Halil Dalkılıç: Lozan; Çar welat, çar al, çar millet… 

Di sedemîn salvegera îmzekirina peymana Lozanê da kurd li ser rewşa xwe ya sed sal berê û ya îro gengeşîyê dikin. Piraniya gotinan çerx dibin û tên ser rastîya îro ya parçe parçeyî ya siyaset, sosyolojî û hişmendiya kurdan. Helbet bi vê yekê ve girêdayî, helwest û para kes, kom û partiyên ku xwe wek pêşengên kurdan didin nasandin jî tê nîqaşkirin. Dema meriv hesabekî bike û bipirse; gelo kurdan di sed salên vê dawiyê de çi bi dest xistin?! Wer xuya ye, ku bersivekî tenê tune ye. 

Peymana Lozanê, 24ê tîrmeha 1923yan bi destê dewletên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanîstan, Romanya, Yûgoslavya û Tirkiyeyê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin. Bi vê peymanê çar parçebûna welatê kurdan û xelkê kurd ji hêla aktorên serdest ên cîhanî ve hat pesend kirin. Û ji wê çaxê vir de di cîhana modern û nûjen da nav û nasnameya kurdan nayê qebûlkirin û maf, têkoşîn, berxwedan û daxwazên kurdan hê jî tên krîmînalîzekirin. 

Akademîsyenê kurd Dr. Sedat Ulugana di analîza xwe ya li ser rewşa siyasî û ya civakî ya dema îmzekirina peymanê de dibêje; ku jiber şer, birçîtî, xizanî û nexweşiyan halê kurdan pir xirab bû û xeynî hejmarek rewşenbîran haya kurdan ji Lozanê û encamên wê tunebû: “Kurd di wê ferqê da nebûn ku Lozan çi ye û dê ji wan ra çi bîne. Tenê çend entelektûelên kurd dizanîn ku kemalîst nijadperest in. Lê eşîr û şêxên kurdan ne di wê ferqê da bûn. Fransî û îngilîzan jixwe biryar dabûn û her tişt amade kiribûn. Piştre li Lozanê li hev dicivin û di serkêşîya wan da peyman tê îmzekirin. Axa kurdan bêyî wan li çar dewletan tê parî kirin.”(MH Haber) 

Îsal jiber sedsalîya îmzekirina peymana Lozanê kurdan li welat û li derveyî welat, li gelek deran çalakî lidarxistin. Di çalakiyan da astengiyên li pêşiya mafên kurdan ên siyasî û civakî û rolê neyînî yê siyaset û dîplomasiya navdewletî hate dûbarekirin. Çalakvanan bi kincên kurdî al(ên) Kurdistanê badan. Yanî her kurd bi ala xwe; pirrengînîyeke pir balkêş e! Her kanal û ajansên çapemeniyê yê her parçeyan girseyên alên partî û parçeyên xwe weşandin û tenê bahsa çalakiyên girseya xwe kirin. Berê kurdên Kurdistanê hebûn, îro kurdên partiyan hene! 

Benzer haberler

Sed sal berê bi peymana Lozanê Kurdistan bê statû û kurd bêmaf hatibûn hiştin. Îro ji ber siyaseta qirêj a navdewletî çar Kurdistan û çar milletê kurd hene. Mixabin di çêbûna ev rewşa parçe parçeyî da rolê siyasetên kurdistanî yên ‘pêşeng’ jî divê neyê jibîrkirin. 

Dîmeneke ji çalakîyên îsal rewşa kurdan a îroyîn pir baş radixist pêş çavan. Di civîneke bi navê “Lozan – Konferansa Kurdistanê” ya li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hatibû lidarxistin da li dîwarê platforma axaftinê çar al wekî sembolên netewî hatibûn êxistin û di binîya alan de jî navê parçeyên Kurdistanê hatibû nivîsandin: “Başûr”, “Rojava”, “Rojhilat” û “Bakur”.  Wekî ku parçebûna kurd û Kurdistanê sed sal li ser Lozanê dîsa li bajarê Lozanê, lê vê carê ji hêla kurdan ve hatibû pesend kirin! Di sed salan de bi ewqas têkoşîn, ewqas berxwedan û ewqas bedelên giran ên civakî mixabin kurd hê ji bo sembolekî netewî jî nikanin bibin yek!.. 

Helbet ji ber kolonyalîzma li seranserê Kurdistanê, siyasetên asîmîlasyonê û dewamkirina siyasetên kurdkuj sosyolojîya kurdan jî bi parçeyî ye. Lê rastiyek jî heye; ku kurd belkî di dîroka xwe da ev cara yekê ye, ku êdî ji hev haydar in. Bûyer û pêşketinên bi kurdan ve elaqedar bala piraniya kurdên ji her çar parçeyan dikişîne, ji teknolojiya pêşketî ya ragîhandinê sûdê werdigirin û danûstandinên xwe xurttir dikin.  

Kurd sed sal berê di serdema îmzekirina peymana Lozanê da nezan û bêçare bûn; lê êdî hevdu pir rind nas dikin û ji pêşketinên her awayî yên li seranserê cîhanê haydar in. Îcar li pêşiya bi hev ra bihêzbûn û azadbûnê astengî çi ye û kurd şûjinê ji kê ra kin?!. 

İlginizi çekebilir