Hasbey Köksal: Meydan

Meydan, rûyê şaristaniyan e. Li meydanan binêr, di derheqê niştecihên wê da tu yê dibî xwedî agahî. 

Dema tu vekolîna dîroka wargehan dikî, tê dîtin ku di plansaziya bajar û bajarokan da, ji bo hevdîtin, hevnasîn, civîn, huner,  biryar girtin û dayinan, ji bo hilberîn, nasandina hilberîn û bazariya hilberînan, ji bo parastin û pêwistiyên bi hezar tiştên din ra cihê meydanan hatiye vekirin, yan jî li dor wan meydanan xanî, avahî û avasazî hatine çêkirin.

Meydan, çiqas danhevên rûniştvanên xwe yên demên borî di xwe da vêdişêre, ewqas jî  bi her alî da vehûna rûniştvanên xwe yên îroyîn jî radixine ber çavan. Di ser meydanan da em dikanin  sosyolojî, derûnî, dîrok, bawerî, adet, tore, têkîliyên jin û mêran, rewşa zarokan, asta perwerdehiyê, mijûlî, hilberîn, bazirganî, siyaset û şêweya birêvebirinê bi kurtebirî rabûn û rûniştina şênîyên wan rûniştgehan fam bikin.

Peywir, gurrahî, şiklê rêça guharîn û veguherîna meydanan, ji me ra di pêşerojê da şênîyên wan meydanan, ji nûjenbûnê ra vekirîne, yan jî girtîne şîrove dike. Meydan wek hêlîna wan bajar, bajarok û runiştgehan e. 

Çawa ku meydan, navenda civakî û aborîyê ye, her wiha navenda avahîsazî, huner, wêje û siyasetê ye jî. Paqijî, peyzaja li gorî xweza û hafizeyên meydanan, bi peyker, wêne, xweşnivîs û berhemên hunerên bedewîyên din û bi avahiyên estetîk xemilîna derdora meydanan, di berhemên gewzîn da helandina deng û rengê wêjeyê; nîşaneya pêşveçûna xelkên meydanê ye. Meydan, di heman demê da dengê daxwaz, îtiraz, berxwedan, serhildan, têkçûn û serfiraziyê jî  tîne ser zimîn.

Benzer haberler

Meydanên azad, dengê însanbûnê ne. Bêguman, ji kûrahîya doh bigire heta roja îro pêşveçûna meydanan û pêşvaçûna heq, hiquq û edaletê bi awayeke  parelel e. Kîmyaya meydanan tim û tim serhildêr e. Di dîrokê da, pirrî caran, zordestîyan ji bo berjewendî û diktatorên xwe meydanan dîzayn kirine, lê ti carî ew meydan nebûne paldanka zordest û diktatoran. 

Di jiyana mirov, civat, civak, xelk, netewe û dewletan da girîngîya meydanan gelek zêde ye. Wer ku di çanda her miletî da, di kûriya hişên rêveberîyên dewletan da li ser meydanan gelek biwêj û gotinên pêşîyan hene. Di Kurmancîya me da jî li ser ‘meydanan’  gotinên pêşîyan û biwêjên xweş, zêhnvekir û  rênîşander hatine gotin. Ji wana dû sê mînakan em dikanin wiha rêz bikin; “Meydanê vala dîtin. Pêşîyê kir meydan, paşiyê kir zindan. Meydan xwestin. Daketin meydanê. Jê ra bû meydan. Poxê (yekî) derket meydanê. Gur mir, rovî li meydanê govend kişand. Tifing û nîşan, hesp û meydan.

Genimê qabanê, va ye li meydanê. Li meydanê, mîr û mitrib yek in.” û hwd. Ew jî nîşanî me dide ku, meydanên ku em her roj tê da tên û terin, dimeşin, rûdinin, aware dibin qasî mala me qimetdar e. Çawa xaniyek bê şaneşîn nîvço ye,  bajar, bajarok, gundên bê meydan  jî  nîvço ne.

Ji alîyekî din ve bala me bikişîne yan jî nekişîne, jê hayîdar bibin an jî nebin, meydanên rûnişgehan tenê yê şêniyên wê derê nîn in; bi qasî şêniyên wê derê, ew meydan yên çûçik, pisîng, kûçik, mêş û mozelek, dar û gîyan e jî. Bi wan candêran meydan xwezayîya xwe winda nake.

Bê wan candêran, meydan req û rût dîmîn in.  Tama tavê û  bêhna baranê  tamsar dibe.

İlginizi çekebilir