Amedê peyamek da: Em jiyaneke bêyî Kurdî naxwazin

DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û saziyên ziman ên Kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî meşek li dar xist.

Partî û saziyên navborî bangî dewleta Tirkiyeyê kir ku zimanê kurdî wekî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê nas bike.

Herwiha bangî civat, sazî û partiyên Kurdan jî hat kirin ku xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Ji bo pêşwazîkirina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, di serî de rêveberên DBP û DEM Partiyê, dildarên zimanê Kurdî li hev civiyan.

“Bila Kurdî bibe zimanê fermî”

Wan bi daxwaza Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê meşek li dar xist.

Lê wan beriya meşê, xwe li ber defê û stranên Kurdî germ kir.

Cil û bergên Kurdî, dirûşmên ji bo ziman û dowîzên rengo rengo çalakî jî rengîn kir.

Dildarên zimanê Kurdî ji ber avahiya DBPyê heta Parka Koşuyoluyê meşiyan.

Beriya daxuyaniyê li ber stranên Kurdî govend gerandin.

Paşê bi her du zaravayên sereke yên zimanê Kurdî, Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî daxuyanî hatin dayîn.

“Bila dibistanên Kurdî bên vekirin”

Rêvebera Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvençê got:

“Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Ango zimanê Kurdî jî wekî hemû zimanên cîhanê yên xwedî statû jî ji pêşdibistanan heta zanîngehan di hemû merheleyên perwerdehiyê de cih bigire.

Ji kreş û pêşdibistanan bigire heta zanîngehan divê dibistanên Kurdî bên vekirin.”

DEM Partî jî di asta herî herî bilind de cihê xwe di meşê de girtibû.

“Zimanê me zimanê cîhanî ye”

Hevberdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalliyê jî got:

“Em dibêjin zimanê me tenê zimanê herêmî ye, zimanê me zimanê cîhanî ye.

Em li her derê ji bo zimanê xwe, bi xirûra xwe, bi kelecana xwe dengê xwe li her derê bilind bikin. Em dibêjin dem dema zimanê Kurdî ye.”

“Zimanê me hebûna me ye”

Kesên beşdarî meşê bûn, li dora yek armancê kom bûn. Ew jiyaneke bêyî Kurdî naxwazin.

Welatiyekî got, “Zimanê me hebûna me ye.”

Welatiyekî din jî got, “Ziman jiyana me ye. Ziman hebûna me ye, ziman nasnameya me ye. Ziman axaftina me ye. Ziman her dem di her aliyî de serkeftina me ye.”

Kesekî din jî got, “Dar li ser koka xwe mirov bi zimanê xwe şîn dibe. Zimanê me hebûna me ye, zimanê me her tiştê me ye.”

Li gorî agahiyan DBP, DEM Partî û saziyên ziman biryar da ku di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî û meşên girseyî li dar bixin.

Piştî hilbijartinan dê mijara ziman wekî mijareke sereke bînin rojevê.

/ rudaw Maşallah Dekak- amed/

İlginizi çekebilir