Hasbey Köksal: Şoreşger…!

 Dawa parkeyê reng xakî, dadiket bin çimikê Hemo. Qama wî ya kin, di bin parke da bêtir kin xuya dikir. Bi wê kinikîya xwe nema, şewqeya bi stêrka sorik jî dabû serê xwe. Li ser potînên bê boyax, pançikên pantor kombûbû. Tifanga sten a bimakîne, li pêlê wî di goşeyê mala apê Silêman da derket. Apê Silêman li ser xanî, genimê ku ji bo arvan şuştibûn û li ser xanî raxistibû, tevdida. Haya wî ji Hemo tunebû. Bilîyê karê xwe bû. Serî di ber da, tava havînê li piştê, ji vî serî bigir hetanî wî serî di nav genimê hêmî da, nigên xwe yên xasî kaşdikir diçû û dihat. Hemo gîştibû nava bêderê. Li ser banê Apê Silêman dît. Bi sîpera şewqeya xwe girt, ber bi kortala stuyê xwe ve şunve da. Çav li serbana xanî, ji ber çûyîn û hatinê windabûn û xuwengîna Apê Silêman, wer sekiniya.

Serê Apê Silêman di ber da, di nav genimê raxistî da çend caran hat û çû, serê wî çend caran ji Hemo ra xungiya û winda bû, di vegera çendan da serê xwe ji ber xwe rakir, bi Hemo ra hate  rûbirû, ne Apê Silêman û ne jî Hemo dizaniya?  Demekî dirêj li sêra hev kirin. Apê Silêman, kesekî aqilmend, dinyadîtî, xwedîtecrube bû. Li herêmê wek rûspîyek dihat nasîn. Xwedî gelek nas û dost bû. Di terteleya sala 1938’an da, ji ber guleyê dewleta tirk birîndar xilas bûbû. Derîyê wî her tim li ser piştê, ji herkesî ra vekirî, xonçe li erdê bû. Bi qasî çavtêrî û aqilmediya xwe, ewqas jî kesekî nuktedan bû. Apê Silêman, bi rûyekî ken, ji nav genimê raxistî derket, nêzîkî lêvê sivîngê bû. Di bin simêlê palik û sipî da diranên pêşî sîs dikir. Hemo, ji çavê Apê Silêman ra bêtir kinik xungîya. Hemo jî, di emrê xwe yê hivdeh salî da yekem car bû kû Apê Silêman serqot didît. Li jorî enîya Apê Silêman qevdekî porê spî  dadiket ser enîya wî. Ew qevda por, tim di bin sîpera şewqeya heyşt goşe da dîtîbû.

Kurê bêpor, ji Hemo ra ecêp dihat. Apê Silêman bi dengekî germ û nerm ji Hemo ra got; ” Lawo Hemo, Hemoyê min; nigxasî, zikbirçi ne gezersin bû axpînlerde…!?(çi digerî li van axpînan).  Ew gotin di nav gelê vê deverê da bû biwêj û îdoyomek. Rû li Hemo spisar bû. Di devê xwe da du sê tişt got, axir ji ser lêvan hevokek rijîya. “Patron ağa düzeni yıkılacak, halk iktidarı kurulacak.” (Pergala patron axa hildiweşe, desthilata xelkê çêdibe) got. Wer tiştekî pir muhîm gotîye, apê xwe îrşad kirîye, sîngê xwe pêş ve da, bêvilê xwe bilindê jor kir, bi nêrînên tûj ji Apê Silêman ra qaqibo kir. Apê Silêman dîsa bi wî dengê nerm û germî got; “Ez qurban; axa pêq tazî, mirêwe zikbirçî, ka li ku ye ew axa yê ku tu dibêjî. ‘yıxılsın, qurılsın’ ( xilweşe, çê be) hema va işana bi pêşengîya sîxuran nabe. Goh bidine me. Xwe helak nekin. Kê ew çek da milê te? Kezeb li me neşewitînin. Li pey wî havalê mamoste nekevin. Nigekî wî li vir û gundên din e, nigê din jî tim li qereqola navçeyê ye! Kûçikê dewletê, li gorî dewletê diewite… Ew kûçikê dewletê ye…” hîna Apê Silêman gotin û gazinên xwe xilas nekiribû, Hemo bi hêrs lê vegerand  û got; “feodalist düşünce, devrimin ayak bağıdır.” (Ramanên feodalîst, pêbenda şoreşê ye.) Gotinên Apê Silêman nîvçe hişt û bi gavên lezelez ji bêderê dûrket.

Dem, dema fraksîyonan bû. Çepgirên dij rejîmê di nav xwe da li ser koka berxwedana duh, bûbûn kerî û kerî. Her kerî di nav xwe da jî bûbû heft kerî. Her kerîyek serîyek dajot û xwe wek ‘çêkerê şoreşê’ didît û fraksîyonên din wek goşist, sekter, revîzîyonist, jakoben, ajan, faşîst, sosyal faşîst, şoven, sosyal şoven, nijadperest, parçeker, hoveber û hwd didîtin. Di bin sîwana çepgirîyê da pevdiçiyan, li hev dixistin, ji hev can digirtin û can didan, li hev sor dibûn, xwîna hev fir dikirin. Rêça heqdar û neheqdar, derewker û rastyar, ji dil û bêdil di navhev da bûn. Sîxur, provakator, berjewedperest di nav fraksîyonan da bi cirîd davêtin. Li gundekî da herî kêm  penç şeş, di her malekê da du sê fraksîyonên çepgir hebûn. Êdî qala navçe û bajaran jî nekin! Kê va fraksîyonana ava dikir, armanc û ramanên wan çi bûn, bi çi awayî dihate fînanse kirin, ewqas çek li ku peyda dikirin, serok û rêveberîyên wan kî û kê bûn? Bi rastî kîjan di raman, teorî û çalakîyên xwe da samîmî bu? Pirs li ser pirsan, pirsên bê bersiv dirêj dibûn û diçûn. 

