Tara Mamedova: Ez zarokêkî navmalî nebûm, ez her tim li pey xeyala xwe, koka xwe bûm

Tara Mamadova hem bi rengê dengê xwe hem jî bi awaza xwe mûzîsyeneke berhamdar û serkeftî ye. Piştî ji Fransayê vegeriya û li Sitenbolê cih bû,  wekî bixwe jî dibêje, zêdetir nêzi gelê Kurd û mûzîka Kurdî bû. Wê heya niha çendîn album derxistine û bi sedan jî konsert dane. Me xwest em bi vê sohbete ra, bo xwendevanên kovarê portreya hunermenda Sovyetê-Kafkasyayê li gel nimûneyên jiyana rojane ya Kurdên wê derê û mûzîka Tara Xanê çêbikin. Me ev suhbet bi niviskî ji Tarayê re şand wê jî bi deng bersivand, helbet ji ber firqa deng û nivîsê  me suhbet hinkî kin û kurt kir û  hin hevok jî revîze kirin. Lê me zêde dest neda tevn û şêwaza Tarayê.  Lewre hûn ê jî bibînin ku Tara li gel müzîkjeniya xwe miroveke dilsoz, dildar, xweşsuhbet e, wê hûrgiliyên zarakotiya xwe, xeyalê xwe bi aweyekî pak û zelal raberî me kiriye. Ji ber ku Serhed Serhedî ev suhbet deşifre kir em spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî wî dikin.

Mihemed Şarman: Piraniya Kurdên bakur, Kurdên sovyetê bi saya dengbêjiyê û radyoya Êrivanê nas kirin û heta vê axiriyê  jî agahiyên me yên di derbarê wan de kêm bûn. Ez li cem xwe dibêjim her tim hêmaya xeribiyê heye, herweha kilam û stranên wan, yên dilşewat/diltezîn in.  Gava tu zarok bûyî  di hişê te da yan jî xeyala te da bakur û kurdên bakur çawa bûn, xwêdiyê hêmayeke çawa bûn ?

Tara Mamedova: Kurdên bakur ango kurdên her çar parçeyên welêt, ji Radyoya Êrîvanê yan jî ji Asyaya Navîn gelek dengên dilşewat û çiyayî dibihîstin. Me tevan jî ji wê derê dengên kurdên dilşewat, yên ji welatê xwe dûr dibihîst. Zaroktiya min bi rastî jî wisa derbas bû. Yanî em bi xiyalekî bûn û em li welatekî xerîb çêbûn. Çawa welatekî xerîb mezin bûn, yanî gava kal-bavê me, kalkê me, pîrka me,hatine Êrîvana Jor, gava Stalîn ewana ber bi Asyaya Navîn birin; ewana şeş, hef, heşt salî bûne. Wan malbata xwe wenda kirine, herdu kalkê min jî; yê hêla dayîkê sê-çar birayên xwe, yê hêla bavê jî çar pênc xûşkên xwe (xal, met, xaltîk) wenda kirine. Kalikekê min êtîm mezin bûye. Gava diya min behsa kalkê min ê Evdile dike mîna zarokeke biçûk, kelogirî dibe û digirî. Diya min bixwe jî êdî 75 salî ye Mîna keçeke biçûk, gava behsa bavê wê dikin, digirî. Çima digirî, ji ber ku derd û kulen wî yên pirr mezin hebûne û jixwe naxwaze zêde behsê jî bike. Çima naxwaze behsê bike ? Gava behsa xûşk û birayên kirine, ew bêdeng maye. Yanî kuleke wisa di dile wê da maye loma bêdeng dimîne. Çavê kalkên tim şil bû. Kalkê min ê dinê jî timî çavşil, bi keder û bi kul bû. Ez neh salî bûm kalkê min çû rihmetê. Me êşa di çavên wan de, êşa di dilên wana de, di dilê xwe da hîs kir. Çaxa em zarok bûn me nedizanî û me nikaribû xeyal bikira bê ka em ji ciyekî çawa hatine. Piştî em mezin bûn me fêm kir em ji cîhekî çawa hatine. Wan tim û tim behsa welêt dikirin. Behsa koçberiya xwe, wendabûnê, birçîbûnê, xelayê, tenêbûnê û hêsiriyê dikirin. Yanî bêrîkirineke ecêb bû bêrikirina wan, bêriya welêt, axê, qewmê. Kurdên li Asyaya Navîn wisa girêdayî welêt bûn ez nikarim wê binime ziman. Zaroktiya min da her tim behsa van dihatine kirin û ji min ra wekî çîrokan dihat. Lê piştî em mezin bûn mixabin me fêm kir, me fêm kir ku ew çîrokên birîndariyê ne. Me fam kir ku evana ne çîrokên zarokan in, me fêm kir ku ne çîrokên pirtûkan in, ne yên ji ber xwe ve hatine nivîsînê ne ku dilê me bi wan bilerize û em pê wan şa bin yan jî xemgîn bibin. Êdî em bi rastiyê hisiyabûn û pirsên me çêbûbûn me dest bi lêkolîna van pirsan kir. Me dest fêmkirina wê hewarê kir. Ji bo wê fêm û ferasete jî demek bi ser ra derbas bû.

