Mihyedîn Nahrîn: Berê Peyv (Mît) Hebû

Li gorî zanîna me ya îroyîn di vê kaînatê de tenê li ser rûyê dinê jîyan heye. Dîsa li gorî zanîna me ya îroyîn candarên xwedî fikir û xwedî ziman tenê însan e. 

Herçiqasî bi ziman û bi fikir em ji candarên din bên veqetandin jî di eslê xwe de em jî heywan û di koma ajalên bi memik cih digrin.

Jîyana me însanan di destpêkê de mîna ajalên din bû. Me jî wekî wan bi nêçîr û komkirinê me jîyana xwe didomand. Heta demeke dirêj jî jîyana me însanan wisa dewam dikir. Di vê dewrê de em pendamê xweza û ajalan bûn. Tişta me dixwest xweza bi hemû comerdîya xwe ew dida me, helbet di vir de jêhatîbûn û xîrete me însanan jî girîng e. Tiştên me dixwest li xwezayê hebû û hewcedarî bi afirandinê qet nebû.

Berîya niha bi qasî sed hezar sal berê însana dest bi çêkirinê alavan kir û pêre jî ji xwe re zima avakirin. Di vir de N. Chomsky dibêje ku ziman ji peresan û mûtasyona însanan derketîye. Li gorî nerînên Chomsky ziman berîya niha sed hezar sal berê derketîye lê ziman di nava mîlyonsalan de peresan bûyê û ketîye şeklê xwe.

M. Tomasello û M. Corballîs dibêjin ku ziman rewşek çandî ye û bi erdnîgarîyê ve girêdayî ye.

Ha bi peresanê, ha bi erdnîgarîyê û ha jî bi dayîna Xweda ziman derketibe, ev yek hewqasî girîng nîn e. Wisa dixwîye ku em ê nikaribin ji vê pirsê bersivekê bibînin. Werhasil kelam bi qasî sed hezar sal berê bi awayekî ziman derdikeve meydanê.

Dema însanan dest bi axaftinê kir û di navbera xwe de danûstendin kir hêdî hêdî û bi destê xwe xwe ji nava koma ajalan dane alî. Ji xwe re pozîsyonek nû ava kirin û xwe ji ajalan din mezintir dîtin.

 

Êdî însana xwe wek ajala nedidîtin û ji xwe re ajal kedî dikirin û debar, parastin û çûnûhatina xwe bi wan kirin. Însan bi saya çêkirina alav û ziman bi carekî ji halê ajalan derbasî halê Xwedayîyan bûn. Êdî hemû xweza û ajal bûbûn evdên Însanan û însan jî bûbûn Xwedayên nû.

Di hemû mîtolojîyan cîhanê de û yên semawî de hemû Xweda dixwazin bên nasîn û dixwazin hin kes di xizmeta wan de bin. Ji bo vê yekê ji xwe re evda çê dikin. Ev evd însan bi xwe ne. Çawa ku Xweda dixwazin xwe bidin nasîn Xwedayên nû (însan) jî dixwazin xwe bidin naskirin. Ji bo xwe ji koma ajalan veqetînin wan dikin evdê xwe û ji xwe re mîtolojî û dîrokek nû ava dikin. Ev hemû tişt bi saya ziman derdiketin meydanê.

Ziman însana ji koma ajalan veqetand. Bi saya ziman însanan wateya jîyana xwe bi carekî guherandin. Bi saya ziman ajalên berê êdî bûbûn desthilatdarê dinê, desthilatdarê xwezê û desthilatdarê ajalan…

 

 

İlginizi çekebilir