Hasbey Köksal: Dojeha Bihûştê

Dema ku xebera çirîya Hacî Salih hate me, ez û sê havalên xwe, li qehweyê kêleka mizgefta gundê me, xumar dilîstin. “Nîşandek”  du kaxat û nîv, “vekirin” jî pênç kaxat bû. Saet di dehan da me dest bi xumarê kiribû, derdorê saet donzdehan da ew xebera sar û reş hate me. Neçar, me dev ji xumarê berda, di hişê me da hesabkirina kar û zirarên xwe, lezelez ji qehwê derketin, ber bi mala Hecî Salihî ve meşîyan.

Ji hoperlora minareyê mizgeftê, selaya Hecî Salîh, li ser gund, bax û baxçe û dewîyan belav dibû.

Ka dibêjin xeberên nexêrê zû belav dibe. Rastî jî zû belav bûbû. Hemû gundî li ber derîyê Hecî Salih li hev civîyabûn. Gundîyên derdora gundê me, kî bi peya, kî jî bi ker, qatir û hespên xwe hatibûn û dihatin şînê. Her ku diçû girseyê ber dêrî zêde dibû. Min nexwest ku têkevime nav qelebalixa ber dêrî. Çûm, li bin dara tepika jurî mala Hecî Salîhyê rahmetî rûniştim. Ji qelebelixê xuminiyekî nizm bilind dibû. Kes nedilobîya û nedigîrîya. Derîyê mala Hecî Salih, heta dawî li ser piştê vekirîbû. Hin kes serî di berda, bi rûyekî xemgînî diketine hindir malê, hin kes jî bi eynî şêweyê da ji hindir malê derdiketin. Lezlivdarî û telaşeya mêran, piştî nimêja niv ro cinaze rakirin bû. Li hev komdibûn, belav dibûn, dû ra sê çar kes dîsan li hev kom dibûn, bi dengekî nizm ji hevra diaxivîyan, nikaş dikirin, wek ji hev famkirine û li hev kirine serê xwe dihêjandin û erênîya xwe nîşanî hev didan. Qada berderî bi gelûra mêran tijî bûbû. Zarokên gund, bi çavên meraqdar û bi tirs,  nêzikî koma mêran dibûn, guh didan axavtin û nikaşan, li pey fama qewimîya bûyerê û encama bûyerê bûn. Nedizanîyan ku çi bikin.

Li pey hev bikevin bilizîn û bikenin, yan jî li goşeyekê  bisekinin û xemgin bimînin. Di navbera komên mêran û jinan da dihatin û diçûn.Hemû jinên gund li çepa berderîyê mala rahmeti, li bin dara sêvê kombûbûn. Laçikê serê xwe heta enîyê xwe daxistibûn û bi destekî jî, bi hûcikên laçekê xwe dev û pozên xwe girtibûn. Ji dûrî ve wek liserhev, wek di hembêza hev, wek li hevpêçî  rûniştine xuya dikir. Koma jinan dişibîya tûmekî reş. Xortên gund û xortên  ku ji derva hatibûn, li nêzîkê komê jinan, li hev civîyabûn û bi qîzên gundê me  ra di bin çavan ra, bi awirên dizikî li hev dinêrîyan. Kenekî bi min girt. Hey gidî evîn, hey gidî li pey gerîn, ne cinaze dizane, ne jî şîn. Di nav koma mêran da, bi qama xwe yî dirêj, Hecî Ehmed li ber cavên min ket. Min di dilê xwe da got; ‘haaa û ha, organîzatorê me jî li ser karê xwe ye. Kî bibe bûk, tu dibî berbûk. 

