Hilbijartina Xelfetî ku Dem Partî serkeftibû, hate betal kirin

Komîsyona Hilbijartinê ya Ruha îro Înê biryar da ku hilbijartina li bajarokê Xelfetî jinûve were kirin. Komîsyonê li ser îtiraza Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ew biryar da.

Di hilbijartina 31ê Adarê de Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (Dem Partî) bi

7.971 dengan, % 39.45 bi dest xistibû û bi ferqa 906 dengan bajarvanî biribû û berbijarê wê Mehmet Karayilan wek serokê beledîyê hatibû hilbijartin.

Namzetê AKP Şeref Albayrak jî bi 7.065 dengan % 34.97 wergirtibû.

Parlamanterê Dem Partî yê Ruhayê Omer Ocalan piştî biryarê got ku ew kiryar nasnekirina vîna gel e.

“Komîsyona hilbijartinê ya Xelfetî îtîraza AKP’ê red kir lê ya Ruha bi awayekî eyarkirî mîna li Curnê Reş (Hîlvan) li vir jî hilbijartin betal kir. Em dixwazin têkoşînê mezintir bikin. AKP li Sêwregê bi ser ket, lê li ser îtiraza YRP deng dîsa hatin hejmartin lê hilbijartin betal nebû. Çima ku Xelfetî Dem Partî serketî bû û AKP têk çû, hilbijartin jinûve tê lidarxistin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Komîsyona Hilbijartinê ya Ruha li bajarokê Hîlvanê jî hilbjartin betal kiribû ku ew beledîye jî ji hêla Dem Partî hatibû vexwarin.

 

/Jêder: voa-kurdi/

İlginizi çekebilir