Mihyedîn Nahrîn: Di Mîtolojîyê û Jîyana Rojana De Şepirzetîya Jinan

Hewa û neqayîlbûna bihuştê

Li gorî mîtolojîyê û çîrokên pêşî meskenê însanan bihuşt bû. Dema Xweda jin û mêr (Adem û Hewa) afirandin ew li bexçê Adenê (Bihuşt) bi cih kiribûn. Her curê nîmet û her curê ajal xistibû bin xizmeta însanan lê ji bilî dara sêvê. Xweda tenê dara sevê li wan qedexe kiribû û her tiştên mayîn yê wan bû. 

Dîsa li gorî çîroka hatî neqilkirin şeytan ji bo wan bixapîne xwe dixe şeklê marekî û pêşî nêzî Adem dibe. Ji Adem re pesnê sevê dide û dibêje: “Ew dara zanîn û jîyanê ye. Ger tu ji fêkîya wê bixwî tu yê wekî Xweda bibî nemir û zana” lê Adem ji gotina Xweda dernekeve û bi gotina marî nake. Mar diçe cem Hewayê û heman tiştî ji wê re dibêje. Mar ketibû hişê Hewayê û ew bi hesanî xapandibû. Hewa ji bo bibe Xwedayî (nemir û zana) ji darê sevekê jê dike û wê gez dike. Hewa heman sevê dide Adem jî. Gava Adem û Hewa sevê dixwin ji xwe hay dibin û çavên wan vedibe û ji halê xwe yê tazîbûnê fedî dikin. Xweda dema pê dihese wan ji cenneta xwe diqewirîne û wan dişîne ser rûkê dinê. 

Xweda ji bo ku mar ew xapandine wî bê ling dihêle û heta hetayê dê ew li ser zikê xwe tevbigere. Ji bo Hewayê wekî ceza êşa bikincketin (regl), êşa zayînê û li hevnekirina bi zarokan dide. Ji bo Adem jî heta dawîya emir kar û barê axê dide. 

 

Ev mîtolojî di hemû olên semawî de derbas dibe. Ev çîroka mîtolojîk di ola Cihû, Xaçeperest û ya Misilmanan de jî tê gotin. Di vê mîtolojîyê de meriv bi rehetî dibîne ku jin ji tiştekî qayîl nabin, her daîm zêdetir, zêdetirîn û zêdetirtirîn tiştan dixwazin. Mêr an jî jîyan çiqasî tiştên xweş bîne pêşberî wan jî bi van tiştan qet qayîl nabin an jî qayîlbûna wan tenê ji bo demek kurt e. Her tim tiştên nû ji alîyê jinan ve tê telebkirin, ev teleb baş an jî xirab be jî tê meraqkirin û tê daxwazkirin. An jî ji bo tiştekî biçûk dikarin dinyaya zilaman bi serê wan de xira bikin. Jin bi rehetî ji bo kêçekê dikarin kadînê bişewitînin lê dîsa dilê wan rehet nabe û dixwazin malê bi xwe jî bişewitînin. Dema jin agir berdidin xewn û xeyalan di nav wan xewn û xeyalan de herkes dişewite û yê herî bêtir dişewte jî zarok û mêr in. Hewa qîma xwe bi bihuştê neanî û bi tevgera xwe ji bihuştê ew û Adem hatin qewirandin. Jîyan bihuşt be jî mixabin têra jina dîsa nake.

Lîlîth: jin dijminê hev in

Li gorî bawerîya Cihûyan jina pêşî Lîlîth e. Lîlîth pêşîya Hewayê hatibû çêkirin. Lîlîth bi Adem re di heman demê de û ji heman axê hatîye çêkirin. Adem di baxê bihuştê de neheqîyan li Lîlîthê dike û dixwaze ew tim bindest be. Adem hertim serdestîyê li Lîlîthê dike. Lîlîth vê yekê qebûl nake. Dibîne Adem ji gotinê fam nake radibe terka bihuştê dike û tê alîyê Behra Sor. Li wê derê bi mîrê cinan re dizewice û ji zewaca wan sed zarokên wan çêdibin. Adem li bihuştê tenê dimîne û xemgîn dibe. Xweda ferîşteyên xwe dişîne pey Lîlîthê da li Adem vegere lê vê daxwazê red dike. Xweda jî ceza dide Lîlthê û zarokên wê bi ferîşteyên xwe dide kuştin. Lîlîth jî ji vê yekê gelekî aciz dibe û sond dixwe ku rehetîyê nede zarokên Benîademî. 

