Hasbey Köksal: Zıman û Zeman

        Beş: 1                                                                                                            

        Sira pêvajoya pêkhatina dîroka ziman, bi sira pêvajoya pêkhatina dîroka însanbûnê ve kîp û kîp girêdayîye. Di derheqê  ziman da her dane, dîroka însanbûnê; di derheqê însanbûnê da her dane, sira pêvajoya pêkhatina dîroka zimanbûna ziman şirove dike.  

        Însanîyet, herî pêşî da, komîhevbûna xwe yên hoveber, piştî  tevger û aktîfbûna serdema qeşayîyê çêkir. Her liv û livîna qeşeyan, herikîna avhewaya gerdûnê ser û bin kir, însanan, berbi şikeftan ve, ji şikeftan berbi rastan, ji nû ve ber bi şikeftan ve bi cih kir; va çûyîn û hatin, rabûn û danîn, di navbera însanan da pevkelîn pêyda kir. Rîtma bobelata jeolojîyê, di komîhevbûna însanên gerok da rolekî mezin lîst. Peresîna înasanan, tim û daîm di yek rêzê da nebû. Li gorî tofan û felaketên xwezayê, li gorî xwe parastin û ziktêrîya xwe û taybetîya erdnigarîyê  veguherîn nîşanda. Komel, di derbasbûna van bûyeran da, gavên însanbûna xwe yên yekem avit û pêşîda bi dengê  yek kîte, di pêy da bi dengê pir kîte hunera axaftinê derxiste holê û sazîyên xwe yên yekem “ziman” pêkanî. Însan, çawa kevirekî dînicirîne û şikl didê, bi wî rengî dengê ku di gewrîya xwe da derdixist bi şikl û formdar kir. 

        Însan,  pêşî da  bi zimanê jest û îşaretan, dû ra, deng û zimanê jest lihevanî, gotin û famên xwe kîp û xurt kir. Kî dizane,  belkî, peyva “gir, gerase, qerase” bi zimanê jestan, pîlên xwe bi herdu alîyan ve vekirîye, ew rewş yan jî tişt şibandîye “gakovî”yekî û bidengekî daîm “goo, gaa, gaakk…” gotîye û şirove kirîye!? Zimanê jestan, em îro jî di kar û barên xwe yên rojaneyê da bikartînin. Ji bo “erê, herê, belê” serê xwe pêş û paş ve dihejînîn. Ji bo silavdayîn û  xatirxwestinê, destên xwe ber bi hewa da radikin. Di maneya “nizanim” da, levên xwe berbi jêr ve kaşe dikin û sermilên xwe ber bi jor ve bilind dikin. Gava pir bi hêrs ketin, birûyên xwe didin hev.

Em dikarin gelek mînakan lê  zêde bikin. Deng, ewilî wak alîkariya xurt, kîp û şirovekirina zimanê jestan bû. Bi demê ra,  deng, bandora xwe fireh kir, kete pêşberî zimanê jestê û zimanê dengan, yanê “ziman” derxiste holê. Lê va ziman, serê pêşî da bêserûbin nekamî bû. Lêker/fiil bê dem bû. Lêkerên kû karek, bûyerek, tevgerek, çalekîyek  nîşandida, tê da hokera demkî tune bû. Bere bere, însan, dengê ku di qirika xwe da derdixist, mane lê barkir, bi qertafa deman, peyvên lêker/fiilên kar, bûyîn, tevger û çalakîyan kamiland. Gewrîya xwe tekûz kir, ji zimanê deng hêsanî, gav avêt zimanê deng hevbendîyê. 

        Zimanê jestê, him lawaz, him jî dewlemend bû. Lewra jî, tişt û mişt û kel û pal, alav û amûr, bûyer û bûyîng bi şêweyekî zindî dihate ravekirin. Lawaz bû, lewra, rewşekî razber/nedîtbar, wekî  mînak; şirovekirina rêmana “hewa”yê, gelek zor bû. Ji ber van sedeman (mesela, di tarîya şevê da bi hevra ranegihanî) giringîya zimanê dengê derxiste holê, deng pêş ve çû û geşedar bû. Zimanê jestê jî, ji wan rojan hetanî van rojan, wek amûrekî  kîp û hêzkirina zimanê dengê, di helwestên însanan da ma.

