Behice Feride Demir:  Fatma Îsa

Gerek pirs xwedîyê xwe û kilam jî dengê xwe bibîne. Bi milyonan gotin hene, bi hezaran kilam hene. Lê ji vana pir hindik gotin dibin tiştên hunerî û pir kêm hunermend bi şiroveya hestên xwe dikarin gotinan bikine hemanên hunerê.
Aslîka Qadir di kitêba xwe ya bi navê “Welatê Me Kurdistan e” da jêgirtinekî ji nivîskarê Ermenî, Xaçatûr Abovyan pare vedike. Abovyan gotîye: “Her mêrekî Kurd, lo hela her jineke Kurd ji dîya xwe wek hunermend çêdibin. Degme Kurdek hebe, jin be yan mêr be, wekî anegorî merîfeta xwe kilama ber xwe nestrê.”
Gava mirov li dengê Fatma Îsa guhdarî dike ev rastî bi her awayî xwe piştrast dike. Fatma Îsa weke hemî hemçaxê xwe yên Kurd, bê îmkan û bê înformasyoneke perwerdehî, lê tenê bi taybetmendîya dengbêjîya xwe bi kilamekî qedera çanda xwe guherand.
Îro em der barê ew Kurdên li ser axa Ûris jiyane xwedîyê dokumantên dewlemend in. Kê çer kiriye, çer jîyaye û li pey xwe çi hîştîye em dizanin. Radyoya Êrêvanê êdî ne îstasyonek e, ew îstiqametek e ji bona me. Edî em Radyoya Êrêvanê weke ekoleke hunerî û stranbêjîyê dibînin. Di bin sîya sîstema Sovîyetê da bi dehan rewşenbîr û stranbêjên Kurdan çi kirine û çi nivîsîne, bi qeyd û qayîde êdî daneyên hunera Kurdistanê ne.
Em nikarin tu hunermendeke ekola Êrêvanê ji hev biqetînin û pesnê wan bidin. Hemû avakarên hunera Kurdan in.
Lê yek ji nava wan bi xusûsîyeta xwe balê dikişîne ku ew xwedîyê dîrokeke xemdar e. Fatma Îsa ye ew; bi yek albûm, yek kilam û yek strandina xwe ji hemû heval û hevkarên diqete. Em çîroka Fatma Îsa dizanin. Lê kilam û stran xwedîyê elementeke bi kesayet in û herkes nikare wana nemirî bike. Weke miqletîzeke hestewar di nav her qurne û demê da hezkirîyên xwe ber bi xwe dikişîne.
Benzer haberler
Fatma Îsa desteyeke kilamên xwe ya bi navê Were Miho di sala 1972an da derdixe. Ji xwe êdî ji wê pê va tiştekî çênake. Ew Miho distrê û diçe. Lê kes nizane wê li pêy xwe ruhekî nû diyarê hunera Kurdistanê kirîye. Salên 1970yî ji bona çar alîyên Kurdistanê salên amadekarîyê ne. Kurdên ku li çar welatan belav bûne bi zehmetî xwe digihînin hev, hal û hewalên xwe pare vedikin. Lê Fatma Îsa toximeke jîyanî, evînî û hebûnî direşîne nava gelê xwe û bangawazîyekê dixe nava Kurdistanîyên wê demê.
Fatma Îsa û Miho bi hev ra dibin endamên mala her Kurdekî. Miho Ji çendin kilamên bi temaya eşqê hemî Kurdistanê dide pêy xwe û dide ber meraq û mirazan e. Kurd destan û lehengên evînê nas dikin helbet. Lê Miho destan nîne, leheng nîne, heta ku Fatma Îsayê jî kes nizane ew heye yan tune. Lê dema gotin xwedîye kilaman û stranbêja/ê xwe bibîne, qedera gelek tiştan tê guhertin.
Fatma Îsa jî qedera xwe û ya Miho bi kilamekê heta hetayê guherand. Yên ku ji dîroka eşqê dizanin, gelek kesên ku bûne sembola eşqê dinasin helbet. Tristan, Romeo, Mem, Mecnûnê Qeys û gelek kesên din bihîstine. Lê Miho tenê bi şiroveya Fatma Îsa dikeve nava vê listê û bêhna evîneke jandêr û dilsozî tîne nava vê cîhana dilî.
Helbestkar û bestekara Tirk Aysel Gurel gotîye: “Ez her bihar aşiq dibim.” Gava zivistan tê Serhedê dengê Fatma Îsayê û Miho bi hev ra tesîrê li min dikin. Weke bangawazîyeke psîkolojîk dinya li ber çavê min dibe berf û zivistaneke Serhedî.
Û
Fatma Îsa ye dibêje: “dilê min bûye sêleke duhesinî dengizeke ava binî.”
Fatma Îsa di çileya sala 2010an da konê xwe ji nava konan bar kir.
Lê kê gotîye hunermend dimirin…
İlginizi çekebilir