Fırat Aydınkaya: Kurd, Komedî û Hababam Sınıfî 

 Bi çi dikenin mirov û çima dikene? Ma’ne ya kenê çîye? Gelo têkilîya kenê û tehekkumê heye, ken dibe amûrê pergala kolonyal? 

Rastî jî ken politîk e, hetta îdeolojîk e û ne tenê hêstek saf e. Bi taybet kenê serdestan pirê caran elametê nexweşîyê ye, parçeyek zilmê ye. Gava serdest bi bindestan dikenin, pirê caran ev ne mîzah e, şidet e, şideta politik e. Herwiha li gor Bakhtin, di binê kenê insan de felsefeyek kûr heye. Ken him bi coş û zewqa insan re têkildar e, him jî bi bertekên civaki re girêdayî ye. Jixwe Freud dibêje hêlîna mîzah û komedîyê  hişmendiya insan e.  

Herwiha komedî karek têra xwe cidî ye. Wek mînak kitêba Eco ya Navê Gulê (The Name of the Rose) bo bandora komediyê mînakek gelek balkêş rava me dide. Di kitêbê tê gotin ku, di kutupxana manastirê de pirtûka Aristoteles heye. Ku wek tê zanîn Aristoteles, di kitêba xwe ya Poetikayê beşa duyem de li ser felsefe ya ken û komedîyê sekinî ye. Li gor lêkolineran û dîroknasan ev beşa duyem zûde winda ye. Di kitêba Eco de qopyayek kitêba Aristoteles yek tenê heye û ev jî di manastirê de veşartîye. Ji yek karakterên Eco, rahîb Jorge dibêje heke ev qopya pirtûka Aristoteles bikeve destê insanan wê demê bingeha dînê İsa wê serubin bibe. Wê dîn ji holê rabe. Loma Jorge bo serê kitêbê winda bike, agir berdide kutupxanê û hemû kiteban dişewitîne. Wer xuya ye ku komedî him hildiweşîne him di afirîne.   

Bi vê perspektîfê dema em li Hababam Sınıfîyê dinihêrin, ev rêzefîlm pirê caran li ser Kurdan, rûhê parodîyek kolonyal ava dike. Dema mijar tê ser karakterên temsîla Kurdan, di senaryoyê de ken û tinaz dikeve nava hev, wek kokteylek jehr pêşkeşî temaşevanan dibe. Bi vê awayê ken dibe şideta sembolik, tinaz dibe heqkirina mêtingerîyê. Ya rastî di destê serdestan de ken iktidar e, tinaz tehekkum e, parodi siruştîkirin e. Ji ber vê yekê komediya serdestan komedîya komedîyê ye, bo bindestan jî komediya trajedîyê ye. Tiştên serdest pê dikenin, rûmetên bindestan e.  Li alîyê din, dema mirov li dîroka kolonyalizmê dinêhêre sîleh yek, ken didu destpêka pergalê bixwe ye. Ken, sîlehek sembolîk e.  

Di rêzefilmên Hababamê de Kurd çawa tên temsîl kirin? Mijara vê nivîse tenê Hababam Sınıfı Dokuz Doğuruyor e. Sahneya ewil têra xwe klişeyên kolonyal dihundirîne: derîyê mektebê vedibe û çar mêrên torbe û sandoq li piştê, şewqe li serî, simbêlqeytan dikevin hundirê sinifê. Yekê ji wan dipirse: “yetaqxane nêrde babo”. Piştre diçin sinifê, cîh û dîwana axa çêdikin. Xwendevan heyirî li hev mêzedikin, yek ji wan dibêje “kim bunlar?” Yên din dibêje : “ne şirin adamlar, tıpkı eşyaya benziyor”. Xwendevanek dibêje ka pirske “siz eşkıya mısınız?” Yên din jî dibêje “acaba onlar da okumaya mı geldi? Hevalê wî dibersivîne :“valla bizim müdürden her şey beklenir, Allah bilir onları da öğrenci diye aldı”. Li du vê seremonîyê dengê lingan tê û ciwanek simbêlqeytan, bi qrawat û kombîna modern dikeve hundir, her çar mirov destê wî maç dikin û xatir dixwezin. Û Bilo axa (İlyas Salman) dikeve kadrajê: Ula ben sızle qonuşmiyim, gormemiş heywan oxıllari!!   

Wêk tê zanîn ku Hababam Sınıfı di beşa komediyê, di sinemaya Tirkan de wek mîlatek e. Film bi milyonan hate temaşe kirin û van rêzefilman di naveroka komedîya Tirkî de guhertinek mezin çêkir. Peki di fîlmên Hababam Sınıfîyê de Kurd çawa tên temsîl kirin û di van filman de karakterên Kurd bi çi awaye dibin unsurê komedîyê? Herwiha di navbera komedî û kolonyalîzma rojanê de tekilîyek çawa heye? Gelê serdest çima bi gelên bindest dikene? Çikên gelê bindest dikin amurê komedîya serdestan? 

