Tevgera Goran qetilkirina Yasin Bulut şermezar kir

Tevgera Goran qetilkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) şermezar kir û bang kir ku piştperdeya bûyerê were eşkere kirin.

Gor nuçeyen Rojnews daxuyaniya Tevgera Goran wiha ye:

“Mixabin li Silêmaniyê nûçeya qetilkirina çalakvanê siyasî Şukrî Serhed gihîşte me. Em bi tundî vê kiryara terorîstî û her hewldanekî tundûtîjî şermezar dikin ku aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê hedef digire. Daxwazê ji aliyên peywedîdar dikin ku zû piştperdeya vê bûyerê eşkere bikin û tawanbar bigihîn cezayê xwe.”

İlginizi çekebilir