Hasbey Köksal: 83 Çirke

 

  1. 03. 2023 Saet 04.17

Ax

Bû ax

Ax û ax

Ax e dawî ax

Ax li serê min ax

Kezeb e nika mitsek ax

Di stranan da nalîn û zar e ax

 

83 çirke..!

83 çirke, di emrê mirov da dilopek av, di emrê dinyayê da zereyek dem nîn e bile. Lê di ber tirpana mirinê da ew 83 çirke zeman, dibe dema bêdawî, dema bêserûbinî. Dibe kevirên aş û ding, giran û giran dizivire û lezelez dihêrîne.

Xweza, bi reng û dengên xwe stranên xwe dibêje. Di çerxa xwe da,  li ser kar û barê xwe ye. Wek barîna şilîyê, wek çûnhatina pêla deryayê, li ber ba û bahozê rahewaketina berf û toz û telazê; lerzîna herdê jî di nav kar û tevgera xwezayê da ye.

Bi gurminîyê ra, xewa kûr  nîv ma. Xilmaş, hiş ne li serî, bêfam li derdora xwe nihêrî. Va xuminî û şinginî,  va lerzîn! Bir  tirs û şaşwaz di dilê xwe da; ‘va va, na na va ne xewn e, va va!’ got û dev û lêv lê zip û ziwa bû. Avahî ji binî ve dilerzî. Dilerizîya dîwar, binban, zemin, zeman û hewa. Gav bi gav, hêdika bi lez û bez, ber bi hişkanîyê ve dilerizî her tişt. Mina baranê, xişîn û hilpekîna  barîna têdanê û kêsekan, qirçiniya kêran û stûnan, dengê derizîna dîwaran, tevlî dengê  şinginîya bardax, firaq û folên ku di dolab û refan da dirijîya herdê dibû. Diqelibîya dengê çarçove û camê şibakên kû diteqîyan, diqelibîyan reqîna derîyan, zinginî û gêrbûna çildank, televîzyon, xijevir û wirbûna qoltix, qenepe, sandelya û maseyan. Sarinc, makîneyên kinçşûştin û firaqşokên qirase di nav tevgerê da bûn. Ji her tiştî dengek û zinginîyek dihat. Di tarîtîya şevê da, her tişt di nav cîguherandinê da bû. Her tişt di hêlaneka demê da bûbû deng. Hewar, lava û nalîna jina xwe bihîst. Li pêy hev, du şewq, li reşarîtîyê   ket û di hevdemê da, di nav hengameya qîrîn û çîkîn, lava û hewarê da vemirîya çû. Apartmana nehqat, wek pela ku  bi gulîyê darê ve bi ber bayê bikeve, di cihê xwe da dilerizîya û dizingîya. Devê xwe vekir ku bang li jina xwe bike, lê ji qirika ziwa tenê xirînîyek derket.

Di heman demê da qîza xwe ya ku di odeya xwe ya razanê da radiziya bibîranî. Diltirs, bi diljana tûj ji cihê xwe da hilda û rabû. Te digot qey ew kes çûye, di şûna wî da yekî din hatiye. Negot cam û kêsek û toz û telaz, kavil û xopan, moloz û hêrrif… Ji xanima xwe ra du sê gotinên xemrevînî got, ber bi odeya razanê ve bezîya. Derîyê odeya razanê li ser piştê bû. Çildanka sêderî, gêrê ser nivînê bûbû. Hêrrifîna dîwarê navbera odeyê û serşokê, nola tûmekî  kevîyê karyolayê girtibû. Li hember ev dîmenî nema ku aqilê xwe birevîne. Bi dengekî tirsnak û lerzok bang li qîza xwe kir. Di tarîtîya kûçeya odeyê da dengê qîza xwe bihîst. Ji ber hişyarîya parastinê, dîsa di nav wê lerzîn û hejînê da vegerîya salonê cem xanima xwe. Di wê çelqînîyê da xanima wî li kîjan stargehê xwe diparast famnekir. Li ser pîyan, neçar, bitirs, li benda dawîya erdhejê sekinî. Lerzînê, piçekî hêza xwe daxist û ber bi sivikbûnê ve bû, bi qasî du çirkek şûnve bi derbika hişk ji ser nû ve ber bi hişkanîyê ve berzîya. Êdî hêvîya xwe ji her tiştî birî. Xwe ji soxîna xwe ra amade kir. Bi ber qîz û xanima xwe ket. Kelogirî bû, qirik lê şewitî.  Tevlî wî, di odeyê û malê da tu tiştek li cihê xwe, li ser pîyan nema. Ji binban û dîwaran parçe parçe kêsekên gir diweşîyan diketin jêr. Li ber çavan, bi cîran ra dîwarê hevpar, di navê da qelişî. Tîrîya toz û xubarê zêde dibû. Piştî lêdanekî xurt, hêza lerzê sist bû, hêdî hêdî vemirîya.   

