Umut Arik: Muzîk ji min re zimanekî nû ye

Muzîk û çand bi saya ciwanan pêş dikeve û li pîya dimîne. Pêşeroja me di destên ciwanan de ye. Lewma divê em qedrê wan bizanibin û divê em rê li ber wan vekin. 

Mela Mihyedîn

Umut Arik jî yek ji ciwanên me ye. Bi xebatên xwe hêdî hêdî xwe di qada muzîkê de nîşan dide. Mirovekî jêhatî û dildarê muzîkê ye.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Umut Arik kî ye?

Ez 24 salî me a. Niha ez li Midyadê me û jîyana min li vir berdewam dike. Ji alîkî ve dersa gîtarê li “Mîdyat Müzik Evi” didim û ji alîkî ve jî xebatên xwe li ser muzîkê berdawam dikim. Bi şagirtan re ji bo xebatên nû û hîn bûna wan li ser muzîkê wext derbas dikim. Ji bo pêşerojê li ser stran û muzîkên nû dixebitim. 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev ji kengî ve ye tu karê muzîkê dikî?

Ez bawerim evîna muzîkê di dilê hemû mirovan de heye lê wextê yek kete nav karê muzîkê an jî enstrûmanek naskir û xwe peş ve bir a hingî evîna muzîkê bêhtir dilê wî de şax dide û bi qewet be. Evîna min a muzîkê bi naskirina gîtare bû. Min gîtar naskir, hêdî hêdî hînî gîtarê bûm. Her gava go min ji alîyê pêşveçûnê de gav avêt hingî evîne nû di dilê min da zîl dan û raya wan evînan carna bûne stran carna bûne helbest û xwe derxistine holê..

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji min re zimanekî nû ye û ew ziman tiştekî gelekî cûda ye. Her mirovê li sêr cîhanê dikare ji vî zimanî fêhm bike. Herkes dikare di nava muzîkê de qetekî ji nava xwe bibîne. Heger mirov ji gotinên muzîkê fam nekin jî dikarin bi saya melodîya muzîkê gelek wateyan derxin.

Heke ez muzîkê bi hevokekê îfade bikim ez ê bêjim “Muzîk behra kê be hemû mirov dikarin xwe di wê behrê de xwe bişon”. Piştî xwe şûştin jî wê bi çavekî paqij û biratî li hev binêrin. 

Dema te biryar da tu yê karê hunermendîyê bikî ji malbat û ji derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di vê rê de kî ji te re bûne alîkar?

Dema ku min dest bi muzîkê kir malbata min li pişta min sekinî. Bertekên go dan jî ji bo pêşveçûna min bû. Ji hûr û mezinan hemû kesî pişt danê min. Birayê min ji xwe re li Tembûrê dixist û gîtara min a pêşî wî dîyarî min kir. Jî roja destpêka min a muzîkê heta niha jî ji min re bû pişt, rê şanî min kir û ez hînî muzîkê kirim. 

Bi awayekî serkeftî tu muzîka xwe tîne meydanê. Tu dikarî ji me re behsa terza muzîka xwe bikî?

Yanî ez bêjim terza min wilo ye an jî vilo ye wê bê derew. Ez li hemû terze muzîkê guhdarî dikim û bi hemûyan re jî amel dikim. Bêhtir muzîka min li ser alîyê Ewrûpayê de diçê lê belê qetek ji rojhilata navîn jî heye. Xebat û strane min yên nû de ez bawer im hûn ê fam bikin ku ez behsa çi dikim. 

Di nava enstrûmanan de bêhtir bala te li ser kîjanê ye?

Min bi gîtarê dest bi muzîkê kir.  Ji bo wê jî gîtar ji min re gaveke pêştir e

Le muzîka be Tembûr ji min re kelê te. 

Gelek stran ji helbesten derketine. Gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî? Di pêşerojê de dixwazî ji helbestan stranan derxînî?

Hemû muzîkjen nikarin helbesta binivîsin û nikarin gotinê stranan jî binivîsin. Ji bo yî vê yekê muzîkjen hingî xwe hewceyî helbestvanê me û helbestên wan dikin. Wekî dîn jî ez dikarim mînakekê ji xwe bidim, wextê ez helbestan dixwînim heke kêfa min jire were ez li cem xwe qeyd dikim û li ser difikirim; ma gelo ez dikarim ji wê helbestê stranekê derxim? Heke derket ji xwe derdikeve û hevaltîya muzîkê û helbesta li wir dest pê dike.

Min gelek helbestvanê Kurd naskirin û pirtûkê wan jî xwendin. Di nav helbestvanê Kurdan de bêhtir kêfa min ji Cegerxwîn, Rojen Bernas, Dîlawerê Zengî û Ebdula Peşêw re tê. 

Min ji gelek helbestan stranê nû derxistine le a niha hê min qeyda wan nekirîye û bi rengekî profesyonelî me dernexistine. Bêtifaq di pêşerojê de hûn ê di gelek stranên min de navê helbestvanê me bibînin. 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Hemû terze muzîkê xweş in. Hindik hindik ez li hemûyan guhdarî dikim. Bala min bêhtir muzîka Rock dikşîne û ji hêlekê ve jî ya Country. 