Zaroktiya min di nava çend çandan da derbas bû, taybetî jî di nava çanda Rûsan û Kurdan de derbas bû. Min bihîst ka çawa dayîkên me kalikên me li ser wendayiyên xwe, miriyên xwe dilobînin, digirîn û min bihîst bê dengêjên jin û yên mêr bi hev ra çawa stranên mêraniyê digotin. Ev wekî darekî li ser ruhê me tim û tim şîn bû. Her wiha çanda Rûsan ya Sovyeta Kevin, klasîkên Rûsan yanî ramansên wan tiştên girîng bûn, bandora wê çandê li ser dengê min heye lê gava ez stranên xwe yên kurdî dibêjim, bandora zaroktiya min, dengbêjiyê, wan stranên kurdî yên berê zêdetir in. Zaroktiya min jî bi vî rengî bû. Hesreta wî welatî, wê axê tu car nehate ji bîr kirinê, kal û bavên me mixabin bi çavên şil ji vê dinyayê bar kirin û çûn û ew bar mayî jî ma li ser dilê me.

Tu dikarî hinekî behsa rewşa kurdan ya dema zaroktiya xwe bikî?

Helbet. Ya rastî ez dixwazim ji dil bibêjim di jiyana min da bextewarîya min a herî mezin zaroktiya min bû. Min eva paşê fêm kir. Yanî em zarokên bextewar bûn. Em zarok, wexta li Sovyetê koça 93yan çêbû , çima bextewar bûn ? Ji ber ku em nava çanda xwe da mezin dibûn. Cînarên me hemû kurd bûn. Yanî piranî Kurd bûn, ji ber ku kurd kom dibûn û wekî koman dijîyan, ji bo hevdu biparêzin û xwe bihêz hîs bikin, dûrî hevdu nediketin û nêzê hev dijiyan. Loma jî zarokatiya min pir şêrîn û pir delal bû. Heta roja qiyamet rabe ez ê vê bibêjim.  Gava em ji xewê radibûn, ji ber ku dîya min mamoste bû diçû dibistanê, diya min e dinê, Seyranê û xaltiya min a Gulê em mezin dikirin. Em bi dengê wê şîyar dibûn. Digo, zarokno dê rabin, rabin min taştêya we hazir kirîye ! Em dengê wê yê kurdewar radibûn û me li ber bayê tûmanê wê ye kurdî, kofîya li serê wê didît û di nav bexçe da diçû-dihat û wê darên sêva, darên qeysîya av dida. Yanî tiştekî ecêb bû,  me kurdên wê derê ji xwe re welatek ava kiribû. Ji ber ku cografya Kirxistanê ‘ava wê, golên wê, çiyayên wê’ bona me mînanî yên Kurdistanê bûn.  Ji xeynî sîstema Sovyetê  niha fêm dikim ku li wir ziman û dibistan, jîyana kurdewarî ji ya welêt zêdetir bû . Ez derdiketim, em diçûne dibistanê û dema em ji dibistanê dihatin, em derdiketine kuçeyan, me tevî zarokan lîstokên curbecur dileyîst. Kuçeya me tejî zarok bûn. Em nêzîkî 100-150î zarokên kurd dihatin ba hev. Zimanê me yî nava malê sedî sed kurdî bû. Li alîkî bajêr, ji dawetekê dengê defekî dihat li alîyê din yê bajêr jî dengê defeke din dihat. Me ji dengê def û zurneyê zanibû bê awayê şahîyê çi ye, me zanibû def, defa kîş eşîrê ye. Eşîra Birûkîya, eşîra Celalîya, eşîra Qolayîya, eşîra Nasoyîya… Yanî eşîraçîtî jî hebû lê çawa bêjim ne wekî yên vê derê. Pir xweşik bû a rast. Me ji dengê zengilan ji dengê zurnê ji dengê defê pê derdixist ka dawet e, dengê şîngirêdanê ye yanî me dizanibû li ku derê çi bûye. Çiya mezin nebûn yanî pir mezin nebûn mîna yên Dersimê bûn, me dengê hevdu dibîhîst. Bibiya qîyamet jî me dengê hevdu dibîhîst bibîya cinnet jî me dengê hevdu dibîhîst.

