Komîsyona Parlamana Tirkîyê Wê Pêncşemê Endamtîya Swêdê ya li NATO Gotûbêj Bike

Komîsyona peywendîyên derve ya parlamana Tirkîyê wê roja Pêncşemê derbarê bernivîsa ser endamtîya Swêdê ya li NATO gotûbêj bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bernivîsa ser endamtîya Swêdê ya li NATO berî sê hefteyên pêşkêşî parlamanê kiribû.

Tirkîyê îdia dikir ku ”Swêd jibo komên terorîst mazuvanîyê dike” û dijî endamtîya wê ya li NATO disekinî.

Jibo ku parlaman dengdana li ser bernivîsê bike, divê berê li komîsyona peywendîyên derve were pejirandin.

Erdogan ji Swêdê dixwaze ku têkoşîna dijî çekdarên Kurd berfirehtir bike.

Wî dîyar kiribi ku ewê hewil bide ku bernivîs hêsantir were pejirandi.

Peywendîyên derve yên NATO dê 28 û 29’ê Mijdarê li Brukselê kom bibe.

Swê û Fînlandîya ku wek dewletên bê alî dihatin zanîn, piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû, serî li NATO dan ku bibin endamên wê hevpeymanîyê.

Endamtîya Fînlandîya meha Nîsanê hat pejirandin, lê Tirkîye û Macaristanê hîn endamtîya Swêdê nepejirandine.

/Jêder: Reuters- voa kurdi/

İlginizi çekebilir