Ez dixwazim bi wan terzan stranan çêkim û bêjim. Ez gelekî ji Johny Cash, Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Koma Wetan, Salif Keita û Cem Karaca hez dikim. 

Di demên berê û niha jî muzîk ji bo tenduristîya mirovan dihat bi kar anîn. Di rewşên wekî niha de (dewra koronayê) muzîk dikare rolek çawa bilîze?

Muzîk qehr û stresa mirovan dikşîne. Hûn jî zanîn cîhan hemû ji roja go Corona derketî û heta niha jî gelekî wextê kî zor derbas dike. Ez bawer im muzîk ji vê hêlê ve dikare hinekî barê mirovan sivik bike. 

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine? 

Pîrê muzîka kurdî ne stranbêjin. Pirê muzîka kurdî kesê go strana çêdikin û muzîka xwe bi rengekî xweş tînin ser ziman. 

Li hemberî min pirê muzîka Kurdî, Seîd Yûsiv, Aram Tîgran, Ciwan Haco, Şivan Perwer û Abbas Ahmed in. Wan hemûyan karê baş kirine û muzîka Kurdî li ser bingeheke gelekî bi qewet danîne.  Her wextî jî ji bo yî zimanê kurdî xebat kirine. 

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e? Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî? 

Di nava muzîka Kurdî de li gorî min albuma herî serkeftî albuma “Girtîyên Azadîyê” ye. Bi Rastî jî Ciwan Haco karekî gelek baş kirîye, hezar carî serkeftin jere. 

Dixwazim ji Ciwan Haco ders bistînim û şîretê go wî li min kirin ji xwere bikim rê…

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Berê kesên go karê muzîkê dikirin kêm bûn lê a niha bi pêşketina teknolojîyê re 

derfetê mirovan jî zêde bûn û rêya go diçê zanyarî ye jî hêsanî bûye. Li ser ve yekê mirov weke berê ne hewceyî hevin, tenê jî dikarîn xwe pêş bixin û tiştan ava bikin. Berê her tişt giran bû le niha gelek tişt hêsantir bûne. Weke ku min go Teknolojî çi qasî pêş bikeve wê mirov hê bêhtir tenê be…

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Li gorî min muzîk jî milekî dîrokî ye. Dîrok jî hinekî sîyasetê li nav xwe dixe û hinekî jî wêje. Ji xeynî van tiştan jî dîrok her tiştê mirov li nava xwe dixe. Çawa mijara dîrokê nebe wilo ya muzîkê jî nîne û muzîk ne tenê qala navê mirovan û wexta dike. Muzîk qala dilşikestin, şabûn û kenê mirovan dike. Muzîk qala xwezayê jî dike û ya ajala jî. Weke go min got mijarake muzîkê nine û dawîya we jî nîne… 

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Li gorî min muzîk divê çîrokêke di nava xwe de bihilêne. Divê serê wê çîrokê zelal be û dawîya wê girêdayî serê wê be. Wextê stran an jî muzîk xilas bû  divê çêja wê demêke li ser guh bisekine. 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Ez ne bawerim go muzîka Kurdî zikê xebatkarên xwe têr bike lewra mirovên me piştê nadine hunermendên me û gelek mirovên me jî li muzîka Kurdî guhdar nakin. Ev hinekî pirsgirêka stranbêjê me ye jî. Stranbêjê me ketine qalibekî de. Hinekî jî li paş mayîne û ez bawer im ditirsin go ji qalibê xwe derkevin.

Divê em guh bidin hunera cîhanê hemû kî û rêça ku emê meşinde ne bi tirs herin. Nû bûnê ke bi qewet lazime ji hunera Kurdî re. Ez bawerim piştî ve nûbûnê em jî weke hemû gelê cîhanê ji alîyê hunerê em ê pêşve herin. Piştî ve pêşveçûnê hemû xebatkar wê zikê xwe tije bikin. 

Ji bo muzîka Kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ji bo pêşketinê divê em nûbûnekê bînin hemû alîyê hunera xwe. Hemû milê hunerê bi hevre girêdayîn e. Em kîjan milî pêşve bibin wê yê dî jî hinekî dî pêşve biçe. Ji bo yî wilo divê em hêzeke bi qewet bidin ser milê hunera xwe û xebateke modern û xweser bikin. 

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Projeyeke te wisa heye? Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Pêşerojê bê tifaq wê sê an jî çar stranên min derkevin. Ez bawer im va her sê heyvê li pêşîya me hûn ê guhdar bikin. Wekî dî ez li ser albûma xwe jî dixebitim, xebatên we jî  niha berdawam dikin. Gelek stranên ku min çêkirine jî di demeke nêzîk de hûn ê bi dengê  hevalên me guhdarî bikin. 

 

 

İlginizi çekebilir