Fırat Ceweri: Avakarên kurteçîrokê kurt jiyan

AHunera çîrokê, bi qasî navê xwe, di warê naveroka xwe de jî hertim cih ji minaqeşeyê re hiştiye. Di gelek zimanan de ji bo navê vî şêweyê edebiyatê ne zelalî çêbûye. Paşê, bi riya akademî û lingivîstan ev problem hatiye çareserkirin.

Çîrok, mîna şaxekî edebiyatê pir ciwan e, ji romanê ciwantir e. Lê, çîroka nenivîsandî xwediya dîrokeke kevin e. Dîroka çîroka devkî digihîje hezar salan. Gelek çîrokên kurdan ên devkî, çîrokên orîentê, çîrokên hezar û şevekê nimûneyên destpêkê yên çîroka hunerî ne. Lê di salên 1300î de Boccaccio îtalî derket û bi berhevoka xwe ya bi navê «Decameron» terma çîrokê bêtir bi cih kir. Herçiqas di sedsala 17an de jî nivîsên bi forma çîrokê ji pênûsa fîlozofê fransiz Voltaire derketibin û li Îngîltereyê çîrokên tirsê û pîrebokan hatibin nivîsandin jî, dîsa mirov dikare bi hêsanî bibêje, temenê vê forma nivîsê 200 sal in. Ji nav şaxên edebiyatê şaxeke ciwan e û yên ku ev şax afirandine jî bi ciwanî mirine.  

Di pêvajoya dîrokê de nivîskarên mîna Balzac, Tolstoy, Hugo û Hemingway çîrok nivîsandine, lê cihên çîroknivîsên mîna Gogol, Poe, Çexov û Maupassant tiştekî din e.

Benzer haberler

Müslüm Yücel: Oluşum/ Genèse 

Nuri Fırat: Şark Islahat Planı’ndan Sur-Cizre Yıkımına;…

Di salên 1800î de ji aliyê cografî ve ji hev dûr, lê ji aliyê hunera çîrokê ve  nêzîkî hev, du hosteyên kurteçîrokê hatine dinyayê. Yek ji van Gogol e, yê din jî Poe e. Yekî bi rûsî, yê din bi îngilîzî nivîsandiye. Lê herdu jî zarokên eynî sedsalê, yên eynî demê, yên eynî salê ne. Gogol di sala 1809an de hatiye dinyayê û di sala 1852an de jî miriye.  Ew bi çîrokên xwe yên li ser Petersburgê navdar e. Wî jiyana mirovên ji rêzê bi realîzmeke fantazî aniye zimên û kiriye ku nifşê piştî wî bibêjin ”edebiyata Rûsyayê ji bin paltoyê Gogol derketiye”.

Edgar Allan Poe jî di sala 1809an de hatiye dinyayê lê sê salan berî Gogol, yanî di sala 1849an de miriye. Çîrokên wî bi elementên fantazî û realîstî ve mişt in. Ew bi giranî konsantreyî mijarên tirsê ye. Nifşekî piştî wî di bin tesîra wî de nivîsandiye. Ev herdu mirovên jiyankurt, ji bo danîna hîmê kurteçîrokê bûne mîmarên nemir.

Lê piştî mirina wan du mîmarên din yên kurteçîrokê hatin dinyayê. Yek ji wan Çexov yê din jî Maupassant e. Çexov rûs, Maupassant jî fransiz e. Çexov di sala 1860î de hatiye dinyayê, di sala 1904an de miriye; Maupassant jî di sala 1850î de hatiye dinyayê û di sala 1893an de miriye. Herdu nivîskaran di pêvajoya kurtejiyana xwe de hunera kurteçîrokê gihandin radeya herî bilind.

Herçar mîmar û neqaşên kurteçîrokê, mîna hunera xwe, kurt jiyan, lê bûn çavkaniyên jiyana kurteçîrokê ya dirêj.

İlginizi çekebilir