Em diçûne zozanan, em diçûn me kulîlk top dikirin me ji boy malên xwe li çiyê  gûz top dikirin me fêkî top dikirin baden û findiq û fistiq top dikirin. Em di nava bostanan da radibûn-rûdiniştin, radibûn-radizan. Em bi malbatkî dihatin-diçûne ba hev. Tiştekî wisa bû, bi rastî ez gelek deverên welêt geriyam lê min ew zaroktiya kurdewar ku min jîyan kir mixabin vê derê pir kêm dît. Ez ji bonê gelê xwe sûcdar nakim, em dizanin bê çima wisa bûye. Loma jî ev zaroktiya xweş, di bîra min da maye. Eva çendîn çend sal in ez neçûme Kirgizîstanê. Her çaxa radizêm baxçeyê mala bavê min tê bîra min. Baxçeyê mala bavê min ê ku ez strana xwe ya bi navê “Xewna Giran” da jî behsê dikim, ‘nezerî ket mîna darên bexçê mala min lo’ yanî wekî hestên min ku bi destên me destên kal û bavên me hatibûn çêkirin, têne xewna min herwiha dendikên qeysîyan têne xewna min bê me çawa ew dişkênadin, me ji wan ji xwe ra gerdan çêdikirin. Wê ti car bîra min neçe û xeyala min a herî mezin e, ez ê demek pir nêz da herim wî cîyî, ez ê herim mala xwe bibînim. Tê bîra min pir zehmetî jî hebûn. Zehmetîyên ekonomîk hebûn, tiştên dinêna hebûn  lê milet pir bextewar bû. Kesekî derdê xwe nedigot. Jinên me, dayika min, yek ji wan jinên xandî bû, universîte xilas kiribû diçû dibistanê dihat. Gava dîya min diçû dibistanê hinek jinên me derdiketin kuçeyê û wusa li palê -ciyekî bilind nebû- dirûniştin, diaxivîn heta êvarê.  Zivistana em derdiketin, me xwe tevê zarokan dişiqitand û zarokên kurd, zarokên Rûs û yên Ecem, bi hev ra bûn. Me xwe dişiqitand, me heta êvarê dileyîst û em dihatine mala xwe û tu kesî jî zirar nedida me. Zaroktiya min heta 1993an bi vî rengî derbas bû, bi çavê zarokekê.

Navbera we û gelên din çawa bû, mînak navbera we û Ezeriyan, Rûsan ,Ermeniyan… Wan bi çi çavî li kurdan dinihêrîn ?

