Halil Dalkılıç: A ‘meşrû’ çi ye; rejîma Tirkiyê an berxwedana kurdan?!

Tansiyona piştî rojevbûna endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandê, ku bi dijîderketinê ji Tirkiyê ve bilind bûbû, di gotina berdevkên tirk de hinek dahatibe jî, ji hêla berdevkên NATOyê ve hê jî tê bilindkirin.

Daxwaziya Tirkiyê ya dagirkirina rojavayê Kurdistanê û berdewamkirina siyaseta dagirkeriyê ya li başûrê Kurdistanê ji hêla berdevkên dewletên rojavayî û saziyên navdewletî ve tê germkirin.

Bi taybetî jî ji hêla Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ve!..

Meriv naxwaze tim daxuyaniyên kesayetên mîna Stoltenbergî analîz bike û li ser wan binivîse. Lê rewşeke wekî ku rejîma tirk ji bo êrîşbirina ser kurdan û gurkirina şerê li dijî kurdan tê motîve kirin, li dar e. Beriya dagirkirina Efrînê jî ji rayedarên sazî û dewletên rojavayî daxuyaniyên heman rengî hatibûn kirin.

Stoltenberg carek din bahsa qaşo ‘xemên Tirkiyê yên meşrû’ kiriye! Him jî ev gotina xwe bi van derew û manîpûlasyonên mezin ve xemilandiye: “Divê em qebûl bikin, ku tu endamên NATOyê qasî Tirkiyê bi êrîşên terorî ve rû bi rû nemane(!) Tirkiye li dijî terora DAÎŞê rolekî girîng dilîze… Ji ber vê yekê; heke tîfaqeke wisa xema xwe ya ji terorîzmê bi me re parve bike; pêwîst e em jî helwestekî cidî nîşanî bidin! Karê ku em dikin jî, ev e!” Stoltenberg, hevkarên DAÎŞê wekî dijminê wê dide nasandin û êrîşkariya wan a li dijî kurdan bi derewan vedişêre û manîpûle dike…

Çi heyf e; ku siyaseta kurdkuştinê wekî helwesta ‘xemeke meşrû’ ya hikûmeta Tirkiyê tê pêşwazîkirin û di korîdorên dîplomasiyê de wer tê firotin!

Halbûkî her tişt li ber çavan e. Ji hêla raya giştî ya cîhanî û dewletên rojavayî jî ve ev rastî baş tê zanîn; ku li Sûriyê, li Iraqê û herwiha li Tirkiyê ê ku hemû meşrûtîya hiqûqa navnetewî û hiqûqa însanî binpê dike, rejîma Erdoganî ya zordest û nedemokratîk e.

Mixabin ên mîna Stoltenbergî bi vê helwesta meşrûkirina rejîma otorîter a Tirkiyê ve, ne tenê kurdan, herwiha xelkên li Tirkiyê gişkan diêşînin û hêviya wan a ji bo welateke demokratîk û aram vedimirînin.

Dibe ku hinek kes gotinên Stoltenbergî di çarçoveya ‘dîplomasiyê’ de binirxîne û gotinên wî wekî ‘dilnermkirina’ Erdoganî û lêgerîna rêyeke ji bo bidilkirina Erdogan a bi qebûlkirina endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandê re analîz bike. Lê di pratîka hikûmetên Tirkiyê de heta îro pir caran hatiye dîtin; ku rayedarên rojavayî kengê gotinên wer kirine, êrîşên Tirkiyê ên li dijî kurdan û binpêkirina mafên mirovan hê dijwartir bûye.

Jixwe tenê di heftiya vê dawîyê de li Tirkiyê 20 rojnamevanên kurd û bi dehan endamên HDPê hatin girtin, çalakiyên demokratîk bi zordestiyê hatin astengkirin. Herwiha êrîş û talana arteşa tirk û cîhadîstên girêdayî wan a li rojava û başûrê Kurdistanê dewam dike. Lê li hemberî van êrîşên li dijî hebûn û mafên kurdan ên meşrû, demokratîk û însanî tu deng ji berdevkên dewletên ‘demokrat’ û ên ‘ji mafên mirovan re hesas’ derneketiye!..

Herwiha Şansolyaya Almanyayê ya berê Angela Merkel jî ji piştgiriya rejîma Erdoganî ya despot re pir wêrek bû. Heta ku dest ji siyasetê berde, piştgirîya xwe kêmtir nekir. Merkel, di 18ê cotmeha 2015an de, dema ku bajarên kurdan bi tank û helîkopteran dihatin hilweşandin, ji bo piştgirîdana Erdoganî çû bû Tirkiyê û serlêdana xwe kiribû wekî parçeyekî kampanyaya wî a hilbijartina 1ê Mijdarê.

Wekî tê zanîn; hikûmeta Erdoganî piştî wê hilbijartinê li bajarên kurdan bi sedan kurdên sivîl di jêrzemînên xaniyan de bi zindî dabû şewitandin…

Mirin û êşa kurdan xema kê ye gelo?

Erdogan di siyasetê de êdî ji hal ketiye û ber bi dawiya emrê xwe ve dişemite. Lê wer xuya ye, ku ên mîna Stoltenberg (NATO) hê jî hêvîyê bi desthilatiya wî ve girêdidin. Ma 40 mîlyon kurd û hebûn û mafên wan jî ne ‘meşrû’ ye?! Divê raya giştî ya cîhanî bersiva vê pirsê bide; rejîma Tirkiyê meşrû ye an berxwedana kurdan?!.

İlginizi çekebilir