Mihyedîn Nahrîn: Fikir û Gotin Nabin Yek

Fikir û gotin ti carî li hev nakin û timî li bin guhê hev dikin.

Fikir nikare bide du gotinê û bi heman awayî  gotin jî nikare bide du fikirê.

Her du bê hev nabin û dema tên ba hev jî nikarin bi hev re îdare bikin.

Têklîyek toksîk û pir jehrî di navbera wan de heye.

Xeyal û fikir tim li kêleka hev in. Cîhana wan bê sînor û fireh e. Lê kaînatek bêdawî û bêsînor ji xwe re mîrîtîya xwe didomînin. Tişta nayên ziman û bi ti awayî nayên gotin di cîhana xeyal û fikrê de dibe pêkan.

Ziman, gotin û laşê însan bi sînor e. Bi ziman, gotin û laşî heta cîyekî meriv dikare xwe îfade bike. Lê mixabin meriv nikare hemû xewn û xeyalê xwe bîne ziman û ji kesên hember re bide famkirin. Qeweta axaftinê heta cîyekî ye û piştî cîyekî axaftin bê wate dimîne. Ji kaînata xewn û xeyalan tenê meriv dikare bi qasî misqalekê behsa wan bike û ew jî meselyê bi temamî nade famkirin.

Li cîhanê em li pey xeyal û fikrekê dikevin. Em didin pey wan û di rêya wan de dimeşin. Xeyal û fikra li xweşa me çûyî ji bo jîyana me ji me re dibe bingeh. Li ser wê bingeha em ji xwe re jîyanek bi wate ava dikin. Bi xêra wan jîyana bêwate bi wate û rengîn dibe. Em hêvî û daxwazên me li ser bingeha wan ava dikin.

Heta ji me tê em dixwain xeyaş û fikrê me belav bibe. Ji bo pêşketin, îqtîdar û serkeftinê her rê mubah e. Ji bo vê yekê N. Machiavelli û ji bo serkeftina xeyal û fikrê em her karî dikin.

Mîzgîna Pîroz di destpêkê de wisa dibêje: “Di destpêkê de peyv/gotin hebû.” Rêya her tiştî pêşî ji xeyal û fikrê derdikeve. Xeyal û fikir kanîya her tiştî ye. Ew kanî jî bi rêya peyvan û gotinê xwe derdixe der. Bi rêya gotinê xeyal û fikir ji mejî xwe berdide dil û mejîyê kesên din. Gotin çiqasî xweş û baş be serkeftin jî pêre tê.

Di hin bawerîyan de qaîdeyek heye tê gotin ku sê cîhan hene. Ev cîhana em lê dijîn cîhana duduya ye. Cîhana sêyan piştî mirinê dest pê dike. Cîhan pêşî, cîhana berîya jîyanê ye. Li wê cîhanê gîyan tê afirandin û li wir bi gîyan re peyman tê çêkirin. Gîyan dema peyman qebûl kir wan dişînin ser rûyê dinê.

Li cîhana ewil gîyan dikeve nav xewn û xeyalan, dikeve nav pêlên fikrên delal. Xewn, xeyal û fikir ji gîyan re dibin armanca jîyanê. Ji bo di armancên xwe de bi ser bikevin peymanê îmze dikin û têne vê cîhanê. Li cê cîhanê didin pey xewn, xeyal û fikrê xwe. Însan hingî xwe di doza xwe de wenda dikin ne cîhana ewil û ne jî ya dawîyê qet nayê bîra wan. Wekî tenê ev cîhan heye kar dikin û didin pey xeyal û fikrên xwe. Kêm kes bi ser dikevin û gelek ji wan jî di nava xemgînîyê de temenê xwe derbas dikin.

Anîmasyonê Soul yê Pixarê (2020) li ser vê meseleya her sê cîhana disekine. Bi dîmenên delal, bi çîrokek serkeftî xeyal û fikrê însanan tîne pêşberî temaşevanan. Her çiqasî xeyal û fikir delal bin lê mixabin ziman hewqasî pêşketî nîne ku wan xeyala bide îfadekirin û avakarin. Lê dîsa jî wekî mîna lehengê anîmasyonê em ê bidin du xeyal û fikrên xwe û heta ji me bê em ê wan bi gotinên îfade bikin. Dîsa heta ji me bê em ê ji bo serkeftina wan bixebitin.

Gelek caran xeyal û fikrên me delal in û bi gotinên delal em însanan dikşînin alîyê xwe.

Gelek caran xeyal û fikrên me xirab in û bi gotinên delal em însanan dikşînin alîyê xwe.

Gotinên delal carna însanan ji rê derdixin û carna jî wan tînin ser rêya baş. Ji ber vê yekê divê meriv ji her gotinên delal bawer neke û nede dû kesên dilxirab. Kesên dilxirab Machiavellist in lewma xapandin û sextekarî ji bo wan du rêyên serkeftinê ne. Bi gotinên xwe însanan dikşînin ba xwe lê tevgerên wan neyta wan derdixe der.

Ji bo meriv neyê xapandin divê xeyal û fikrê meriv hebe û meriv bide dû wan. Meriv avakarê rêya xwe be kesek nikare meriv bixapîne. Ger însanek bikaribe xeyal û fikra xwe îfade bike û bi tevgerên xwe wan tasdîq bike ji wan kesan bextewartir kesek nîn e.

Herçiqasî fikir û gotin nebin yek jî ya herî girîng fikir û gotinên meriv bi xwe ye.

 

İlginizi çekebilir