Qasî tê bîra min, ti ferqek di nava gelan de tunebû. Cînarên me celebcelebî bûn; Rûs hebûn, Ecem hebûn, Ermenî hebûn, Çeçen hebûn, Kirgiz hebûn. Gele gele cînarên me ji miletên din hebûn. Qasî tê bîra min tu kesî ji ti kesekî ra heqeret nekirîye, tu kesî ji hev re xeberên nexweş negotine. Qasî tê bîra min , heta sala 1993yan giş nava xweşiyê da jîyan. Me xwarin çêdikir yanî diya min xwarin çêdikir, min jî ji cînarê me re dibir, cînarên me yên Rûs jî ji me re dianîn. Gelek bûkên Kurdan ji Ûrisan bûn û çanda wan wisa bi çanda Kurdan re dibû yek. Ziman hîn dibûn. Ji me Kurdan bêhtir dibûn kurd û wekî edetên bere bûktanî dikirin. Em bûne şahidê tiştên wisa jî. Yanî ev mesela zewacê pir zêde çênedibû. Ji ber ku Kurdan dixwastin xwe  di ava xwe de biparêzin. Lê belê gava çêdibû jî bi vi rengî çêdibû. Mesela dîya min bi milletên din ra, Navenda Çanda Elegezê avakir û ew der ji bo karen hunerî bû navendeke girîng. Em ê di nava belgefîlmekê de dû û dirêj behsa wê bikin. Di nava çanda wê da hem grubên Kurd hem Rûs hem jî Kirxiz hebûn. Gişkan bi hev re karên hunerê dikirin. Ji bona wan yanî çanda me pir balkêş bû wan pir ji çanda me hez dikirin, ji dawetên Kurdan hez dikirin. Yanî êdî herkes hînî hev bûbû. Êdî wan jî qasî me fêm dikir bê ev dawet daweta kê ye, daweta kê nîn e. Qasî tê bîra min, wexta em zar bûn me tu caran haqaret ji miletekî din yê wextê Sovyetê nedît, wan heqaret li me nekirin. Di dibistana me de beşa zimanê kurdî jî hebû, ji aliyê dîya min va hatibû ava kirin. Me dikaribû perwerdeya zimanê kurdî hildaya. Yanî bi her awayî ez dikarim bêjim ku bîranînên xweş bi me ra mane.

Navberekî te di ropotarjekî de gazinên xwe li min kiribû û te gotibû tiştên li ser me têne gotin pir kêm in û yên heyî jî xelet in.  Dixwazî hinekî jî behsa wan bikî ?

Rast e em carekî bi hev re axivîbûn. Gelek kesan xwast li ser kurdên sovyetê belgefîlman çêbikin, li ser wan hinek tiştan hîn bibin lê belê piraniya roportajan bi mêran re hatine kirinê. Jinên xwandevan, jinên xwandekar yên qasî mêran ked dane, heta hinek caran jin ji wan zêdetir xebitîne lê tu caran wan behsa xwe nekirine, ji ber ku gava mêr tiştekî dikin, dixwazin pesnên wan werine dayîn dixwazin behsa wan bê kirin. Gava jinek nav wan da bihêz be tu caran navê wê nabêjin ji ber ku ya jinê wekî serkeftinekê nahesibînin. Ku Jinek li kêleka wan wekî wan karibe pêş va here û nav civakê de xwedî hurmet be ditirsin. Li ser vê mijarê îsal ez û hevala xwe ya rojnamevan, hêja Şenay Kumus çûne Rûsyayê û me bi dîya min ra reportajeka pir berfireh kir. Me li ser mijarên me behsa wan kiriye belgefîlmek kişand. Gellek kesan keda dîya min binpêş kirine û tiştên diya min kirine, kirine yê xwe û li ser navê xwe belav kirine. Bi rastî zef dilê min êşiya. Min dît ya ku wê li vê jinê xwedî derbikeve, ez im û em jin in. Û ez, keça wê me. Ez ji serî-binê çîroka wê dizanim keda wê dizanim û min bi çavê serê xwe dîtîye, ez naxwazim di nava dîrokê de keda  diya min, keda  jinên din li ser navê mêran were xwendin, gişkî dixin para xwe… Divê dîrok rast be, paqij be û wek xwe be bona em karibin wan ji xwe ra mînak bigirin,  em karibin bi wan serbilind bibin. Di nava çîrokên kurdên sovyetê da ne tenê mêr hene, jin jî hene! Û em ê behsa wan jinan bikin. Ez ê îro berfirehî behs nekim jixwe em ê di belgefîlmê de derxine pêşîya temaşevanan, derxine pêşiya civatê, we rojnamevan û nivîskarên hêja.

