Mihyedîn Nahrîn: Newroz e, Newroz e…

Li vê dinê çiqas Dehaq hebin hewqas jî Kawayê Hesinkar hene.

Di nava me Kurdan de tu carî ne Kawa diqedin û ne jî Newroza pîroz. 

Bi izna Xwedê wekî çawa ji alîyê Kawayê Hesinkar ve em ji bin zilmê derketibûn, em ê carek din ji bin vê zilma hovane derkevin û em ê bi gîyanek pak û azad hem roja nû û hem jî bihara xwe pêşwazî bikin.

Em ê hemû xirabî, zilm û dagirkaran biavêjin nava agirê Newrozê û em ê xwe li ser wî agirî biqevizin û em ê carek din ji nû ve jîn bibin.

Newroz cejna herî kevn a cîhanê ye. Newroz hem cejna me ya netewî û hem jî cejna me ya dînî ye.

Wekî bi hatina biharê çawa gîya, dar û xweza xwe nûjen dike; qevastina li ser agirî jî dê me nûjen bike.

Agirê Newrozê agirekî wisa ye ku ne misqalek tirs û ne jî misqalek xirabî di hundirê mirovan de dihêle.

Kesên xwe ser agir de qevast êdî ji kesekî an ji hêzekê nema ditirse.

Wext e, derkevin rê da ku rojê bînin der û ji wê rojê Ala Rengîn bînin wicûdê.

Newroz roja vejînê ye, Newroz roja nû ye, Newroz roja azadî û aramiyê ye. Newroz ji piçûkan bigre heya mezinan, ji mêran bigire heya jinan roja me hemû dildaran e.

Ev roj ne roja bindestîyê ye, ev roj roja hişyarbûn û mafperestîyê ye; ev roj roja sermestî, dilşadî, bextewarî, azadî, wekhevî, edalet û xweşiyê ye.

Dê çavên xwe vekin ji xew û perdeya reş ji ber çavên xwe biçirînin. Vê êvara erefê agirê xwe dadin li deşt û çîyan, li gund û bajaran. Bila herkes pêjna lingê mêrxasan bike û bila silavek germ ji Kawayên hemdem bo Kawayê Hesinkar bê şandin.

Diranên xwe tûj bikin û devê xwe bi ken vekin. Bila kesek kula dilê we nebîne û haya kesekî jê nebe.
Rabin pîya û bêjin em li vir in. Bêjin: Ey nevîyên zalim Dehaq! Li hemberî te nevîyên Kawayê Hesinkar hene. Û car din bêjin em li ber we serî natewînin û wekî bapîrê xwe em dê teqez bi ser bikevin. Wekî bapîrê xwe agirê Newrozê pêxin, şeva me ronî bikin û dilê me xweş bikin.

Newroz e ya ku hêvîyên qeşagirtî dihelîne û wan can dike.

Zivistan û seqema îsal pir xedar derbas bû. Li gel vê zordarî û zehmetîyê me xwe gihand roja pîroz. Hebekî din ji me re sebir pêwîst e, rojên xweşîyê nêz in û roja me dê dil û hinavê me germ bike. Hebekî din sebr pêwîste; ji berê de gotine “xwedîyê sebrê dibe melîkê Misrê”. Bêhna agir, dengê dahol û zurnê tê.

Xwe amade bikin, rojên xweşîyê nêz in.
Newroza we pîroz be!!!

 

İlginizi çekebilir