Behice Feride Demir: Navê Hin Pirtûkan 

Navê pirtûkan her tim bala min dikişîne. Car heye qeder û qîmeta pirtûkan di balkêşbûna navê wan da veşartîye. Hejimara rûpelan, cûreyê pirtûkê û heta navê nivîskar jî car caran dimîne di bin navê pirtûkê da.

Lewma jî hinek nivîskar bêtir bi navên pirtûkên xwe têne naskirin. Don Kîxotê ya Cervantes, Sor û Reş a Stendhal û Buddenbrookên Thomas Mann çend ji van pirtûkan in. Helbet bi hezaran pirtûkên welê hene. Lê her mirov li gor dilê xwe û xwînerîya xwe dikare lîsta xwe çêke. Lewma jî wext û temenê me çi dibe bila be, tehm û xuyanîya hin pirtûkên wiha ji bîra me naçe.

Rastîya van pirtûkan, wekî zarokekî qutabxaneyê ku lîsta jîyana wan bi razberîyeke rojane lêdibe, wisa bi me ra jî dijîn navên wan pirtûkan. Ev rastî ji bo edebîyata kurdî jî mimkûn e êdî. Him pêşveçûnên dîjîtal, him jî vegera li ziman û afirandina bi kurdî, bi xwe ra berhemên xwedî tesîr jî derdixe.

Nîhatê Hecî Şakir yek jî van nivîskaran e bi navê pirtûka xwe li me dibe mêvan. Pirtûka wî ya yekem, ya bi navê Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin a ji Weşanên Nûbiharê derçûye, helbet xwedî çîrokên pir xweşik in. Lê navê pirtûkê him çîrokan him jî Hecî Şakir bi xwe di bin baskê xwe da vêdişêre, ku xwîneran dibe nava tatêl û xemên hebûnî û derûnî. Ev pirtûk heftê û du rûpel e û ji şeş çîrokan pêk tê. Lê eleqeya min a niha ev pirtûk bi xwe ye, ne danasîna wê. Jixwe ev pirtûk weke berhemeke di bêrîkê de sivik û safî ye. Li ser maseyê, li ber qewheyekê, yan jî di bêhntengîyekê da jî dikarê bê xwendin. Jê ra demeke taybet û çavderîyên epîstemolojîk hewce nake.

Benzer haberler

Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin bi eslê xwe wekî aforîzma ye ku rojane ye wekî gotineke sarkastîk. Jixwe xweşiktîya pirtûkê jî ev e. Weke silikandinekî edebî him duh him jî siberoja me hişyar dike.

Ev çend roj e vê pirtûkê, Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin, bi xwe ra digerînim. Car caran dibe dengekî teselîya hebûnê dike, car caran jî dibe lipeyketineke salên borî. 

Di trêneke ku diçe navenda Parisê dest pê dikim û dixwînim. Xweşa min diçe dema navê Seîdê Nado û Silêmanê Ehmed bibîhîsim di trêneke Avrûpî da. Dilê min jan dide bi jana dayîka şervanekî Kurd. Peya dibim û diçim, li kafeteryayeke Parisê rûdinêm. Çaye kî îngîlîzîyan dixwazim, xwe bi xwe ra dibêm; Belê! Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin

Zeman fexr û firarîyê ranake. Lê roj tê ’emrê giran û ’emelê sivik ew tenê dibin hevalê li tenişta me. 

Navê hinek pirtûka ne tenê navê wan in…

Bimînin di xweşîyê da.

İlginizi çekebilir