Êdî Hecî Salîh di silametî da ye. Aqûbet li ser şun ve mayîyan.’ Hecî Ehmed, organîzasyonên karên wiha pir hezdikir. Cinaze, sinet, mewlid, dawetên bi îlahî, xwerinên xêrê, qurbana xêrê, xwerin çileyê mirîyan, organîzatora yêkem û sereke Hecî Ehmed bû. Kesî di van karan da Hecî Ehmet erkdar nekirina jî, Hecî rêk didit xwe dikire erkdar. Êee! xêr, dilop û dilop berhev dibe. Tu, qiymeta karê ku hatîye ber lingên te; pozbilindî bikî, cangiranî bikî, venagerînî xêrekî û jê da, ji xwe ra xêrekî pêyda nekî, wî xêrê piçûk bibînî; li wê dinê, Minker û Nekîr dema ku deftera emelê te vekir, tu yê li hember deftera vik û vala çi bikî!? Ez, cahîlê hişk, vîna dizanim, lê Heci Ehmedê îlm kûr çawa  nizane!? Hindik, an jî zêde xêr, xêr e. Çavên min, di nav qelebelixa ber derîyê Hecî Salîhê rahmeti da, li Mele Hecî Emîn gerîya. Li ortê xuya nedikir. Yan li gund nebû, heya xwe ji cenazeyê tine bû, yan jî li hindir, li kêlaka balîgê rahmetî bû. Va herdu pêşeng, rêzan, rûspîyên gundê me, di xêr û xêratê da tim di pêşbazîyê da bûn. Pêşbazîya wan, ji bo xêr û xêratê bibûna jî, ya rastî çavhev ra bû. Çend sal berê,  mileyê mizgefta me  bavê Hecî Ehmed, Hecî Evdilhûzeyfe çû ser dilovanî xwe. Em bê mele man. Demekî kin, Hecî Ehmet ji me ra meletî kir. Êdî çi bû, çer bû, kê pêxin lê da nizanim; gorî kurtepistan, Hecî Emîn bi torpil bû meleyê gund. Ji wê rojê pê da, navbera Heci Emîn û Hecî  Ehmet qet çê nebû. Em dijmindi nebêjin, dijberdî bibêjin hêj rast dibe. Hecî Ehmed li firsendan digerîya ku derfetekî bi dest bixine, ji nu ve bibe aqilmendê gund. Ew firsend  jî, bi destê dîya mamosteyê gundê me, Jalê Xanim çêbû. Jale Xanim, salek bû ku taîn bûbû gundê me.