Dema jin ducanî dibin Lîlîth li wan musallat dibe û dike zarokên wan ji ber wan herin. Dema zarok tên dinê û kêlîyek tenê jî bên hiştin di nava çil rojî de heger Lîlîth keysa xwe lê bîne zarokên benîademan dikuje. Di vê mîtolojîyê de berbiçav em dibînin jin dijminatî li gel jinê dike. Jin tu carî nabin reqîbên hev, jin tim dibin dijminên hev. Reqîbtî ji bo demekê ye û diqede lê dijminatî ta ebed didome. Di vir em dibînin ku Lîlîth heta hetayê dê musallatî jina û zarokan wan bibe lê ne musallatî zilaman. Di vir de yê neheqî li Lîlîthê kirî Adem e lê yê zirarê dibîne jin e. Wekî gotina pêşîyan “Nikare bi kerê baz dide kurtan”. Qeweta Lîlîthê bi Xweda û Adem nakeve lê bi feqîra Hewayê û zarokên wê dikeve.

Jîyana modern a rojane

Jîyana modern naveroka herî tiştî vala kirîye. Her tişt bê wate maye. Ilm, zanîn, tenduristî û teknolojî pêş ketîye lê ji alîyê mirovatîyê ve em li paş mane. Berê her însanan dest bi karekî dikirin û bi demê re li ser wî karî dibûn pispor lê niha însan wek berê ne sebra wan heye û ne jî pisporîyek wan. Mixabin her tiştî nivî dihêlin û berê xwe didin tiştên nû. Ne qalfa man û ne jî hosta. Herkes di asta çiraxtîyê de man û kesek neçûn pêş ji bilî çend însanên jêhatî.

Di demên borî de her qad di navbera însanan de hatibû parvekirin. Herkes di qada xwe de şêr bû an jî şepal. Lê di jîyana îroyîn ya modern de herkes li her derî ye û kesê li her derî bi kêrî tu derî nayên. Kesê ne li gorî kar xwe dixin nava kar û nahêlin kar pêşve here. Kesên zana jî xwe ji tirsa nezane dane alî û temaşe dikin. Kesên nezan bûne ser û kesên zana xwe dane der.

Dema meriv di navbera xwe de kar dabeş dike barê meriv sivik û rehet dibe. Herkes dizane dê li ku bisekine û dê çi bike. Wê demê pisporî derdikeve pêş û mirov di karên xwe de bi ser dikevin.

Di demên borî de kar û bar di navbera jin û mêran de hatibû parvekirin. Herkes li qadên xwe diman û karê xwe bi profesyonelî dikirin. Di jîyana îroyîn der her tişt serobino bûye. Kes nizane dê li ku bisekine û dê çi bike.

Femînîzm û rewşa jina

Di zemanên pêşî yê berîya dîrokê de jin di karê komkirinê de dixebitîn mêr jî di karê nêçîrvantîyê de. Piştî niştecihbûnê û di serdema çandinîyê de jin karê malê dikirin û mêr jî karê derve. Jin gelek caran dihatin alîkarîya mêran û karê derve jî dikirin. Jin ji wê demê heta destketîyên femînîzmê bi vî awayî hem di karê zilaman de û hem jî di karê malê de bi awayekî pir rehet dikarîbûn kar bikin. 

Femînîzm di jîyana modern de ji jinan re di her qadê de azadî teklîf kiribû. Lê ew azadî bû marek jehrî bi jinan ve veda. Jin bi vê serxweşbûna azadîyê li şûna pêş bikevin roj bi roj bêhtir li paş dimînin.

Êdî jin li gorî berê rehetirin (hîn jî zehmetîyan dikşînin) û dikarin xwe di her qadê nîşan bidin û xwe pêş bixin lê mixabin ev pêşketin pêk nehat û ji alîyê jinan ve azadîbûn tenê wekî “azadîbûna li xwekirna kinc û cilan ma”. Femînîzm hema bêje di her qadê pêşîya jina vekir. Lê jina bi piranî li ser moda û xweşikbûnê xwe pêş xistin û berê xwe nedan qadên din û ew qadên din ji mêran re hiştin. 

Barê azadîbûnê giran e, divê meriv xwe bide bin bar da ji bo rojên xweştir û ronaktir bibîne. Lê wisa dixwiye tirsa dilê jina hîn zindî ye û newerin xwe bidin bin vî barê giran. Lewma roj bi roj jin li paş dimînin.

