Behice Feride Demir: Rêya Teze

“Ev çend sal in ez li ser Rêya Teze dixebitim, di vê demê de gelek mijaran bi saya Rêya Teze bala min kişandin û di dawîyê da ev agahî û zanyarî bûn kakilê mijarên çend lêkolîn û nivîsên min ku di demên cihê da hatine weşandin.”

                                   Rohat Alakom 

*

Ji mijarên aktuelî yek jî pirs û bersivên li ser têkilîyên çandî, zanyarî û sazûmanîyê ne. Ev pirs him rojane û dîrokî, him entellektûelî û him jî takekesî ne mîna gera tavê ku her roj bilind û berjêr dibe di ser mirov ra.

Helbet îro li welat û civakên ku êdî bûne pisporên zanistê, pirs û bersivên wiha nostaljîk an jî vegera hin ceribînan dibînîn. Lê li welatekî mîna Kurdistanê pirs û bersivên bêencam, wekî meta û materyalên zanyarîyê xwedî qîmetên paşerojê ne. 

Koçberîya Kurdên Serhedê ber bi nava Ûris, yek ji qada hinek pirs û bersivan e. Ne tenê koçberî, lê tekilîyên bi milletên cînar ra jî sedemên meraq û mijûlan in. Em mecbûr in li pey bikevin û li ser hin nihêrînên nû hûr bibin

Dîroka Kurdên li Sovîyeta Ûrîs bi tevahî pêngaveke giring ya entellektualîzma (rewşenbîrîya) Kurdistanê ye. Piştî şikeştinên serhildanan û kesayetîyên zana û entellektuel, Kurdan li dervayî welat, lê li ser parçeyekî axa xwe ya kevnare, ji binî va û jî tunebûnê entellektualîzmeke nuh ava kirin. Her çiqas ev entellektuelî bêyî krîterên netewe-dîrokê û piştevanîyeke sazûmanî be jî, lê dîsa bi dest, hest, aqil û hewes, bi bawerî û jêhatîbûna kes û koman, xwe gîhandîye vebêjeke modern.

Lewma, îro em dikarin xebatên Kurdên Sovîyetê bi tevahî duyemîn avakarîya Întellîjansîya Kurdan bi nav bikin. Ekola lêkoleran, nivîskaran û heta dengbêjên wê dewra Rewanê û Rojnameya Rêya Teze nigê vê întellîjansîyê bi xwe ne. Dengbêjîya ku mêjûyê civaka wê dewrê bi xwe ra bi bîr anîye, di nava demê da, bi sedan kilam, û qeydên folklorîk, destan û çîrok, kesayetîyên wê dewrê, bûyer û guherînên civakî girtîye bin qeydê. Lê Rojnameya Rêya Teze bi serê xwe him agahîyên van guherînan him jî sedemên van guherînan piştî Rojnameya Kurdistanê, wekî qeydên wê demê jî bi kar anîye. 

Îro heger em behsa hişmendîyeke Kurdî û Kurdîyeke orjînal dikin, cihê Rojnameya Rêya Teze di vir da xwedî rôleke nejibîr e. 

Lêkolîner û nivîskar Rohat Alakom, sala borî li ser vê xizneya dîrokî kitabek nivîsî bi navê Rêya Teze, ku ji weşanxaneya Avestayê derket. Wekî di jêgirta destpêkê da tê gotin: Rêya Teze bi dîrok û xebatên xwe ji bona întellektualîya Kurdan him zevîya zanyarîyê him jî çinandina ceribîn û bermayîyên wê dewrê ne. 

Alakom, xebatên Rojnameya Rêya Teze bi sê dewran bi nav kirîye. Yekemîn perîyod bi navê “Dîroka Rêya Teze Dîroka Kurdên Sovîyetê” ye, Rojnameya ku 25ê Adara 1930yî da li Yêrêvanê bi alfabeya kîrîlî û latînî derketîye, li pey xwe 90 salên bi zor û zehmetî, û caran bêderfetî, lê dîsa bi pisporî, û hey tengasîyên sansurî ku heta paşê metnên dijîtalî jî hîştîye. 

Her perîyod di nav xwe da gelek çavdêrî, bîranîn, nihêrîn û behsa kesayetîyên ku îro bûne xwedî meqam û profîlên serkeftî, wek amatorên dewra xwe jî derdikevin pêşîya me. 

 

Duyemîn perîyod bi navê “Rêya Teze Xezîneke Çanda Kurdî” ye. Ev beş piranî behsa nivîs û nivîskarên Kurd dike. Têkilîyên nivîskarên Kurdan bi derdorên wêjêya Ûrîs, Ermen û bi xwe bi xwe ra. Ev perîyod di heman demê da di navbera zimannas, dengbêjên Radyoya Yêrêvanê û nivîskarên Kurd da, wek pêvajoya danûstandina kar û agahîyan e. Bi gotina Alakom “Di sala 1971an da qasî 12 nivîskar û helbestvanên Kurd dibin mêvanê redaksîyona Rêya Teze û li wir der barê kar û berhemên xwe da agahîyan didin.” Dîsa agahîyên Alakom dide, “di sala 1979an da vê carê bi qasî 7 nivîskar hatine bal hev û bûne mêvanê Rêya Teze; Qaçaxê Mirad, Karlênê Çaçanî, Elîyê Evdilrehman, Mikaîlê Reşîd, Eskerê Boyîk Çerkezê Reş, Nado Maxmudov.”

Sêyemîn perîyod bi navê “Destpêka Dawîya Rêya Teze” hatîye danasîn. Ev danasîn rastî îlankirina Prestroykayê tê û serxwebûnîya Rêya Teze jî bi xwe ra tîne. Li gor Alakom, “Rêya Teze, bi sîyaseteke nû, bê alîkarîya aborî (dewleta URSS) lê bi zelalî û eşkere dibe dengê birayên xwe yên li Kurdistanê -1991”

Pirtûka Alakom weke gelek berhemên wî, bi wêne, dokument, danasîna kesayet û materyalên çavkanî xilas dibe. 

Êdî hişmendîya Kurdan a entellektuelî xwe gihandîye cihekî cîhanî. Helbet Kurd milletek in ji gelek fraksîyon û formasyonan hişmendîya xwe werdigire. Lê her tişt ber bi xwebûnekê va diherike. 

Îro Ekola Yêrêvanê û Rojnameya Rêya Teze ne tenê ji xebat û xeyalên Kurdên derveyîn pêk tê, Rêya Teze hema hema bi her têbînî, têgeh û terza xwe, rê li ber rêyên me yên teze jî vedike. 

Heger Kurd behsa entellektualîzma dewra modern bikin, bêyî Rêya Teze nikarin behsa xwe fireh bikin.

Bi hêvîya hîn Rêyên Teze! 

İlginizi çekebilir