Li salonê, di bin kêmronîya şewqa elektîrîkên kolan û kuçeyan da, her tişt di nav hev da, tar û mar, belawela bûbû. Bêhemd û amad kir ku di cihê xwe da bilive rabe ser pîyan; bê taqet, di navbera sehpaya navîn û qenepeya ku li ser radiket, li ser kêleka rastê ramedî di şûna da xwe da wer ma. Qasek şûnve hate ser hemdê xwe. Tiştên qewimîn, bûyerên ku jiyabû hatin bîra wî, guvaguva hiş lê zelal dibû. Destên xwe li derdora xwe gerand. Destê wî, li nigê qenepeyê ket, piştra nermiya lihêf û betanîyeyê di destê xwe da hîskir. 

Bi gazîniyên newêrek heylemeyê hevkirin. Ser cansaxiyê, bi şa, li antreya malê  li hev civîyan. Hevdu hemêz kirin. Ko li hev anîn, xwe li hev pêçandin. Di wê aramîya kin da dengê şixulîna sarincê bihîst û pê li bişkova elektirîkê kir, antre di nav ronahîyê da ma. Ji ber neçûna cereyanê şaşwaz û kêfxweş, lezelez ketin telaşeya terikandina malê. Li pey lêgerîna sako, manto, parka û kincên germgirtinê ketin. Nasname, cizdan, pere, têlefon û hin pêdiviyên xwe yên din girtin. Demeke dirêj li klîtê arabeyê gerîyan û piştra di bin televizyona gêrbûyî da dîtin. Her yekî betaniyek da bin çengê xwe, xwe ji bo derketina malê amade kirin ku; erdheja bêeman, dîsa destpêkir. Ji ber tîrsa canê xwe, hersêyan xwe li paş qoltixa tek da melisandin.
Bixezeb dihejand. Xumînîyê ta di binê avahîya nehqat da, li stûn, kêran û dîwarên malan û malê da olan dida. Diwarê qelişî bi alîyê salona cîranan ve hêrrifîya. Weke herdu salon bibin yek. Her lêdan û hejandin, ji malê tiştek dadixist. Her tîştî ji nû ve, cardin, wekî  berê jiyan. Ketibûn çerxa bêsûd. Lerza erdê, piştî têra dilê xwe, vekişîya çû… 

Ji ber xerabûna  mîzana dêrî, derîyê derve li ser piştê hiştin û bi gavên revokî ji malê derketin. Rewşa navbira qata nehan, ji rewşa mala wan ne kêmtir bû. Derzên  dîwaran tirs berdidan dilê meriv. Li gelek cih tuxla derketibûn der. Her der di nav toz û kêrsekan da bû. Di dirinceya qata nehan da xwe berdan jêr û di nav molozan da ber bi jêr ve beziyan. Astengîya tûma hêrifan hêza wan nedibirîya. Hemû niştecihên apartmanê di nav revê da bûn. Jin, mêr, zarok, kal, pîr, ciwan, heywanên kedîkirî yên weke kûçik, çûçik, pisîk û yên din kiribûn hemêza xwe, li pêy hev bi çerx û çerx, di navtirsê da bêdeng û bilez dikirin gavek peş da xwe bigihînin derve. Lê dirince nediqedîyan! Dewsa giranîya tirsa erhêjê gav bi gav li wan zêde dibû. Sersem bûbûn. Çi wext şûnve xwe gîhandin ber derîyê apartmanê. Kî ji derî da derdiket, bêhneke kûr digirt û ber bi erebeya xwe ve dibezîya, yên ku erebeya wan tinebû bi gavên fireh, ber bi cihên ku ji apartmanan dûrbûn ve dimeşiyan û direviyan.