Xwendina li pey xewn û xeyalan

Êdî her jin diçe mektebê. Ji pêşdibistanê bigre heta zanîngehê bi rehetî dikarin xwendina xwe bidomînin. Gava mektebên xwe xilaskirin û wekî her mirovekî dikarin bikevin nava kar û barê dinyayê. Lê mixabin perwerdeya li vî welatî tê dayîn bi kêrî pênc qirûşan nake ji ber vê yekê kesên dixwazin xwe pêş bixin wekî Nietzche gotî: divê “Bi neynokê xwe bikolin” da xwe pêş bixin.

Her çiqasî heta dema zanîngehê Jin di ezmûnan de dabin pêşîya zilaman jî dema tên zanîngehê xwe ji xwendinê xwe didin alî û qada zanînê ji mêran re dihêlin. Jin ji bo pêşketinê naxwazin xwe bixin bin barê giran de.

Salên zanîngehê ji bo pêşketinê demên zerîn in. Kesên di van salan de bi profesyonelî tevgerîya piştî zanîngehê tên cihên baş lê kesên wextê xwe ji bo keyf û seyranê derbas kirin mixabin piştî zanîngehê peya dimînin û li mala xwe vedigerin. Pêşketin karekî komînal nîn e û her kes tenê dikare xwe pêş bixe. Di dema zanîngehê de kemasîya jina li vir eşkere dibe, naxazwin tena serê xwe karekî bikin. Jin naxwazin tena serê xwe herin konserekê, şanoyekê, kursa hobîyekê an jî derketin derveyî bajêr/welat. Ji bo van xebatan û yê din timî ji xwe re li şirîkan/hevalan digerin û dema şîrikan peyda jî dikin tenê ev kar û bar li ser lêvên wan wekî gotin dimîne. Jin di nava xewn û xeyalan de mektebên xwe dixwînin lê ji bo xewn û xeyalên xwe jî gavekê bi pêş naavêjin.

Jin êdî ne wekî jinên berê ne. Dem diguhere û hertişt bi demê re tê guhertin û divê bê guhertin jî. Lê guhertin divê ji alîyê baş ve be û ji alîyê pêşketinê be. Lê heger ev guhertin ji alîyê xirabîyê ve be û paşdemayînê be xetereyeke mezin e. Berê xwendin hevqasî ne pir bû keçikan li ber destên xwişk, dê û dapîrên xwe hînî gelek tiştan dibûn û bi demê re di van karan de dibûn pispor. Piştî demek şûn de tena ser xwe dikaribûn malekê bi rêk û pêk bikin. Lê niha ji biçûkatî heta temenê 25-30î wexta wan bi xwendinê derbas dibe. Xwendin dibe karê wan yê sereke lê mixabin di xwendinê de têra xwe xwe nadin ber. Ji ber vê yekê di alîyê xwendinê de pir pêş nakevin û di demên zêrîn yê zanîngehê de wextê xwe hema bêje ji bilî çend jinên jêhatî vikîvala derbas dikin. Lewma karekî pisporîyê nikarin bi dest bixin. Dema zanîngeh diqede û tên malê nizanin dê çibikin û ji alîyê malbatê ve jî têne rexnekirin. Ji ber ku di xwendinê pêşneketine û bi kêrî karê malê jî nayên malbata wan bi awayekî tûj wan rexne dikin. Jin li gel van rexneyan nizanin dê çawa tevbigerin. Navbera wan û malbatê hêdî hêdî vedibe û ji hev dûr dikevin.

Di kar û bar de qelsîtî

Jinên piştî zanîngehê dikevin ser kar jî di alîyê kar û bar de pir qels dimînin. Ji ber qelsbûnîyê gelek caran derûnîya wan xira dibe û li ser kar pirî caran digirîn û nizanin dê çawa tevbigerin. Jinên xwe di dema zanîngehê de pêşxistine bi rehetî dikarin ji bin van baran bi rehetî derbikevin lê yên qelsmayî û xwe pêşnexistî mixabin leqayî pir zehmetîyan tên.

Li cihê kar dema jin lê pirbin mixabin kar û bar bi rehetî nameşe. Pir alozî derdikevin meydanê. Di karê mamostetîyê de jin pir in û mektebên ku mamosteyên jin lê pir in pir pirsgirêk derdikevin meydanê. Dema meriv bi mudur an jî mudireyek mektebê re sohbet bike her du jî heman tiştî tînin ziman: “Cihê jin lê pir in kar nameşe. Kar bimeşe jî bi teqlomeqlo dimeşo.” Ev rewşek tarjedî ye. Meriv dikare gotinên zilaman bi awayekî din şîrove bike lê meriv bi rehetî dibîne ku jinên xwe pêş xistine ew jî bi heman awayî wekî mêran difikirin. 