Benzer haberler

Hakan Tahmaz: Yine mi yeni anayasa?

Hemo, ji fraksîyona dijberî pergala patron û axa bû. Berê, alîgirê fraksîyona dijberî pergala axa û patron bûbû. Piştî li ser nîqaşa, ‘li gorî zeman û xwedîkarîya amûrên hilberînê, xwe ji nû ve rêxistinê, li hev nekirin. Yên ku pêşanî li gorî dijberî patronan xwe rêbixînin digotin, ji firaksîyonê cihê bûn û fraksîyona dijberî ‘patron û axa’ ava kirin. Hemo jî, bi qasî hêzramana xwe beştarî nîqaşan bû, bi hevalên xwe ra kete cedelan. Di van nîqaş û teorî çêkirinê da, Hemo wek teorîsîyenek derket. Bi qasî salek bûbû ku ji bo propaganda û çalakîya fraksîyana xwe dixebitiya. Dev ji kar û xebata malê berda bû. Dê û bavê Hemo bi çar çavan digirîyan. Zevî, cot, pez, dewar, çandin, çinîn ne xema Hemo bû. Hebû tinebû şoreşa tevgera Tirkîyê, berxwedana şoreşa çîna karkerên Tirkîyê bû.

Li gund û gundên derdorê, bi herkesî ra di niqaşê da bû. Piştî xwedî çekbûyînê, bi tevahî xwe winda kiribû. Heta ku meta Anik, li bin hîroga Hisênê Zilfî poz lê şikand. Birazîyê meta Anik li Meletîyê di karekî da dişixulîya. Di betlana îda hecîyan da, tê serdana meta xwe. Tevlî kurmeta xwe û bi cend ciwanan ra li bin hîroga Hisênê Zilfî di mislet û henekan da bûne. Hemo jî tê wê derê û bi birazîyê meta Anik ra dikeve nikaşê. Hemo hîn dibe kû birazîyê meta Anik ji rêxistina Kurd û Kurdistanê ye, jê ra dibêje “biryara firaksîyana me ye, em bi wa ra nakevin niqaşên sîyasî, dikevin niqaşa çekî.” Ev gotin tê maneya çi herkes jî dizane. Hema di demê da xeber didin meta Anik ku Hemo pêşî li birazîyê wê girtîye. Meta Anik bi çêrr û nifir pêşîya dawa fîstana xwe hildiçînê ber bi pişeteka xwe ve dike, gopal di dest da xwe digîhîne bin dara hîroga Hisênî. Ji Hemo ra qe tiştek nabêje, raste rast gopalê radike li ser pozê Hemo da datîne. Xwîn ji dev û poza Hemo dibe kanîya çil çavî. Wê rojê pê da agirê şoreşa Hemo piçek daket. Êdî  belî nebû ew daketin ji ber lêdana gopalê bû, yan jî ji ber evîna Xemsa’ya qiza meta Anik bû.

Sê mehe, belkî jî çar mehe şunve, Hemo qîza meta Anik, Xemsa’yê revand. Dev ji şoreşvanîyê, teorîsyenî û dijberîya ‘pergala patron axa’ berda. Pêsîra xwe ji dest firaksîyona xwe çer xelaskiribû ti kesîyan nedizanîya. Millet pê dikenîya, digotin; “Hemo şoreşa xwe kir, aqûbet li serê yê din be. Mal çêyo, şoreş  ku va bû, te çima ewqas tengasî da me. Ji me ra bigotana, ewqas…”

Salekî şunve, eskerê Dewleta Tirk, di 12’ê meha Îlona sala 1980’î da, dest da ser îdareya Tirkîyê. Çer tu kêrekî davêjî bendekî, anarşî û alozî di wê rojê da hate birîn. Esker û kûrahîya dewletê, temela derbeyê qehîm avitibûn. Derîyê zorbatî û hovitîyê heta dawiyê hatibû vekirin. Dewlet li ser xebata ku pir baş dizaniya bû. 650 hezar kes hate binçav kirin. 230 hezar kes di dadgehên eskerîyê da hatine darizandin. Mîlyonek û 683 kes hatine fîşkirin. 52 hezar kes bi salan ceza girtin. Di îşkenceyê da 171 kes hatine kuştin. 300 kes bi şêweyekê gumanbar mirin. 18 kes ji çepgiran, 8 kes ji rastgiran berdar kirin. 14 kes di greva birçîbûnê da jiyana xwe winda kirin. 30 hezar kes cih û warê xwe terikandin, li welatên bîyanî penaber bûn. 49 ton rojname, kovar û pirtûk hatine îmhakirin. 23 hezar û 667 komele hatine girtin.  Di vê tofana zorbatiyê da, kes û fraksîyonên ji dil û bawermend, berxwedan û şoreşvan  bi rûyekê spî derketin. Ew berxwedan, di pêşerojê da bû destan û rêberê şoreşgeran, bû tirsa zikê zordestan.

Heftekî piştî darbeya 12 Îlonê, Hemoyê Hemedî, lawê xalojina Zêrê jî hate girtin. Ji rûbalî çeka milê wî, 7 sal û 6 meh ceza danê. Di vî heft sal û şeş mehî da, ji bo dîtina Hemo, di du mehan da carekê, car caran Hemedî bi xwe, car caran Hemedî û xalojina Zêrê, carînan jî di hembêza Xemsa’yê da tek tayê Hemo, Devrîm; herî zêde seba serdana nîv saetê li berderîyên xepisxaneyan eza kişandin.      

 

İlginizi çekebilir