Tu piştî demekê çûyî Fransayê, tu ji bo çi çû yî, hêviyen te çi bûn, te çi bi dest xist ?

Em li gor qaydeyan,li ser esasekê mezin dibûn. Yanî divê keçik gelekî baş hînî şixulê malê bibin, keçik divê şermoke bin, giran bin, xwandinê da jî baş bin lê ew jî heta cîkî, piştre divê ew keçik bizewice. Ez zaroka malê nîbûm, min wekî xuşkên xwe bi bebekan ra nedileyîst. Çawa bibêjim karên malê re eleqedar nedibûm.  Dîya min digeriya, dîya min diçû konferansan, kongreyan, festîvalan. Ji bona wan bi vî hawî bû. Loma jî  min bi ya kesî nedikir ez ji mal direvîyam diçûma dawetan. Wextekî giş min digerîyan, ez derdiketime ser dikekê, min stran digot, xelqê berê min dida lê carna jî keyfa wan ji min ra dihat. Min li ser sahneyê stranên xwe digot, ez diçûme perwerdeya dansê. Ez li dibistanê di warê çandê de, pir pir baş bûm û ez di festîvalan yan jî şahîyên (pêşbirkên) dibistanan de dihatine çêkirin da dibûme ya yekemîn. Zarokan, wexta dans dikirin, mûzîk çêdikirin wan ez teqlîd dikirim.  Min bi zarokên kurîn ra komir top dikir-difrot, ji bona perê min bixwe çêbin û ez bi wan zaran ra diçûme çiyê  û min kulîlk top dikir. Yanî min tim dixwast ez wisa serbixwe bim. Çiqasî li tepa min bixistana jî, yanî bav-birayê (dikene) min filan dîsa jî bi kêr nedihat.  Yanî ez wisa ji civatê dûr diçûm, min bi ya diya xwe dikir. Bawer im min  tiştekî pirr baş kirîye û min dojote ser ya diya xwe. Piştî ku em hatine Rûsyayê, koçberî, tunebûn û tiştên din;  paşê li Yaroslavlê(Yugoslavya) navenda çanda kurdî vebû. Ez çûme wê derê û min du salan li wê derê perwerde dî û min gelek salan li wir dom kir. Li gelek cîyan da derketime li ser dikê, mesela li festîvalên Rûsyayê;  tîyatro hebû, şano hebû ez li wir derdiketime li ser dike, zaroktiya min cûwaniya min bi vî rengî derbas bû. Xeyala min bû, min digot ez ê rojekê biçim Fransayê ji ber ku ev xeyal, xeyala dîya min bixwe jî bû. Dîya min pêk nehanî lê min pêk hanî. Di serî da gava ez çûme Fransayê bi rastî jî bo min zehmetiyên wê pirr bûn lê ez  ji entegrasyonê re vekirî bûm, ez zarokeke wisa bûm, bi gelek çanda ra mezin bûbûm. Entegrebûn bona min ne zehmet bû. Ne asîmîle ha, entergrebûn. Yanî hînî civata dinê bibim, hînî çanda wan bibim, xwe bi wan bidim naskirin wan bixwe bidim naskirin.