Dîya xwe jî bi xwe ra anibû. Piştî betlana havînê, Jale Xanim û dîya wê vedigerin gund, li texteyê pola dibistanê tip û nivîsên erebî dibînin. Diya Jale Xanimê dîn û har dibe, bi pêsîra mixtar digire û gefan lê dike. Dîya Jale Xanimê, ew jê ra “koy enstîtûsî” dibêjin “egîtîm enstîtûsî” dibêjin li wir xwendîye, mamostetî kirîye, teqaut bûbû hê jî pozê xwe ji dibistanê dernedixist. Wer keseka sergêjayî bû. Li ser pêsîra xwe rozeta avakarê dewletê kêm nedikir. Yêka bejn kin, ten reşik, por bi zera oksît boyax, qelew û çavzer bû. Ser vê bûyerê gund lihevket. Jixwe yekitî di nav gund da tinebû, binve kerî û kerî bûn. Kerîyek ji hecî, xoce, mele û bi olbazan pêk dihat; bedena wan li vê dinê, rihê wan li wê dinê bû. Cin, pêrî, pîrhebok, hûrî, mileyket, ayet, hedîs, mûqabele hwd. ji devê wan kêm nedibû.  Gavên xwe bi qeyde û quralên bawerîyên xwe diavitin. Êdî qala xwerin, vexwerin, razan û kar û barên din jî nekim ! Piranî gayê pîr, guhtajî, yên kû di giran û hêzda ketibûn, gunehê û kirinên xwe yên duyinî bi ava hec şûştibûn û xwe derxistibûn paqijîyê bûn. Li ser gund, dewsa wan gelek zêde bû. Kerîyek jî, ji yên ku ji xwe ra “şoreşger” digotin pêk dihat. Piranî ciwan bûn, bondora wan li ser gund ewqas zêde nebûna jî, hêzdar bûn û gav bi gav bandordar dibûn. Tim û tim di nav xwe da di niqaşê da bûn. Tenê di nav xwe da ne, bi dê û bav û ap û kalikê xwe ra jî niqaş dikirin. Zulm û zordestîyên ku dîtibûn, li rûyên wan dixisin, “êdî bese” digotin. ” serbixwetî, mêtîngerî, pişaftin, berxwedan, şervan” digotin. Malbat, ji qeda û belayên dewletê ditirsîyan. Pirtûk di dest wan da kêm nedibû. Kerîyê din, yanê yê sêyem, ez jî di navda, kesên xumarhez, vexwur, çûçikên qehweyê bûn. Di nav gund da, ti carî qiymet û rûmeta me, yanê yên ku di vî kerîyê da bûn tinebû. Em di çavên  kerîyê yêkem da kesên ji rê derketî û gunekar, di çavên kerîyê duyem da jî bê hişmend û  bi gotinê wan ‘lumpen’ bûn. Êdî ew pêyva dihate çi maneyê nizanim. Hema ew kesan şoreşger, gelek xwîngerm, jiyanhez û zana bûn. Têkilîyên xwe ji me qut nedikirin. Yê çaremîn, vê gavê mamoste Jale Xanim û dîya wê bû. Kesîyan jê heznedikir, hema li pişt wan jî dewlet hebû. Jixwe pir zêde li gund neman, sala duyem taina xoce xanimê derket, çûn. Em ji por oksitzer xilas bûn. Hema, canikê carê gund linavhev xistibû! Firsendek dabû dest Hecî Ehmed. Hecî Ehmet li nav gund ket, got; ” Erse ji min, em ji xwe ra qursa quranê vebikin.” Êdî di malan da, li zevî û bağ û baxceyan da, di mizgeft û qehweyê da, di kar û xebatan da mijar û nikaşa me ew bû. Qursa Quranê vekin an venekin. 

Zêde dirêj nekim; di bin pêşengtîya Hecî Ehmed da,  ji gund, ji gundên derdor, ji kesên xizm, nas û dostên xwe yên ku li navçe û bajaran bûn, ji xêrxwazên pere kom kirin, di hundirê şeş mehan da; du ode, mitbax, avdestxane û serşok tê da pênc çavî çêkirin û serban girêdan. Kêf kêfa Hecî Ehmed û hevalbendên wî bûn. Bêvil li hewan, pife asîmanan dikirin.  Biryar dan, di Îda Hecîyan da avahîya qursa quranê vekin. Çi hêyf, di wê warê da mala Hecî Ehmed şewitiya. Hecî digot; “zarokên min ên ji jinika sêyemîn, bi heste lîstine û  agir bi xorimê gîyayên bin serbanê ketîye.” Herçiqas, millet tiştên tewş digotın jî, devê millet tûrik nîn e tu bigirî. Hecî jî necar, cil û cor û kasik û kodikên xwe avite bin bana qursa quranê. Nêzikî salekî li wir ma. Fenên hecîyên gundê me xilas nabe. Di xutpeyekî  nimêja roja înîyê da, Mele Hecî Emîn fetfak da û got;Bi çi away dibe bila bibe,  li cihê ku cîma hatiye kirin, qursa Quranê nayê dayîn. Haşa haşa Qurana pîroz pirtûka dibistanê nîn e.” Hewar bi me gundîyan ket. “Eman, yeman,  Mele meke, meke ku mala heq e. Ma ewqas pere, ewqas ked û xebat vala biçe Mele? Em heyrana te, em qurbana te, were vî fetfayê xwe şun ve bikişîn.” Ma kir nekir, Mele Emîn gavê xwe şun ve neavit.

