Hasbey Köksal: Algorîtma       

                                                                           

                                                  (“Bi nepikan dan hev” çi ye?)   

Jiyîn, piçekî wek telaşa gêleyan e. Lezelez çûyîna derekî, li derekî sekinîn, ji derekî hatin, tiştek kirin, ji derekî tiştek kişandina derekî, lihevlod û qûrçkirin, lihevcivandin, kom û berhevkirin, parve û axme, amade û têrî lazimkirin, bi kurt û kurtegotin jiyîn, tiştek, wek “bi nepikan dan hev” e… Bersûtik lihevanîn û yek dudo kirin e. 

Benzer haberler

Günay Aslan: Celal…

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Amadekarîyên Hilbijartinên…

 

Gelo, gotara “bi nepikan dan hev” alegorîyekî  îronîk e? Yan jî gotineke dualîst e? Yanê di xwe da biçûkdîtin, biçûkxistin, awarteyî, dererastî û ji pêkanînê dûr dihewîne, yan jî him rasteqînî him jî derverastî, nemumkunîyê digire ser xwe û ji me ra şirove dike?

Çi gotareke alegorîk, çi gotareke  îronîk be, biwêja “bi nepikan dan hev”; bi zanebûn, yan jî bi nezanî di pêvajoya dîrokê û  jiyana rojanê da; gelemperî bûye dendikê têkoşîna insanetî û kirdeya têkoşîna insanan.

Tevger û herikbarîya hiş, bi hunerî bi karanîna amûran,  di berhevkirina hilberînê  da mûcizeya erkê amûran; algorîtmayê hiş û hizirînê geş, kûr û firehkir û insanetîyê gîhande konfora îro. Ev pêşveçûn û geşedanî herçiqas bi xwe ra gelek karesat, hilweşîn, êş û azar bîne jî, dîsa jî bi navê insanetîyê gavekî pêşve, gavekî pêşverû û pêşveçûyînekî pir mezin e. Di binyata vê kawdan û înkîşafa insan û însanetîyê da xwedî jêhatbûyîna  pirs pirsîn, li bersiva pirsan gerîn, bi gumanî nêzikê bêderfetîyê bûyîn û rê û rêçên biderfetîyê sehkirin heye.

Dîroka pêşveçûyîna mirov û mirovatîyê, dîroka ” bi nepikan dan hev” e.

Îronîya ” bi nepikan dan hev”; bi metafora  “nepikan”,  bi hewl,  bi ked, sebir, inyat û  bi guman, bi nirxandina dane  û jêpirsînên vasfî,  hişazad di parzûna zanistiyê da radiwire û dîwara “nemimkunê” derbas dibe, tê di navika rastiyê da rûdine.

Ev seruven, dî hemandemê da jî bi zimanê hunerê; seruvena zenaat û estetika hest, fikir, sêwir û rindîyên ku bi ceribîn û hostatîyê hatiye mûnandinêye jî.

Ked, nirxa herî pîroz e.
Huner, keda estetîk e.

Lihevanîna têgihîn û hest, şirove û estetîka berhemê;  di hiş da dîtinekî nelicih, nelihev, seyr û sosret, tewş û neaqilane pêkbîne jî, ji aliyê din ve   “bi nepikan dan hev”, rastîya rastîyekî derdixine holê. Ew jî berxwedan, ked, û azîm e.

Emr, bi afirandin û hilberîna nirxa însanetîyê manedar e. Bêguman, bingeha insanetîyê jî, bi berxwedana kargînîya ” nepikan”, bi azîm û ked, hûr û hêdî hatîye ” dan hev”. Alegorîya gotara “bi nepikan dan hev” rastîya algorîtmaya metafora  îronîya serkeftinê derdixine hember me.

 

                                                 

İlginizi çekebilir