Mihyedîn Nahrîn: Xwendin Me Rizgar Dike

Xwendin me dike însan.

Xwendin me pêş dixe.

Xwendin me rizgar dike.

Merîfet û feydeyên xwendinên nayên jimar. Meriv çiqasî wesfê xwendinê bide nikare biqedîne û wesfên wê nayên jimar.

Emanet! Xwendin bila bibe karê we yê pêşî. Ev xwendin hem dê we, hem dê me û hem jî dê welatê me ji serdema reş û tarîyê dê derxe serdema xweşî û azadîyê.

 

Însan bi rêya xwendinê dibe xwedî fikir û fikrê xwe pêş dixe. Cîhana însanan bi rêya xwendinê geş dibe. Perspektîfa însanan jî dîsa bi rêya xwendinê fireh dibe.

Xwendin ji tunebûnê me ber bi hebûnê ve dibe. Bi rêya xwendinê em hebûna xwe ava dikin. Bi rêya xwendinê em ji xwe re wateya jîyanê dibînin û li pey wê wateyê temenekî derbas dikin.

 

Şêx Mûşeref di Mûqedîmeya xwe de wisa şîret li şagirtên xwe dike: “Kesê xwende mûheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e.”  Xwendin, însanan pêş dixe û bi rêya xwendinê însan dibe kamil. Însanê kamil dibe xwedî gotin û însanên din jî qîmetê didin gotinên wan. Însanên kamil bi demê re dibin Mîr. Her kes û her tişt dikeve bin kontrola wan. Lê dema kesek rûyê xwe ji xwendinê bide alî paşketin û binketin dibe para wan. Bi vî awayî wekî pîvaz û sîrê pêhna genî ji wan tê û însan ji wan aciz dibin. Kes naxwaze wan bibîne. Dîtina wan ji bilî talûkeya tiştekî nade însanan.

Pîrê Dubeytîyan Baba Tahir ji xwendinê pir hez kirîye û temenê xwe di rêya xwendinê de derbas kirîye. Di şîretek xwe de wisa dibêje: “Nezanîn kêmasîyek e, nehînbûn kêmasîyeke dubare ye.” Em însan tim xwedî kêmasî ne û dê kêmasîyên me jî her hebin. Lê pînekerin û çareserkirana kêmasîyan pir rehet e û ew jî xwendine. Xwendin kêmasîyan ji holê radike û bi rêya wê kesên nezan dibin zana. Kesê kêmaqil dibe xwedî aqil. Pêşketin me jî halê barbarîyê derdixe û me dike medenî. Însanên medenî tim serfiraz û  bextewar in. Ji xwe wateya jîyanê serfirazî û bextewarî ye. Ew jî tenê bi rêya xwendinê dibe para meriv.

Hemû bawerî girîngî dane xwendinê û li ser girîngîya wê şîret lî însanan kirine. Di Îslamîyetê de fermana pêşî ya Xwedê “Îqra/Bixwîne” bû. Pêxember ev yek ji xwe re kiribû ferz û girîngîya xwendin tim dianî ziman.

Pêxember di hedîsek xwe de wisa digot: “Ilm li welatê Çînê be jî biçin û wê bînin.” Dîsa pêxember di Şerê Bedîrê de ji bo êsîran şertekî dide pêş, ew jî ev bû: “Ger êsîrek bi deh kesan xwendin û nivîsandinê bide fêrkirin dê bê azadkirin.”

Xelîfê Îsalmê yê çara Elî wisa dibêje: “Kesê tîpek elîfbayê nîşanî min bide ezê çil salî xizmeta wan bikim.” Îslamîyet bi saya vê distûrê pêş ketîye û dema xwe ya zêrîn jî dîsa bi saya xwendinê jîyaye. Kengî dev ji xwendinê berdana paşketin jî bûye para wan û ev paşmayîn heta reformên bingehîn çênebin mixabin dê hîn jî bidome.

Terka xwendinê kesa, gela, bawerîya û dewletan dixe dewra tarîtîyê. Di dewrê tarîtîyê de tiştek pêş nakeve û paşmayîn însanan ji însanetîyê derdixe. Xwendin hebe hertişt bi ronahî dibe û pêş dikeve.

 

Emanet! Xwendin bila bibe karê we yê pêşî. Ev xwendin hem dê we, hem dê me û hem jî dê welatê me ji serdema reş û tarîyê dê derxe serdema xweşî û azadîyê.

 

 

İlginizi çekebilir