        Serê pêşîn, ziman û lêv, li gorî  îradeya gewrîya însanan, li gorî dengê qirikê di devê înanan da saz û livdar nebû. Dengê ku di qiriqa xwe da derdixist, dişibîya  qîrîn, morîn û zûrînê. Bi yek, belkî dû,  pirtirîn bi sê dengan axivîyan. Kamilbûna deng û xwe îfadekirina însanan, di pêvajoyekî gelek dirêj da bû. Çawa însan, di demekî dirêj da xwe sererast kir û rabû ser lingên xwe û meşîya; rabûn û li ser lingên xwe mayîna  dengê însanan jî,  di demekî dirêj da encam da. 

        Cihê  zimanê jestan, bi gotinî îfade kirin girt.  

        Rewş, lê êwirîn û şikl, helwesta însanan; helwesta însanan jî, bikaranîna amûr û  alavan, geşedanbûna mejîyê însanan, fireh ramînî û sêwirîna însanetîyê geş û kûr kir. Gişt va xwe hevmijîn, hevxwedîkirin, hev veguhartin û hev vegerandin, bu sedema zayîn û pêşveçûna ziman. Bêguman, ziman her ku pêşve çû, amûr û alavên bikaranînan, mejîyê însanan, ramîn û sêwîrîna însanan pêş ve bir û xwedî kir. Hevdû mijandina va hêmanan, heta roja îro hat û ji îro û  pê da jî ber bi pêşedemê ve dê biçe… Loma ziman, bûyerên do, derbazê îro dike. Di navbera do û îro da pird e. Di ziman da her çekû, di xebatê da her livek, di zanistîyê da her rêman , bihevguhaztina berhemên yekkuma cerba nifşan e. Felesof, dîrok û sîyasetzan Engels dibêje; ” Kedê însan afirandîye.”  Rast e, însan, bi ked bû însan. Ziman, berhema vê kedê yê herî girîng e. Kevirê bingeha însanbûyîne ye.

        Derawayên xwezayî, mercên coxrafîk, dirûv, amûr û alavên hilberînan, du terz hilberîn derxite pêşberî însanan;  koçerî û cihwarbûyîn. Ew herdu dirûv, li ser geşedanbûna ziman derfetekî mezin derxiste holê. Trampaya hilberînan, lihevparîkirina mal û milkan, bazirganî, zanaet, huner, şer û aşitî û hwd. ferehî û kûrîya ziman zede kir. Ziman/deng  bû şikl, nexş û xêz li ser keviran, li ser textik û papirusan hate nivîsîn. Ziman têkûz dibû… 

        Li ser rûzemîna gerdûnê, pêşveçûyîna însanîyetê, di yek hemdemê da nebû. Herî kêm, di heman rengî da pêşveçûyîn pêknehat. Li Amazonê, Oyanosyayê, Bakûrê Ewropayê, Bakûr û Rojhelatê Asyayê; jiber  avhewa û şertên cografîk,  qase însanên derdorê erdnigarîya herêma deryaya spî pêşveçûyîn nemimkun bû. Lê, bêgûman derê ku motora pêşveketina însanetîyê mezin xil da, gelîyê Nîl ê û di navbera çemê Ferad û Diclê, yanê  Mezrabotan bû. Axa bereketdar geşedanbûna însanetîyê wer girte bin ewlayîye xwe kû; li gorî xebata arkeojîyê, însan, herî pêşin, Berya Zayînê (B.Z.) 12.000 sal  berê, li herêma Mezopotamyayê, nêzikî bajarê Rihayê, li Girê Mirazê/Xerabreş  bicihwar bû. 

        Di navbera komeleyan da, cudahîya erdnigarîyê, pêşveçûyîn an jî şunvemayîna hilberînê, bazirganî, zanaet, huner, şer û aşîtî û  hwd. bû sebebê ferqa ziman an. Her komeleyê, zimanê xwe derxist holê. Ziman, ji alîyê civakî ve bû nasnameya civakê, yan jî civak bû nasnameya ziman. Birastî ziman, di navgîna pir kesan da derfeta hevragihandinê bi çi pîvanî pêktîne, ewqas ziman e. Di navbera zimanên civatan da, cudahî, di nav xwe da xêzên tûj nahewîne. Helbet, ji alîyê erdnigarîyê ve di navbera zimanê civatên ji hev dûr, cudahîyên tûj hene. Encax, di navbera zimanên yek coxrafîyan da, yan jî cîran û nêz coxrafîyan da, zimanşibîn û zimanxizmî teqez e. Ji hevdû peyv girtin, peyv dan hev, ew peyvana li gorî fonetîga zimanên xwe veguhartin, yan jî, li ser koka wê peyvê, peyveke nûh çêkirin.  Dîsan, ji ber hevşibîna hest, raman, çalakîyên însanan , ji alîyê rêzimanî  ve jî di navbera zimanda binyatî çêkir.

       

 

İlginizi çekebilir