Dawî dawî sîyaseta Mele Hecî Emîn, sîyaseta Hecî Ehmet têk biribû. Ema, Hecî Ehmet jî, ji kîsî gund xwedi xanîyekî bû. Ji me ra jî… Tobe estefîllah… Dema ku tê bîra min, hêrs li min radibe. Min hîna hêrsa xwe nexweribû; qerebelixa ber derîyê Hecî Salîh  kete tevgerekê. Girseyê mêran bi lezûbez ber bi derîyê Hecî Salî ve meşîyan. Heman demê da jî tabûta Hecî Salîh di derî da xuyakir. Tabût bêqapax bû. Xalîçeka kesk avitibûn ser tabûtê. Li alîyê serî tabûtê, kefena spî di bin xalîçeya kesk da cîpsipî dixîngîya. Mêran, pêpergal dorbidor, bi telaş xwe diavitin ber tabûtê, pê goşeyekê digirtin û tabût didan ser milê xwe. Qey te digot tabût li ser milê mêran xije pêş ve dibe. Tê gotin; “Milakeytu’l mewt” bi donzdeh bask e. Li ser laşê “milakeytu’l mewt”, pûrtê her insanekî heye. Dema ku Melekê Mewtê hat, ruhê mirov teslîm girt, pûrtê wî an jî wê insanê, ji laşê “milayketu’l mewt” dibizde û hetanî binax kirinê li ser meyît disekine. Lezçûyîna cinazeyê ji ber lezmeşîna insanan nîn e, ji ber bayê pûrtê “milayketu’l mewt” e. Êdî raste neraste nizanim. Şirovekirin jî karê min nîn e. Olzanê gundên me ver digotin. Korteja cinazeyê zû ve gîştibû kaşê ber Kanîya Zêde. Serî da li dor cinazeyê qerebelixa mêran, li pey wan girseyê jinan, li pey jinan  zav û zêç, li herî dawî da jî, jina Hecî Salîhê sêyem, li ber bayê pûrtê meftayê ketibûn û ber bi mizgeftê ve lezelez dimeşîyan. Hey gidî Hecî Salîh, de here hesabê heyştê û heft salan li wê dinê  bide. Ez xwe dizanim nizanim, kirinên te benîşta devê gundîyan bû. Bêguman, hesabên milkên bêhek, destavitin û kêm ehlakî, şûşêyên vexwarinê û pavyonên bajaran  jî, ji te dipirsin wek kirinên din… Ji şûnda xwe rabûm, bi gavên giran çûm ser Kaniya Zêde, dûvûdirêj min dest û rûyê xwe şûşt.

Dema ku ez gîhiştim hewşa mizgeftê, nimêja nivroyê kiribûn. Kî ji mizgeftê derdiket, dihat tevle koma derdora cinazeyê dibû. Tabût, mila rasta meyîtê  ber bi qîbleyê ve tanîbûn ser erdê. Hemû mêr, ji tabûtê du sê gav dûr, kî li ser pîyan, kî li erdê rûniştî, di bêdengîyekî kûr da, çarmedor li dora cinazeyê lihevciviyayî li benda mele bûn. Jinên gund, dîsan vek tûmekî reş, li cem hev, li hembêza hev, li serhev û li hevpêçî ji derva hevşa mizgeftê, li bin çepera hevşê kom bûbûn. Zarok, dîsan di halê xwe yên merak da bûn. Newêrek dimeşîyan, dibezîyan, sere xwe di nav pêq û ser milê mêran da dirêj dikirin û bi tirs cinaze mêze dikirin û şun ve dikişandin. Ewilî, birayê Hecî Salîhê rahmetî Hecî Beytûlah û Hecî Ehmet hatin. Gelê derdorê cinazeyê bi rêz xwe şun ve kişandin û rê dan va herdu giranbuhayan. Hecî Beytûlah bi mirûzekî tahl çû li bin lingên cinazeyê kekê xwe, li erdê rûnişt. Hecî Ehmed, kama xwe yê dirêj ba da, çû li rexa rasta cinazeyê, li pêşiya rêza gel; navrana nîvşalvara xwe hevda, jinûyên xwe da erdê û li ser panîya solên xwe rûnişt. Di pêy da Mele Hecî Emîn hat. Min di ber xwe da got; ‘nema rêûresm tam e, aqûbet bi xêr e.’ Mele Emîn çû li çepa  kêleka cinazeyê, pêşîya cibeyên xwe dahev, wek tiştekî dihizirî, li ser pîyan sekiniya. Li cinazeyê nêrîya, serê xwe rakir li ser me çavên xwe gerand û herdu destên xwe rakir, mistên destan li pêşberî rûyê xwe; bi dengekî nizm, gemgîn û keser dayî dest bi diayê kir.

