Mem Ararat beriya hilbijartinê hişyarî da partiyên siyasî

Mem Ararat beriya hilbijartinê hişyarî da!

Hunermendê navdar Mem Ararat bi bîr xist ku hin partiyên siyasî di xebatên hilbijartinê de stranên wî weke propagandayeke siyasî bi kar tîne. Ararat, got ew naxwaze tu straneke wî weke propaganda bê bikaranîn.

Hunermendê navdar Mem Ararat derbarê xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Ararat, bêyî ku nav bide, bi bîr xist ku hin partiyên siyasî di xebatên hilbijartinê de stranên wî û muzîka wî weke amûreke propagandayê bi kar tînin û got: “Em naxwazin tu stran û muzîka me weke propaganda bê bikaranîn.”

Hunermend Mem Ararat, li ser hisabê xwe yê medyaya civakî navê tu partiyek neda lê hişyarî da wan partiyên siyasî ku stranên wî bi kar tînin û ev daxuyanî parve kir:

“Van demên dawîn em lê hay dibin ku stranên me ji hêla hin partiyên siyasî ve wek mûzîka propagandayê tên bikaranîn. Divê bê zanîn ku bikaranîna mûzîkan bêyî haya me û bêyî destûra me ye. Lewma jî em hêvîdar in ev daxuyanî bibe hişyarî, lewra em naxwazin stranên me weke malzemeya propagandayên siyasî were bikaranîn.”

Mem Ararat hunera xwe tenê bi zimanê kurdî dike û bi milyonan hezkiriyên wî hene. Her parvekirineke wî ya li ser medyaya civakê ji aliyê bi milyonan kesan ve tê temaşekirin. Ew yek ji wan hunermendan e ku beriya her konserek bilêtên wî li bazarê namînin.

(AMİDA Haber –)

İlginizi çekebilir