sebebê afirandina baweriyên têkildarî agir.

Agir, di bingeha xwe de çandeke li ser tirs û baweriyê dihewîne. Însan her dem ji heybetiya agir tirsiyê û li ber hêza wî rêz girtiye. Tirsê bi xwe re hêzê aniye; rêzgirtinê jî pîroziya agir afirandiye. Ji ber vê yekê agir ji bo hemû gelan bûye semboleke girîng a desthilatdariyê û her tim pîroz hatiye dîtin. Di destan û efsaneyên cihêreng de behsa agir hatiye kirin û her kesî li gor civaka xwe perestîşa xwe ya pîroz a agir afirandiye. Di çîroka Pêxember Brahîm de agirê herî mezin Nemrûd vêxistiye, di çîroka Prometheusê zincîrkirî de xwedavendan agir wekî hêmanek hêzê li ser mirovan bi kar anîne. Ev jî bi zelalî dide nîşan ku agir di destê kî de be, hêz bi wî re ye. Wekî din, li ser bingeha çîroka Prometheus, em dikarin bêjin; dibe ku xwedavendên Yewnanî ku mirovên yekem in agir kifş kiribin.

Hin dane û nîşan jî hene ku vê mijarê bêtir zelal dikin. Tê gotin, yekem car Homo Erectusan ku qirnê wan li dinyayê nemaye agir kifş kirine. Li gorî daneyan Homo Erectusîyan beriya 1,7 mîlyon sal berê agir kifş kirine û bi kar anine. 

Em bên ser mijara navê Newrozê û Agir…

Navê Newrozê bi zaraveya Kirmançkî ye. Di Kurmancî de jî tê wateya Roja Nû ango Nûrojê. Ji ber ku zimanê giştî û hevpar Kurmancî ye zêde nebûye mijara behsê bê ka navê Newrozê bi kîjan zaravê ye. Zimanê Kurdî ji aliyê serdestên li ser axa Kurdistanê ve tim hatiye qedexekirin û kurd bi bişaftinê re rûbirû hatine hiştin. Bêguman gelek herêmên Kurdistanê ji vê pêla bişaftinê para xwe girtine. 

Ji bilî bişaftina serdestan bişaftineke navxweyî jî heye hewceye meriv bîne ziman. Kompleksa serdestî û bindestîyê di hiş û bîra civakan de tim zindî ye. Lewra jî Zimanên serdest tim dibin zimanê eleqedariyê û yên bindest jî ji nedîtî ve tên. 

Heger hewcedariya peyvekê ji bo zimanekî hebe lazime pêşî ji zimanê cîranê xwe bigire û bikarbîne. Na heger ji zimanekê dûr ango serdest bigire ev dibe kompleksa biçûkxistinê û pêşî li bişaftina navxweyî vedike. Kirmançkî zaraveya herî kevn a zimanê Kurdî ye ku ji Ûrartûyan bigir hetanî Medan hatiye axivîn. Sed mixabin di roja me ya îro de di asta sikratê de ye. Lewra jî weke zaraveyek qels û bindest tê dîtin û zêde balê nakişîne. Hegena hin peyvên Kirmançkî ku rojane têne bikaranîn têra bi hezaran peyvên zimanê serdestan dikin. Mînakên herî berbiçav Newroz, Toros, Zagros, Koçer, Zozan, Robar û Newal in.

A rastî nifşên vê serdemê ji hebûna Newrozê û wateya wê hetanî salên 1970 û 1980’yî hayîdar nebûn. Her çiqas li başûr û rojhilat qismek bihata zanîn jî ne zêde dengdar bû.

Sebebê nehayîdarbûnê ew bû ku li ser Kurdan tim zext û zora hêzên dagirker hebû.  Armanca wan navbera nifşên berê û îro vebikin, ji hev biqetînin ku dîrok û çanda wan bê jibîrkirin û bêne bişaftin. Ew zîhnîyeta dagirkeran, qismek be jî bi ser ket. Nifşê nû hetanî salên 1970 û 1980’yî ji vê mijarê hayîdar nebûn. Hetanî ku tevgera şoreşgerên 68’an bi rihê ciwanî derketin qada tunehesibandinê. Bi tevgera şoreşgerên 68’an û fraqsiyonên şopdarê wan ev pêvajo bû pêvajoya destpêka jiyaneke nû. Di vê pêvajoyê de li ser gelek mijarên girîng hat rawestandin û bi pêşxistina niqaşan rihekî nû hat afirandin. Yek ji ew rihê nû jî Newroz bû ku tovên wê yên yekemîn di sala 1973’an de hat avêtin û di 21’ê Adara 1982’an de, li zindana Amedê bi çar darikên kirfîtê ji aliyê Kawayê Hemdemî Mazlûm Dogan ve hat pîroz kirin. Ev şev ji bo Kurdan û dostên wan bû pêngava werçerxa serfiraziyê. 

Piştî 21’ê Adara 1982’an wekî gelek herêmên Kurdistanê navçeya me Licê jî bi agirê Newrozê re hat nasîn. Di wan salan de ku min bi xwe jî şahidî kir, şoreşgerên kurd ên ji fraqsiyonên cuda li herêmê gelek çalak bûn. Hê jî şopên wan ên nivîskî li ser zinar û kevirên çiyayên Licê têne dîtin. Nifşên wê demê baş dizanin, di şeva 21’ê Adarê de li serê her çiyayê Licê bi awayeke hemwext agir dihat vêxistin û Newroz dihat pîrozkirin. Çiyayê Şîro, Mewkoyan, Çiyayê Hêdîg, Çiyayê Dizêynî, Çiyayê Dêrê, Zarga Fîsê ku weke bajarê Deqyanûs tê zanîn û gelek çiyayên biçûk di vê şevê de dibûn şahidê hêza çakûçê Kawayê Asinkar û agirê Newrozê. Di nav civakê de kêm kes bi Newrozê û wateya wê zanibûn. Dema agir li lûtkeya çiyayan vêdiket di nav gel de digotin Mêlo pêket! Mêlo navê agirê Newrozê bû. Agirê ku yekemcar bi destê Kawayê Asinkar hatibû vêxistin, bi darikên Kawayê Hemdemî û agirê dilê Çaran, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan, Sema, Fikrî û Zekiyeyan geştir bû û îro li çar aliyê dinyayê bi awayeke heybet û mîhrîcanî tê gurrkirin…

 

NEWROZ PÎROZ BE…

İlginizi çekebilir