Tava nîvroyê gulanê, pişta me dişewitan û di serê me da mêjîyê me dikeland. Dengê meleyê nizm û kelgirî, di bin tava germ da, pêl û pêl li guhên me diket, dadîket, bilind dibû, ji xafil da kutdibû û ji nû ve digîhîşte nizmiya xwe. Çavên me li ser mele, li ser meyît, di gêhên me da lavayên nefam, di hişê meda bi hezar pirs û tirs, ji xwe bizdîbûn. Ji xaftila, Hecî Ehmet li cihê xwe rabû, du gavan da xwe gihîhande serê tabûtê, bi herdu destan girêka serê kefenê lezelez vekir û herdu lêvên kafenê bi destên lerzek  ji hev veqetand. Zerîya tava nîvroyê, li ser rûyê mirî zerspîloçkî biriqîya; heman demê da jî dengê Hecî Ehmed di  guhên me da teqîya. “Encam va ye, sonîya me va ye” got û çû li şûnda xwe rûnişt. Çavên me li ser rûyên zerspîloçkî, xwîn ji me vekişîya. Di bin pêlûyên  nîv vekirîda reşikên çavan bêgiyan dibiriqîya. Ji ber sistbûna girêka paçika çenikê, devê mirîyê, mîna bîra bêbinî kûr û tarî xuya dikir. Li rû, rengê zeroşkî, spîçelkî û gewrikî lihevqelibîyabû. Di vê demê da kesîyan “hikinîya” Hecî Beytûla nebîstîbû. Em gişt, jin, mêr, zarok di cihê xwe da çemidîbûn. Serê pêşi Mele Hecî Emîn hate xwe, zûzûka çû lêvên kefana ji hev veqetî dahev, girêda, vegerîya şûnda xwe. Ji bo nimêja cinazeyê bangkir. Kesîyan da hal nemabû ku beştarî nimêjê bibin. Bi hêrs dîsan bangkir, çend kes li cihê xwe livîyan, li paş Mele rêzbûn. 

 

Cimat, bê tekat, lezebez cinazeyê Hecî Salîh birin goristana gund. Ez neçûm goristanê. Min serê xwe girt û ber bi Newala Kûr ve çûm. Ax, dar û ber, kevir û kuç bi bereketa biharê xwe bi hêşînayîya gulanê xemilandibû. Ji her alîyê ve dengê têyran dihat, xişinîya ajal, vizinîya mêş û mozan dihat.  Xuşinîya ava Newala Kûr, strana xwezayê digot. Em di bihûşte da dojehê dijîyan! Gundê me dojeha bihûştê bû.

Min êvarî bîst. Birayê Hecî Salî, Hecî Beytûlah, li hember wê dîmenê, bi tirs dev lê hatîye girtin, û lal û kûd bûye. Ew ne xema min bû. We şevê û we şevê pê da, kî dizane ew rûyê mirîyê zerspîloçkî, çend çaran kete xewna zarokan û zarok çend caran di xewa xweda bi saw û qîr û çîk, hilcinikîyan…!? 

                                                                                                                                          

 

  

           

 

İlginizi çekebilir