Kışanak: DEM Partî li Enqerê rêyek demokratîk pêşkeş dike

Berbijara Bajarvanîya Enqerê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gultan Kışanak got ku partîya wê jibo hemwelatîyên li bajêr rêkeke demokratîk pêşkeş dike.

Kışanak di hevpeyvîneke taybet de ji Ajansa Mezopotamya re got ku berbijarîya wê jibo çareserîyên demokratîk rolên Enqere û Amedê nîşan dide.

‘’Ne DEM Partî û ne jî ez bi xwe, em sîyaseteke ku bi hinekan dide qezenc kirin yan hinda kirin nameşînin. Ez vê yekê bi awayekî zelal dibêjim. Armanc û bernameya DEM Partî heye.’’

Wê dîyar kir ku DEM Partî jibo gelên Tirkîyê li hêla aştî, azadî û aramîyê disekine û got ku ger ne partîya wan bûya ewê li Enqerê rêkeke demokratîk xuya nebûya.

Kişanak got ku ew ti carî di şertên wekhev de neketine hilbijartinan û dîyar kir ku ew ‘’rehîneyeke sîyasî’’ ye û ew ti carî ji têkoşîna gel qut nebûye.

Berbijara DEM Partî di hevpeyînê de Partîya Gel ya Komarî (CHP) rexne kir û got ku ew dema girtina wan û erkdarkirina qayuman dijî binpêkirina hiqûqê nesekiniye.

Kişanak got ku CHP’ê dikare fikrên sîyasetvanên Kurd rexne bike, lê bê ku berevanîya mafên mirovan yên bingehîn û mafên sîyasetê bike nikare dewleteke demokratîk biparêze.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bajarvana berê ya Amedê Kişanak ji Cotmeha 2016’an vir ve li zindanê girtî ye.

CHP û DEM Partî ser hevkarîyê danûstandin kirin, lê hevkarî tenê jibo Manîsa, Mersîn û Esenyurt ya Stenbolê hat ragihandin.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê zanîn, li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên CHP’ê.

 

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi çekebilir