Li Bakurê Rojhilata Sûrîyê hilbijartinên şaredarîyan pêk tê

Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan li Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku hilbijartinên bajarvanîyan li herêmê wê di 30’ê Gulanê de pêk werin.

Hevseroka Komîserîyê Rûken Mele Îbrahîm derbarê hilbijartinan û amadekarîyên wan got ku qanûna hilbijartinan tê danîn û kar li ser qanûna dabeşkirina rêvebirîyan jî tê kirin.

“Em jî di komîserîya bilind ya hilbijartinan de amadekarîyên xwe temem dikin jibo hilbijartinên demokratîk û bi hêvî ne ku gelê herêmê berê xwe bide ser sindûqan”, Mele Îbrahîm got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêvebirîya Xweser sala 2017’an hilbijartinên komîn û meclîsan li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê pêk anîbûn.

Lê, vê carê li herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgar kirin, anku Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê jîhilbijartin tên li dar xistin, ku ji destpêka alozîya Sûrîyê de sala 2011’an hilbijartin li van deveran çênebûne.

Rojnamevan Perwer Mîdî dibîne ku tiştê ji hilbijartinan tê hêvî kirin başkirina rewşa jîyanî ya gel e.

“Divê projeyên başkirina rewşa aborî û pêşkêşkirina xizmetkarîyan ji gel re hebin, herwiha Rêvebirîya Xweser jibo elketrîk û avê projeyên demdirêj çêke, ev tişt pêk werin hilbijartin dê bi ser kevin, lê eger ew tenê jibo guhertina kesan bin, hilbijatin dê bêhêvî bin”, Mîdî dibêje.

Tê zanîn ku biryara pêkanîna hilbijartinên şaredarîyan, piştî danîna peymana civakî dawîya sala par hatibû standin, ku li gor peymanê Bakur û Rojhilata Sûrîyê êdî bûye yek herêm û ji 7 kantonan pêk tê.

Çavdêr dibêjin ku pêkanîna hilbijartinan li bakur û rojhilata Sûrîyê, ne tenê jibo başkirina rewşa jîyanî û xizmetkarîyan e, lê ew pîvana çiqas demokrasî jî li herêmê heye.

 

/Jêder:voa-kurdi- Newroz Reşo/

İlginizi çekebilir