Mamoste avahîsazên mirovatîyê ne. Mamosteyên baş dikarin civakê derxin ronahîyê. Mamosteyên baş dikarin çarenûsa netewekî an jî welatekî biguherînin. Lê mixabin hejmara mamosteyên jin zêde be jî hejmara yên jêhatî pir kêm e. 

Temenekî li pey cihêz, magazîn û meqyajê

Li her derî kar û barê jina amadekirina cihêz e. Sohbeta jina bi piranî li ser magazîn û programên sibehê yê televîzyona ye. Tim telefonên wan di destên wan de û çavên wan di hesabên wan yê medyaya civakî de ye. 

Jin bi piranî ji înternetê sîparîşên cihêz, moda û malzemeyên meqyajê didin. Di nava wan de kesên ku pirtûkan an jî ji xeynî van mijaran li ser mijareke din sohbet bikin pir kêm in. Ev rewşa wan tenê di dema kar de wisa nîn e di dema zanîngehê de jî bi heman awayî tevdigerin. Jin li ku derê bin û çend salî bin qet ferq nake temenê xwe li pey sê tişta dibuhurînin: cihêz, magazîn û meqyaj.

Ji paqijîyê ber bi nepeqijîyê ve

Di zemanê berê de mirovên nepaqij piranî mêr bûn lê di dema îroyîn de jin di alîyê nepaqijîyê de dane pêşîya zilaman. Li mektebek Esenyurdê min kar dikir li wê derê hejmara mamosteyên jin pir bû. mamosteyên mêr tenê sê kes bûn. Dolabê her sê mamosteyên mêr bi rêk û pêk bûn. Cihê ku em lê rudiniştin tim paqij bû. Lê mixabin dolabên mamosteyên jin tarûmar bûn û cihê ku ew lê rûdiniştin tim gemarî. 

Yên sohbeta sîyasî, aborî, felsefî, edebîyat, civakî û zanîstî dikirin mêr bûn lê jin timî dîsa bi sohbetên magazîn û programên sibehê yê televîzyonê re eleqedar dibûn û telefon qet ji destên wan dernediket. Pişt sê salan li wir xebitîm min berê xwe da mektebeke Kuçukçekmecê li wir jî heman rewş hebû ne kêm û ne jî zêde.

Li cihê kar tişta herî ecêb jî bikaranîna destşo û tiwalatê bû. Tiwaletên mamosteyên mêr tim paqij bûn lê yên mamosteyên jin sed mixabin tim pîs bûn. Di civîna mamosteyan de gelek caran li ser bikaranîna tiwalatan hişyarî ji hevalên jin re hate dayîn. Lê ev hişyarî çare nekir û herî dawî li cihê destşo nivîsa “Ji kerema xwe re paqij bihêlin” hate daleqandin.

Dema min zanîngeh nû qedand min di restorantekê de dest bi karê komîtîyê kir. Ez berdeskê garsonan bûm. Hemû kar li ser pişta me dimeşîya. Paqijîya restorantê jî ji alîyê me komîyan ve dihat kirin. Di alîyê tiwelat û destşoyan de cihê mêran tim ji yê jinan paqijtir bû. Lê cihê jinan timî alozî derdiket. jina hertim cihê destşoyan pîs dihiştin (Helbet hemû jin wisa nedikirin). Xwedîya restorantê jin bû û ew jî ji vê rewşa jinan pir aciz dibû. Xwedîya restorantê tim bi zimanekî tûj behsa vê rewşa xirab dikir.

Helbet di karê paqijîyê de jinên pir paqij jî hene lê mixabin hejmara wan pir kêm e. Demek dirêj ez çûm avjenîyê. Li wir jî mixabin rewşa bi heman awayî bû. Xebatkarê wê derê tim gazin ji jinan dikirin. Saeta jina û ya mêra cuda bû. Dema mêr diketin hawiz, hawiz paqij dihêliştin û derdiketin lê dema jin diketin hawiz sed mixabin zêde pîs dikirin û derdiketin. Xebatkarê wê derê jî jin bû û ji vê rewşa nepaqijîya jinan pir dikşandin.