Demekî ez wisa mam lê piştî wê di nava Rûsan de xebitîm,  ji civaka xwe qut bûm. Wê wextê min xwast ez bixwînim, ji bo ez li Fransayê hînî vazê bibim , min muzîsyenên li nav sûkan nas kir, bi rastî muzîsyenên pir baş bûn. Bo min bû rêyeka pir cuda. Min nêzîkî çend salan di soqaqan da bi wan ra stran got. Stranên Kurdî, lê tu kurdekî li min guhdar nekiribû, ew ên ez guhdarî dikirim hemû ecnebî bûn. Ez bi vî rengî hinekî îzolekirî hînî Frensî bûm, hînî mûzîka cazê bûm… Ez bi hunermendên kurd yên li Fransayê bûn re xebitîm. Û ez nişkêva xweberî ketime nav civaka xwe ya kurdan. Min fêm kir bê ka min çiqas bêrîya civata xwe kirîye, bêriya zimanê xwe, çanda xwe. Ji bona min bûbû derdekî giran, min dixwast ji wir herim , min dixwast ez werim û em neçine Rûsiyayê jî ji ber ku Rûsya ne Kirgizîstan bû, êdî ew tiştekî pir pir cuda bû. Min dixwast vegerim û bêm e cî-warên kal û bavê min timî behsê dikirin. Min dixwast ez werime wê derê û ez bi wan ra bibim yek, wan bibînim, wan nas bikim. Yanî sedema çûyîna min cuda bû, êdî min dixwast wan sînorên ez di nav de bûm derbas bikim, min ji derbaskirina sînoran pir hez dikir. Yanî sînorên ku min xeyala wê dikir ev bû; min digot gelo piştî vî çîyayî çi heye, min ev meraq dikir. Ez zarokeke wisa bûm min her tim meraq dikir. Min fîlmên wan temaşe dikir min strana Edîth Pîaf guhdar dikir. Ji bona min pir enteresan bû. Yanî çûyîna min a Fransayê ji meraqa min bû. Min xeyala xwe, ya rastî ji bo herkesî jî xeyalek bû, min ew pêk hanî. Bi rastî min gelek zehmetî dît, min hinek tişt gelek zehmet pêk hanîn. Ez tena serê xwe bûm û ez hîn bûm bi tena serê xwe bijîm, ez hîn bûm bi tena serê xwe bextewar bim, ez hînî cesaretê bûm û êdî neditirsiyam jî. Ji kuçeyan ji mirovan ji qerebalixê ji hînbûnê ji fêrbûnê neditirsiyam… Ez hînî wan tiştan bûm ji ber ku tim dilê me da tirsek hebû me jixwe bawer nedikir. Lê li Fransayê heval û dostên min ên Frensî yên mûzîsyen û gelek kesên din qinyat dane min, wan ez bi min dane bawer kirin, ez bûme Tara. Ez bûm keçikeke serbixwe. Min bixwe perê xwe qezenç dikir. min bixwe dixwand û min tu carî jî ji tu kesî alîkarî hilneda. Min carekî xwast alîkariyê bigirim lê min ji wê derê jî alîkarî hilneda. Ji ber ku ez ji bona mirovên vê derê bêxwedî bûm. Lê ez li xweyî derketim, ez bûme xwedîyê xwe. Hêdî hêdî wan kesên li devdorê min bûn,  dixwastin alîkariya min bikin êdî hurmet li min girtin. Êdî wana stranên min guhdar dikirin, wan dixwastin bi min ra rabin-rûnin. Ji ber ku êdî ew zaroka kelecanî, ewa bê xweyî dixuya çû, zaroka hewl da û da pey xeyalên xwe hate dewsê. Nêrîna min meraqa min hêza min a bo civata kurd zêdetir bû.

Gava tu çûyî Fransayê, hem nêrîna te ya li şexsê te, hem ya li Kurdan, hem jî ya li welêt guherî yan na ?

