Di Salvegera şeşan ya dagîrkirina Efrînê de rewşa herêmê çi ye?

Îro 18ê Adarê, salvegera dagîrkirina bajarê Efrînê û herêma Çîyayê Kurmênc e, ji alîyê Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ve. Van hêzan di Çileya sala 2018an de bi navê “Şaxê Zeytûnê” dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh a kir û di 18ê Adara wê sale de herêma Efrînê bi tevahî kontrol kir.

Di van şeş salan de, hêzên Tirkîyê û grûpên alîgirên wê, wêranî li Efrînê pêk anî, piştî ku piranîya xelkê Efrînê neçar bû ku koçber bibe, û dest danîn ser mal û milkên wan.

Ev şeş sal in, ku piranîya rûniştvanên wê herêmê ku Kurd in, hêvîdar in piştî derketina hêzên Tirk û alîgirên wan, vegerin malên xwe, lê ew dibêjin bêdengîya civaka navnetewî rê li ber hêvîyên wan digire.

Hejmar bi Berferehî

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirov(SOHR) ku bingeh li Londonê ye, operasyonên leşkerî yên Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê “zêdetirî 310,000 sivîl, ku 56% ji tevahîya rûniştvanên xwecîhî ne, neçar kirin ku ji cîh û warên xwe birevin. Di demekê de ku rewşa wan rûniştvanên ku li deverên xwe mayîna li ser koçberîyê bijartîye, ne baştir bûye, jiber ku ew rastî zêdegavî û binpêkirinên mafên mirovan tên, di nav de jî revandin û girtinên bê sedem bi armanca komkirina fidyeyan.”

Bi van hemû binpêkirinan re, komên ser bi Tirkîyê ve hewil didin ku rûniştvanên mayî ji Efrînê derbixin, di çarçoveya plana Tirkîyê ya guhertina demografîya sîstematîk de, li gor SOHRê.

Ji 20’ê Çileya 2018’an ve, SOHR’ê “kuştina 668 sivîlên Kurd li Efrînê belge kirîye, di nav wan de 97 zarok û 88 jin, di encama teqîna bombeyên vedayî û otombîlên bombekirî, êrîşên esmanî û bombebarankirina bejayî ji alîyê hêzên Tirkîyê û darvekirinên derveyî qanûnê. Hin kes jî di bin êşkenceyê de li girtîgehên ku ji alîyê komên çete ve tên birêvebirin de, mirin.”

SOHR her wiha dibêje wê ji destpêka dagîrkirina Efrînê heta 17’ê Adara 2024’an, revandin û girtina 8,729 welatîyên sivîl ên Efrînê belge kirine, ku 1123 ji wan di girtîgehê de mane û yên mayî jî hatine azad kirin piştî ku wan fidyeyên mezin dane komên “Artêşa Niştimanî” ya ku ji alîyê Tirkîyê ve tê piştgirî kirin.

Li gor amarên SOHRê, zêdetirî 4,476 malbat ji parêzgehên cuda yên Sûrîyê li Efrînê bi cîh bûne, piştî ku neçar man ji axa xwe koçber bibin, di çarçoweya plana Tirkîyê ya guhertina demografîya Efrînê de.

Li gor lihevkirina Rûsya û Tirkîyê, Efrîn jibo Tirkîyê hate radest kirin û li beramber wê rejîma Sûrîyê Gutaya Rojhilat bi dest xist.

Sûc û Zêdegavî

Di 6 salên dagîrkirinê de, SOHR dibêje wê li bajarê Efrînê û nahîyeyên girêdayî wê 1,246 bûyerên desteserkirina xanî, dikan û zevîyên çandinîyê ji alîyê endam û fermandarên komên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve belge kirine. Xanîyên hatine desteser kirin yên wan kesan in ku jiber operasyona “Şaxê Zeytûnê” neçar mane ji Efrînê koç bikin.

SOHR her wiha qala 449 bûyerên firotina xanîyên koçberan dike ku berê ji alîyê komên çete ve bi zorê hatibûn desteser kirin. Xanî bi buhayên kêm û bi taybetî bi dolarên Amerîkî hatin firotin.

Wê 734 bûyerên sepandina bacan li ser sivîlan ji alîyê fraksîyon û encûmenên xwecîhî ve li beramberî rêdana wan bo çandina zevîyên xwe û berhevkirina berhemên xwe, belge kirin.

Herwiha 1,101 bûyerên birîna darên fêkî ji alîyê komên “Artêşa Netewî” ve ku Tirkîyê piştgirîya wan dike bi armanca firotina wan wek êzingên agir, ku bi deh hezaran darên fêkî hatin birîn.

SOHRê 456 bûyer tomar kirine ku milîsên komên “Artêşa Netewî” bi hincetên cuda destdirêjî li sivîlan kirine.

Guhertina Demografîk

Di çarçoveya kiryarên berdewam ên jibo guhertina demografîya bajarê Efrînê û gundên derdora wê û avakirina wargehên nû, SOHRê di sala 2023an de ragihand ku komplekseke rûniştvanbûnê ya nû bi navê “Ajnadeen Felasteen” di bin çavdêrîya hêzên Tirkîyê û grûpên alîgirên wê de li nahîya Cindirêsê li gundewarê Efrînê yê bakurê Helebê hatiye ava kirin.

Li gor çavkanîyên SOHRê, avakirina 40 xanîyan ji alîyê rêxistina “Idlib Al-Watan” ve radestî endamên koma Ahrar Al-Şam a ku serwerîya gelek gundên Cindirêsê dike, kirine.

Proje 200 xanî û xizmetguzarî û dezgehên din, di nav de jî dibistan, mizgeft û peymangeha Quranê vedihewîne. Ew li ser rûbera çar donim erdê du birayên bi navê “Mecîd û Mûrad Mannan” hate cîh kirin.

Herwiha, koma “Ahrar Al-Şerqîye” komplekseke rûniştvanbûnê ya nû li ser rêya di navbera Cindirês û Efrînê de ava kir, piştî ku 280 darên du koçberên gundê Şîtka yê nahîya Mabeta ya li gundewarê Efrînê jêkirin, li gor SOHRê.

/ Jêder: Vao-Kurdi /

İlginizi çekebilir