Biden sibê bi rêberên Kongresê re ser alîkarîyê ya jibo Ukrayna dicive

Karbidestekî Qesira Sipî dîyar kir ku Serok Joe Biden wê roja Sêşemê seba pejirandina paketa alîkarîyê ya jibo Ukrayna û Îsraîlê û sekinandina girtina hikûmetê bi çar rêberên Kongresê re bicive.

Serokê Civata Nûneran Mike Johnson yê Komarî, Serokê Piranîya Civata Senatoran Chuck Schumer yê Demokrat, Serokê Kêmanîya Civata Nûneran Hakeem Jeffries yê Demokrat û Serokê Kêmanîya Civata Senatoran Mitch McConnel yê Komarî ew çar rêber in.

Wî karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe got ku Serok Biden wê ser paketên alîkarîyê û lezgînîya sekinandina girtina hikûmetê heta meha Îlonê danûstandinê bike.

Civata Nûneran, ku di kontrola Komarîyan de ye, jibo paketa alîkarîyê ya 95 mîlyar dolarî ya seba Ukrayna, Îsraîl û Hînd-Pasîfîkê bipejirîne di bin givaştinê de ye.

Bernivîs serê vê mehê li Civata Senatoran bi 70 dengên li hember 29 dengan hatibû pejirandin, lê Johnson li ber xwe dide ku dengdana li Civata Nûneran dereng bixe.

Şîretvanê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî Jake Sullivan roja Yekşemê ji kanala ABC re dîyar kir ku ger Johnson bernivîsê derxe dengdanê wê her du partî bi awayekî xurt jibo piştgirîya Ukrayna dengên xwe bidin.

Sullivan got ku Ukrayna jibo dijî hêzên Rûsî li ber xwe bide hewcedara çek û kelûpelan e dîyar kir ku wî ji nûner re gotiye ku ew dixwazin ku piştgirî bidin Kîevê.

Ji alîyê din ve, para pêşî ya fona hikûmetê roja Înê diqede.

Dema fona hikûmeta federal ya jibo sazîyên wek Pentagon, Wezareta Derve, Wezareta Ewlekarîya Navxweyî di 8’ê Adarê de bi dawî dibe.

Schumer roja Yekşemê bi nameyekê ji hevkarên xwe re ragihand ku hîn ti lihevkirina rê li ber girtina hikûmetê digire çênebûye.

Serokê Piranîya Civata Senatoran ser negirtina hikûmetê bang li Johnson kir ku dijî ‘’tundrêyên di koma xwe de bisekine û ya rast bike.’’

/Jêder: VOA-Kurdi/

İlginizi çekebilir