Min li Fransayê gelek kurdên welêt nas kirîye. Yên rojavayî, rojhilatî, başûrî û bakurî. Min gelek kes nas kir. Ez bi wan ra rabûm û rûniştim. Heta ez di nava wan de pirr baş hînî Tirkî jî bûm (dikene). Yanî tu cari nêrîna min neguherî. Ji ber ku mirovên min bixwe nas kirin,  mirovên pir baş bûn, delal bûn, hêja bûn, ji min hez dikirin û bi pêş ve çûna min şa dibûn. Nêrîna min neguherî ji ber ku êdî ew jî xerîb bûn, êdî ew jî ji welatê xwe dûr bûn, ji axa xwe dûr bûn. Lê meraqa wan qasî meraqa min pirr nebû. Fransa ji bona wan xilasî bû lê ji bona min derdek bû. Piştî wextekî êdî ez mezin bûm bala min ji Fransayê jî qut bû. Gava ez ketim nav civata xwe min fêm kir ku êdî ez ê nikaribim li wir bijîm min got divê ez nêzîkî gelê xwe, nêzîkî axa kal û bavê xwe bim. Yanî ew hesta di min da ewqas pirr ew qas zêde bû, ez nikarim bînime ziman. Mîna min di starana xwe ya Axê da jî gotibû mirov nikare hinek tiştan bîne ziman. Gava min strana Lo Lawo çêkir (bi kurdekî ra) ez di nava kurdên bakurî de hatime nas kirin û paşê daxwazên konseran çêbûn, ez hatim. Dema ez cara yekemîn hatime Amedê, çokên min lerizîn. Ez çûme Bazîdê, çend rojan ji ber girîyên xwe ez dax bûm. Yanî mîna ku perçe perçe bibim. Çawa kalkê min nekarîbû bihata û bigehîya axa xwe, wî çawa îro çiyayên vir, yên devdorê nedît, xwezî wî bidîta. Min gelek stranên xwe li axa kalkê xwe, dîya xwe, bavê xwe, xûşk û birayê xwe  nivîsandine. Strana Axê jî ji wan e. Yanî ew meraqa min, li Fransayê hêj zêdetir bû. Û ji bona wê jî min êdi hêdî hêdî hişê xwe ji jîyana Fransayê dişûşt. Êdî ji bona min dawiya wê hatibû, min nedixwest jîyana xwe li wê derê bidomînim ango li Avrupayê bidomînim. Wê sîstema bûrokrasiyê, ez pir aciz kiribûm jixwe. Yanî ez bawerim ez ji sîsteman hez nakim (dikene). Jîyana sîstematîk hez nakim. Ez bawer im ez ji dozê hez dikim, ji gerê, ji meraqê hez dikim yani ez însaneke wisa me loma min berê xwe da Tirkîyê.

Piştî tu ji Fransayê hatî bajarekî Tirkan ku lê gelek kurd dijîn, dixwazim tu hinekî jî behsa tecrubeyên xwe yên Stenbolê bikî ?

Belê sala 2012an da hatime Tirkiyê. Gelek dost û hevalên min heta gelekan na, piranîya wan ez dînikî dihesibandim. Min karta xwe ‘oturum îznîya xwe’ û her tiştên min Fransayê  berhev kirine, salên ez xebitî me û min vergî daye wan… Yanî digotine min tu bê aqil î, tu çawa dev ji vî tiştî berdidî, ji destê te da zenginîyeke mezin heye, tu çawa dev jê berdidî, diçî ?! Min gohê xwe ker kir min gohê xwe li her kesî  girt. Helbet ez hatim-çûm û ez hê zêdetir pê va hatime girêdan. Dibe ku ji bona we tişteke pirr enteresan nebe lê ji bona min pir pir enteresan bû. Gava ez di sokaxên Istenbolê da digeriyam, min ji gelek kafeyan dengê stranên kurdî dibihîst, axaftina kurdî… Sokaxên Amedê, ewan kevirên ku berîya hezar salî hebûn niha jî hene, ez ketime nav wê tarîxê ji bona min tiştekî ecêp bû. Heta niha jî wisa ye. Gelek tiştên min aciz dikin min diêşînin û dilê min wekî dilê we hemîyan biêşînin hebin jî, ez nikarim bêjim ku ez poşman im. Ji ber ku ez nêzîkî miletê xwe me. Û ez wisa fêm dikim ku hunermendek çiqas zor be, zehmet be jî divê nêzîkê civata xwe be. Divê  lê bijî, bibîne, derdê wan hîs bike, şahîya wan-şîna wan bibîne, psîkolojiya wan bizanibe, çîrokên wan guhdar bike, wan bi çavên xwe bibîne daku karibe ji dil mûzîka xwe çêbike. Divê ez di vê navberê da hevjînê xwe jî bi we bidim nas kirin. Hevjînê min digote min ez ê werim lê min gotê da na, tu neyê ez ê werim (dikene). Min gotê tiştekî ku tu li vê derê bikî tuneye.