Şilî dibarîya… 

Şilîyeke xunavî. Şilîyeke hûrik. Şilîyekê berfokî. 

Bi malbatî di erebeyê da bûn. Kelwazî bû. Kelwazîyê dest û lingên  mirov diqerisand. Her çiqas kincên zivistanê li xwe kiribin jî, ji sermana diricifiyan. Erebeya xwe, ji avahîyê dûr, li pêşberî apartmanê, li kevîyên qada lîstikgeha zarokan bi cih kiribûn. Çavên wan li ser qata nehan, li ser mala wan, bêdeng û xemgîn, xwe  bêkes û neçar hîsdikirin. 

Neçarî bi çavan dihate dîtin, bi destan dihate girtin. Ji ber erdhejê nedêwirîyan têkevin bin ban û sivîngan, ne jî diyaxa şilbûnê dikirin. Li ser pîyan, di bin şilopeya baranê da, li ber ba û seqemê; wer bêhêvî, li bend û hêvîya ‘bûyîna tîştekî’ bûn. Tîştek biqewime, an jî tîştek bê û wana ji vê xewn û tengasîyê derxîne! 

Di tarîya destê sibehê da, tûma hêrrifan wek tûma koremişkan xuyadikir. Ew tûmikana, li herdu alîyên kolan û kûçeyan, li kêleka apartmanên ku nîv hêrrifî û li ser pîyan mane, dirêj dibûn û diçûn. Toz û dûxan hê li hewa bû. Hin kes li ser û li derdorên tûmên molozan gêj û efter digerîyan. Reng û dîmenê tofanê, hewsaleyên meriv nedigirt.

Tim û dayîm li pêy hev, hûr û gir erdhejên domdar diqewimîya. Her hejîn, hewl û saw berdida hundirê zelzelezedeyan. Bînayên ku li ser pîyan mabûn, diwestand. 

Gelê apartmanê, gelê wê kolan, kûçe û taxê, bi saetan bû ku di erebeyan da, di bin baranê da, li ber sermayê bûn. Tî û birçitî ji alîyêkê ve, hewcedarîya daşirê, piranî ji bo jinan pirsgirêke pir mezin bû. Rewş, berebere bêtir xerab dibû. 

Rûxandin wer pir giran bûbû ku, ji xeynî quweta sazîyan, karê quweta kesî nebû xwe bigîhîne hewara kesên bin kavilan. Di ser qewimîna erhêjê da çendî saet derbasbû, hê jî, ji sazîyên dewletê dengek derneketibû. Te digot qey dewlet di bin kavilan da maye.

Ne dixwest ji erabeyê derkeve der. Ne dixwest di vê sar û seqem, berf û baranê da tûmen ku bihezaran can di bin wan da mane, mirine, birîndar li ber mirinê ne, bi hêvîyekî şikestî li benda xilaskirinê ne bibîne. Çav li têlefonê, li agahîyên twitterê û li şarja telefonê, go li radyoya erebeyê, li nûçeyan, li pey agahiyan bû. Hemû kanalên radyoyan qala erdhejê dikirin. Li gorî hin çavkanîyên kanalan; îro, yanê 6’ê sibatê, saet di 04.17 yê da li Dîlokê, li gorî hin çavkanîyan kanalên din jî li Mareşê bi hêza 7.6 lerzînek pêkhatiye û bi qasî yanzdeh bajaran jê bibandor bûne digotin. Li pey hev bajaran bi nav dikirin. Tiştên ku ew jiyabûn û nûçeyên ku kanalên radyoyan didan qet hevdu nedigirt. Di serî da, herî kêm du caran bi hêza 7’ê zêdetir hejîya bûn. Ewqas wext rawirtîbû, hê jî agahîyeke bi zelalî nedidan. 