Sahneya ewil bo nasnameya Kurdan gelek muhîm e. “Tıpkı eşyaya benziyor”, “Eşkıya”, “Onlar da okumaya mı geldi? Onları da öğrenci diye almıştır.” Û dema axaftina axa xelas dibe, di wê esnayê de du heb xwendevan di gohê hev de diaxive, dibêje “ne bağırıyor eşek gibi”. Ka bila were bîra me, Fanon digot, mirovên serdest, bindestan yan mar, yan meymun, yan bihok dibîne û penase dike. Qet şaş nabe, alfabeya serdestan li her derî eynî ye.  

Hababam sınıfı Kurdan bi du awayê dike unsurên komedîyê. Yek şikl û şemal, gewde yê Kurdan, yanî bi bedena Kurdan diken in. Ya din jî bi çanda Kurdan dikenin. Axaftin, cil û berg, rabin û runiştin, usul û qeideyên civata Kurdan dibe temsilê komedîyê.   

Li alîyê din, tenê van filman da ne, di hemû filmên Yeşilçamê de hebûna Kurdan bi sê amûran dibe pêkenok. Bi kombîna kincên xwe, simbêl û şewqê xwe Kurd weke karikatur tên dîtin. Di gohê temaşevanan de dibejîn, ev mirov, ev millet hîn ji dewra kevir (Taş devri) derneketîye. Loma misteheqê qirf û tinazan e, loma divê were bindestkirin.  Kurd neaxive jî tenê bi şikl û şemalê xwe wek karikatur dibe mijara henek û kenandinê. Yanê hebûna wan jixwe mîzah bixwe ye.  Gava simbêlên Bilo axa tê jêkirin, hevalên wî bi dengê bilind dikenin û dibêjin axa qet xem neke tu qeşeng buye, tu buye “erkek güzeli”. Jixwe qaliba erkek güzeli tenê bo me Kurdan tê bikaranîn.  Mohra şideta muassir medenîyetê her daîm li ser serê me ye. 

Ya duyem axaftine. Dema axaftinê de Tirkîya Kurdan û devoka wan wek parodî tên temsîl kirin. Pergala asimîlasyonê dixwaze Kurdan asimîle bike û Tirkî têxe devê herkesî. Lê Yeşilçam bi vê Tirkîya Kurdan henek dike, piçuk dibîne û dike amûrek komedîyê. Her çiqas ev paradoks were xuya kirin jî, ev ne paradoks e. Ji ber ku Tirkîya Kurd dişuxulînin, piçek bêhna Kurdîyê jê te. Loma tehma berxwedana çandî têde heye. Di hevpeyvînek xwe de Cesaire digot ez zimanê Fransî ditewînim û dikim zimanek reş. Loma dawîya daw’in de Yeşilçam jî, helbet pergala navend jî, naxwazin zimanê wan were tewandin.   

Rabûn û runişkandina Kurdan, edet û usulê ji modernbûyînê û ji bajarbûyînê dûr, prîmîtif tên peşwazî kirin. Bi giştî Kurd, feodal, gundî, çiyayî, dibe ku insan (olası insan), pre-modern tên dîtin, bi van wesfan jî dikin unsurên komedîyê. Yanê bi gotineke din, bi serdestî û bi hukmê desthilatdarîyên xwe him nehîştin Kurd wek gelê din xwe pêş bixe, him nehîştin Kurd dewlemend bibe, him nehîştin Kurd herin mektebên baş, ji ber van siyasetên kolonyal Kurd reben û bêçar man. Dawîya dawîn de jî bi mahsulatên polîtîkayên xwe jî Kurdan dikin ser devê xwe, pê henek dikin. Van salên dawîyê de bi taybet ev klişeyên kolonyal di Güldür Güldür de ji nû ve tên çêkirin û dikeve rojeva civata Tirkan.     

Ya sêyem jî sazîyên Kurdan dikin unsurên komedîyê. Herwiha Züğürt Ağa, Zilfo Ağa (Şark Bülbülü), Maho Ağa (Kibar Feyzo), Maho Ağa (Erkek Güzeli Sefil Bilo), Bilo Ağa (Hababam Sınıfı). Sarı Çizmeli Mehmet Axa ji xwe bûye klişeyek oryantalist di nava cem’eta Tirkan de. Di tarîxa Kurdan de wek tê zanîn sazîyên Kurdan ên feodal bi destê seferê kolonyalizmê hatin hilweşandin. Du hilweşandina sazîyên Kurdan, dewletê, bi siyasetek kolonyal feodalizmek nû ava kir. Ev axayên nû bi saya dewletê bûn xwediyê statuyek civakî. Jixwe Bilo axa jî ji wan axana ye, dema serê wî ihtimala bikeve belayê dibêje “peki madem kavge çıxmasın”. Ev axayên karikatur yên dibin figurên komediyê bi destê dewletê hatin çêkirin. Dewletê him axatiyek nû ava kir, him jî çêkirina xwe kir unsurê komediyê. Yanê bi mesajên veşartî ji me re dibêjin hûn layiqê sazîyê modern nîn in, ji ber ku hûn hîn nikarin sazîyên feodal bi rêve bive, îca maye yên modern. Bi kurtasî ji me re dibêjin hûn nikarin bibin desthilatdar, gava hûn dibin desthilatdar hûn komîk dibin.   