Zilam ne tişt in lê zarok her tişt in…

Di dema dilbertî û dildarîyê de jin û mêr ji hev re xweş dikin û gelekî qîmetê didin hev. Bi demê re ev têklîya wan ber bi zewacê ve diçe. Piştî zewacê jî hêstên dayîkbûnê didin pêşîya hêstên hezkirinê û bi piranî jin dixwazin zarokan çêbikin. Sê heb sedemên xwestina zarokan hene: ya pêşî tamkirina hêstên dayîkbûnê ye, ya duduyan daxwaza girêdana mêr a malê ye û ya sêyan derbasbûna saeta bîyolojîk e. 

Serê pêşî jin da ji bo dildarê wan ji dest neçe berê wî didin zewacê û piştî zewacê da malbatê zexmtir û mêrî bêhtir bi malbatê ve girêbidin daxwaza çêkirina zarokan tînin meydanê. Gelek caran mêr haya wan ji wan tuneye û daxwazên hevjîna xwe qebûl dikin. Heta çêkirina zarokan jîyana wan her duyan mîna li bihuştê bin bi xweşî û bi keyfê derbas dibe. Lê dema biryar didin ji bo zarokan û dema zarok tên dinê hertişt serobino dibe. Jin ji mêr bêhtir berê xwe dide zarokê û bêhtir bi bi zaroka xwe re eleqedar dibe û mêr diavêje hêla din. Ev rewşeke pir xetere û talûke ye. Dema zarok dikevin pêşîya mêr û mêr dibin kesê duyem ev rewş têkilîya wan û zewaca wan dixe xetereyê. Ji bo ku jin bi temamî xwe dide zarokê wext nabîne ku bi hevjînê xwe re wext derbas bike. Dema mêr hîs dike ku êdî hertişt ne wek berê ye û wek berê hevjîna wî bi wî re eleqedar nabe ji alîyê derûnîyê ve rewşa wî ber bi xirabîyê ve diçe. Bi demê re û hêdî hêdî jin û mêr ji hev dûr dikevin. Ev dûrketin mixabin gelek caran dawî li zewaca wan tîne û her du dev ji hev berdidin.

Femînîzm ji bo jinan karên gelekî hêja kirîye. Gelek destketî bi xêra tevgerên femînîst bûne para jinan. Hema bêje di her qadê de femînîzm ji jinan re rê vekirîye. 

Kapîtalîzm jî ji vê rewşê îstîfade dike û laşê wan wekî materyal derdixe pêşberî civakê. Di reklam, klîp, fîlm, rêzefîlm û medyayê de jin bi laşê xwe li pêşberî çavê civakê ye. Jinên din jî van mînakên ber bi çav ji xwe re wek model digrin û xwe dişibînin wan. Dema meriv li ser medyaya ciavkî hesabên jina kontrol bike meriv bi rehetî dibîne ku laşe xwe wekî materyal nîşan dane. Di parvekirinên xwe de ji bo laşê wan xweşiktir derkeve bi efekt û bi PhotoShopê bi wêneyên xwe dilîzin û ji şiklê xwe yê orjînal dikevin şiklekî din. Ew şiklê dawî qet naşibe wêneyê orjînal. Di hemû wêneyan de jin herdaîm delal derdikevin û tu kêmasî an jî nexweşikbûnî di wêneyên wan de naxwîye. Bi saya medyaya civakî jineke qelew bi rehetî xwe zeîf, jineke kinik xwe dirêj û jinek nexweşik xwe xweşik nîşan dide. Kesa li ber çavê we cuda ye û hesabê wê yê medyaya civakî bi temamî cuda ye. Ev rewşa azadîya laş jinan dike koleyê kapîtalîzmê. Jinên dibin kole bi sextekarî (Efekt û PhotoShop) laşê xwe pêşkeşî mirovan dikin.

8ê Adarê: Roja danûstendinê

Dema dibe 8ê Adarê (Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê) hemû fîrmayên kapîtalîst ji bo jinan daxistinê dikin. Ev roja pîroz îro ji bo jinan bûyê roja danûstendinê. Bi piranî haya jinan ji vê roja dîrokî nîn e. Di vê rojê de hertim ez ji hevalê jin dîroka 8ê Adarê pirs dikim lê yên bersivê dizanin mixabin hejmara wan pir kêm e û yên din jî qet nizanin. Kesên bindestîya xwe jibîr bike mixabin cardin dibin bindest lewma divê jin jibîr nekin. Lê mixabin bi saya reklam û daxistinan jin qet li dîroka 8ê Adarê nafikirin. Çavên wan tim li reklama ye û hesabên wan li ser danûstendinê ye.

 

 

 

İlginizi çekebilir