Êriş û tevlihevî zêde bûne: Li Dêrezorê çi diqewime?

Demên dawiyê êriş û tevliheviyên li Dêrezorê zêde bûne.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ên li Dêrezorê rastî êrişên gelek aliyên wekî “Hikûmeta Sûriyeyê, DAIŞ û grûpên nêzîkî Îranê” tên.

Doh dîsa DAIŞê li bajarokê Bisêreyê yê Dêrezorê êrişî HSDyê kir û du şervan birîndar bûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku DAIŞê di vê êrişê de baregeha Fermandariya Giştî ya HSDyê bi narincokê kiriye hedef.

SOHR da zanîn ku DAIŞî piştî êrişê reviyane.

Sê leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyên yên li çoltera Dêrezorê jî gelek caran dibin armanca êrişan.

Herî dawiyê doh sê leşkerên Sûriyeyê li Dêrezorê hatin kuştin ku yek ji wan fermandar bûye.

Li gorî agahiyan, dema wan hewl dida ji bajarokê Diwêrê bi dizî derbasî bajarokê Ebû Hemamê bibin, hatine kuştin.

HSDyê hêzên Sûriyeyê topbaran kirin

Dêrezor xeyn ji êrişên DAIŞê û grûpên din, carinan di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de dibe cihê şer û pevçûnan.

HSDyê îro berê berê sibehê gundê Buqrusê yê Dêrezorê topbaran kir ku di kontrola Sûriyeyê de.

Çavkaniyên xwecihî ragihand, çekdarên li wî gundî baregeha HSDyê gulebaran kiriye û sivîl birîndar bûne.

HSDyê jî bi bi topên hewanê bersiv daye êrişê.

Çend topên hewanê li bajarokê el-Tîbeyê yê li rojhilatê Dêrezorê ketine û li nêzîkî Pira Meyadînê di navbera çekdarên xwecihî û HSDyê de pevçûnan rû daye.

Medyaya nêzîkî HSDyê jî da zanîn ku li gund û bajarokên Zîban, Şefie, Hermûşiyê û Cinênê, 5 çekdarên “Hêzên Parastina Niştimanî” hatine kuştin.

10ê vê mehê grûpeke çekdar a ser bi rejîma Sûriyeyê ve li Dêrezorê êrişî xaleke HSDyê kir û di encamê de 5 şervanan canê xwe ji dest da.

5ê vê mehê jî HSDyê ragihandibû ku li Dêrezorê di êrişeke dronî ya li ser akademiya perwerdeyê de 6 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Êrişên DAIŞê

Ne tenê Dêrezor, herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî demên dawiyê zêdetir rastî êrişên DAIŞê tên.

Li gorî amarên SOHRê, ji destpêka sala 2024an ve şaneyên veşartî yên DAIŞê, li herêmên Rêveberiya Xweser 33 êriş encam dane.

Di encama wan êrişan de 13 şervanên HSDyê û Hêzên Ewlehiya Navxwe şehîd ketine.

Herwiha çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin û sê welatiyên sivîl canê xwe ji dest daye.

25 ji wan êrişan li Dêrezorê, 4 êriş li Hesekê, 3 êriş li Reqayê û êrişek jî li Helebê hatiye encamdan.

 

/rûdaw/

İlginizi çekebilir