Li alîyê din tarîxa xwendevanên Kurd heye û cuda ye. Helbet zarokên axayê Kurdan bo xwendinê hatin Stembole. Dema Siltan Ebdulhemit de mekteba eşîran hate vekirin, siltan dixwest ji zarokên axa nifşek nû amade bike, ev nifş di rêya Siltan û Osmanîyan de canê xwe bide. Wek tê zanîn Xalid begê Cibirî û çend xwendevanên din jî di vê mektebê de perwerde dîtin. Hababam Sınıfı li Üsküdarê, Mekteba Eşiran jî li Kabataşê bû, ya rastî şert û mercên Mekteba Eşiran dijwar bû, zarokê Kurdan û Ereban ji ber mijarên civakî, politik diketin nava pevçunê, carna xwendevanan bo şertê mektebê protesto çê dikirin. Nurî Dersimî di bîranînên xwe de behsa aqûbeta van xwendevanên mektebê dike û dibêje ev xortên Kurdan dema mekteb xelas kirin, di ordîya Osmanîyan de bûn subay. Hinekî ji wan xwedî li mefkureya Kurdayetîyê derketin, ji ber vê yekê ew bi destê dewletê hatin belavkirin, hinek hatin şehîtkirin, hinek dan ber guleyan, hinek bi jehrê hatin kuştin. Xalid begê Cibirî û Hesen Xeyrî jî weke tê zanîn hatin dardakirin. Dawîya dawîn de dawîya xwendekarên Kurdên mekteba Kabataşê (Aşiret Mektebi) bû trajedîyek mezin. Bilo axa (İlyas Salman) jî ji mekteba Hababam ya Üsküdarê mezin dibe û dibe mamosteyê zimanê Tirkî. Ma Marx neheq e, carek gotibû di tarîxê de buyer cara ewil wek trajedi diqewime, ya duyem êdî dibe komedî tekerrur dike.      

Xulase komedî bi rengê Hababam Sınıfi dibe parçeyek kolonyalizmê. Pergala kolonyal him dest dide ser, him dagir dike, him şunde dihêle, him ji medeniyet û ji perwerdeyîyê dur dixe, him nahêle dewlemend be. Ji ber vê yekê jî gelên tên kolonize kirin di çavên serdestan de bi şikl şemalên xwe, bi axaftina xwe, bi edet u usulê xwe, bi rabin û runiştina xwe wek karikatur, wek parodi tên temsîl kirin. Armanca vê stratejîyê ewe ku, gelên bindest bi xwe bawer nebin, xwe piçuk bibînin, xwebawer neke û xwe teslimê serdestan bike. Heke rewş ev be, gelê serdest, gelê bindest têke nav mizaha xwe û bi wan bikene ev êdî ne mizah e, şidet e, şidetek sembolik e. 

Çend Not Bo Mizaha Kurdî: Wer xuyaye ku em êdî dikarin behsa komedîya Kurdan jî bikin. Ji ber ku ev çendek mizahek nu aj dide. Xebat û temsilê vê dawîyê tên çêkirin hêviyek germ dide me temaşevanan. Helbet imkanên aborîyê dijwar e, derfetên me Kurdan jî dîyar e, kêmasîya arîkarîya sazîyan jî ayan e. Lê dîsa ji xebatên li ser vê beşê tê çêkirin her diçe baştir dibe.  Herwiha mizah çiqas dikare ava bike, ji wî zêdetir ewqas dikare hevda jî bixe (deconstruction). Mizaha Kurdan ya vê dawîyê him hewl dide bibe berxwedanek entellektuelî, him jî dijraberîyek beşek nû ava dike. Loma divê em xwedî lê derkevin. Ji ber ku komedîya bindestan ifşa dike, vajî dike û pergala dagirkerîyê bi yek kenek serubin dike. Lê du risk jî heye ya rastî. Mîzah pirê caran bi çanda burjuvazîya biçuk re têkildar e. Ya din divê mîzaha Kurdan, teqez bi form û naveroka xwe bingehek nû ava bike û di temsîl û gramera xwe de bi komedîya serdestan re têkilîya xwe bibire. Erê belê ken helbet azad nake, lê tehma azadîye dike bîra mirov.   

Ji bo xwendina dawî ji Ekrem Malbat re gelek spas û mala wî ava be. 

İlginizi çekebilir