Neh saet derbas bûbû ku di vê stresê da bûn. Ji ber rûxîna rê û pird û vîyadûkan, nedikariyan serê xwe bigrin û ji bajar derbikevin û herin. Ji vê stresê dûr bikevin. Rê vekirî bûna jî, di erebeyê da ewqas benzîn jî tinebû. Êstgeha benzînan venekirîbûn. Xebatkarên wê derê jî li pey xelaskirina can û malên xwe bûn. Rewşa xwe difikirîya û di ber xwe da digot; ‘Ax derfet, ax! Derfet hebûna, qet jî derî li ser piştê bibûna. Kîja wêrek heye ku di vê lerza bêdawî da dikare nehqat hildikişe jor û biçe derîyê li ser piştê bigire û vegere bê!?’ Di çav da mal û milk hîç xuya nedikir. Bi hejîna erebeyê, ji hizirînê derket. Bêhemdî, li apartmana xwe nihêrî. Di leqînê  da bû. Çav li ser mala xwe û li apartmanê, ji erebeyê derket. Hêza lerzînê pir zêde bû. Apartmana nehqat, bi alîyê çep û rastê ve dîlerzîya, ji apartmanê parçe difirîyan û dîweşîyan. Avahî, bi hemû giraniya xwe, hêdika bi awayeke sivik, bi gurminî û xurminî li ser junîyên xwe kete herdê, pişt lê şikiya û ber bi hindava rojavayê ve tewiya. Di nav toz û telaz, dûman û xubarê  da winda bû. Ew jî li ser junîyên xwe ket, çav lê tijî, gewrî lê dişewitîya. Xîskexîska Xanim û qîza wî bû… 

Tenê xanî bû, ew jî çûbû. Keda bi salan berhewa bûbû. Wê şevê, di wê sermayê da, bê xew, bê xewn, hênijî û xilmaş di erebeyê da man. 

Di neh saetan da felaketên ku jiyabûn, di cîhanê da tu kes nejiyabû her hal!? Sazîya Navenda Lêgerînên Erdnasîyê ya Dewleta Yekîtiya Emêrîkayê (USGS) di tespîtên xwe da digot; “di sala 2023’an, di 6’ê Sibatê, saet di 04.17’an da; ji hev xweser, bi hev bandordar û di navhev û li pêy hev, li Alêbana (Şehitkamil) Dîlokê (Gaziantep) bi hêza 7.4, dîsa li Dîlokê bi hêza 7.8 du caran, pîştî deh xulekan li Marqaza (Pazarcık) Gurgumê (Kahramanmaraş) saet di 04.28 an da bi hêza 7.9 rêzeerdhêj pêkhatine. Neh saet şûnve li navçeya Albîstana (Elbistan) Gurgumê, saet di 13.24’an da bi hêza 7.8 erdhêjeke din rû daye. Di van rêzeerdhêjan da, yanzdeh bajar tesîrdar bûne û herî kêm sed û pênce hezar kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî sed milyar dolar zîyana aborî çêbûye”. 

Piştî roja din, ketin telaşea benzîn pêydakirinê. Ji derdora xwe pirsîyan, têlefona nas û dostan kirin, ku benzîn hat ji bo xeberdayînê nimroyê têlefonên xwe dan. Ber nîvroyê ve ji nasekî têlefon hat. Saet di yêkê nîvroyê da ketin dora benzînê. Piştî donzdeh û nîv saet şûn ve, saet di yêk û nîvê şevê da bi qasî bîst û penç lître benzîn sandin. 

Di kolan û kûçeyên Gurgumê da derbasbûn, derketin rê ya nav bajaran. Gurguma xopan li pey wan, di tarîya şevê da ma. Ji saeta 04.17’an vir ve çil û heyş saet derbas bûbû, kesekî berpirsiyar yan jî sazîyekî fermî derî li Gurgumê venekiribû.

Hey gidî Gurgum, hey gidî Mareşa delal, di vî emrê xwe yê kin da, min du caran  wêranbûna te dît. Ya yêkem, di 24’ê meha Kanûna sala 1978’an; ya duyem jî îro, di 6’ê Sibata sala 2023’an roja Duşemê da dît. Herdu wêranbûnan jî, te bi destên xwe anî serê xwe. Di ya yekem da, tu bi ber bayê nijadperestan ketî, te hevkarî kir, ji talan û tajankirina hemşerî û cîranên xwe ra te herî kêm çav û goyên xwe kerr û kor kir. Bi salan te pişta xwe rast nekir. Piçekî hatî ser xwe, dîsa tu bi pey diz û olfiroşan ketî, xanîyê tayê rizî dericandin te, kirin stûyê te û ji te ra kirin gor û goristan…

Her jan, her tinetî di xwe da pir kûr e. Her çûyin,her valahî di xwe da pir dûr e…    

 

 

 

İlginizi çekebilir