Yanî ji bona min Fransa yan jî jîyana Avrupayê nedibû yanî ez bixwe jî nikaribûm li wir bimama. Û ez tu caran demokrasiya wê derê mezin nabînim. Ji ber ku min di nav da jîyan kiriye. Wexta ez li wir wekî karker dixebitîm, min gelek nebaşî dîtin. Gava ez nexweş ketim û ez mame li erdê paşê ewana hatin û wan ez birime nexweşxanê. Yanî ji bona min hemû tişt na  lê rihetiya hinek tiştan hebûn. Mesela ez wekî jinekê bi temamî nebe jî dikarim bibêjim ez bi awayekî fîzîksel rehet bûm. Çawa bêjim, ez dikaribûm di sokaxan de bimeşiyama, keskî tiştek nedigote min. Lê jixwe azadî ne ew e, azadî tişteke din e.  Yanî gelek hunermendên kurd li gelek civatên em li wê derê dijîn ji bo zimanê xwe ji bo çanda xwe dozeke bêhempa didin. Ev tiştekî pir cuda ye. Lê ew tişt ne ji boy min bû yanî ez pê ra nebûm yek. Min pêk anî, ez entegre bûm, ez ketime nava wan da lê ez tim ne di tebaxa xwe da bûm, ne di bêşîka xwe da bûm. Min xwe wisa hîs dikir. Dibe ku ev karekterê min e dibe ku zaroktiya xwe da ez tim wisa bûme , min tu caran nexwastîye zêde li cîyekî bimînim. Lê min pir dixwast ez nêzîkî civata xwe bim. Min pir dixwast xeyalê kalkê xwe pêk bînim û şûna wî dixwast lê bijî, bijîm. Ew tişt di koka me da heye û ez ber wê kokê çûm. Hevjînê min ji Bazîda Agiriyê ye. Yanî min bi wî re her tim bi kurdî xeberdaye, em kurdî keniyane, em bi zimanê xwe geriyane, henekê me bi kurdî bûn, girîyên me bi kurdî bûn. Vî tiştî ez pir bextewar kirim, ya rast ez mezin kirim. Ez bûme xwedî malbat ew jî ji bona min bû tiştekî pir bêhempa. Ji ber ku evîn heye û hurmeta wî ji hunera min, jîyana min, dîroka min ra heye… Li vê derê gelek stranên nû welidîn, gelek melodîyên min welidîn. Demekê zêdetir min ji xwe re mûzîka alternatîf çêdikir. Mûzîka Alternatîf pop-folk çêdikir. Niha ez zêdetir wekî alternatîf ser folkê diçim lê di navberê da jî mûzîka xwe ya alternatif, popê yan jî ya etnîk çêdikim, dixuliqînim. Li ser vî esasî me, û jîyana min a Tirkîyê wiha dimeşe.

Em ji stenbolê ber bi bakurê kurdistanê werin. Îcar tu bi kurdekî bakurî ra zewicî yî û te li gelek bajarên kurdan konser pêşkêş kirin, wê demê te çi hîs kir ? Di hişê te de kurdên bakur çawa bûn û dema te ewana dîtin çi guherî, tu van herdu deman bidî ber hev dikarî bibêjî çi ?

Helbet gelek tiştan xeyalên min şikandin. Ez li malbatên xwe gerîyam. Min hinek dîtin, hinek nedîtin. Min dît ku em pir ji  hev cuda ne. Mîna zarên ne ji dê û bavekî. Em pir pir ji hev cuda ne. Mîna zarokên du xelqên cuda. Yanî min kela dilê xwe da, di dilê wan da nedît, min eşqa dilê xwe da, dilê wan da nedît, min ew bêrîkirina di dilê xwe da, di dilê wan da nedît. Lê ez tu carî jî neketim nav, min lêpirsîn ji wan nekir, min lêpirsîn ji dîrokê, sîstemê, ji wan sîstemên ev  însanana kirîne vî halî kir. Loma jî gelek tiştên ku ez pê êşîyam hebûn. Herwiha em ewqasî hesreta welat bûn, wexta merivên mezin ji welêt bihata nava me, mîna  Xwudayek hatibe cem me, bona me bi qîmet bûn. Yanî bi dil û can me rêz lê digirt. Tê bîra min gava yek bihata li cem me, mîna em cinnetê bin li me dihat. Me wisa hîs dikir. Lê li vê derê  sîstemê gelek tişt belav kirine nirxên me bêqîmet kirine. Gelek nirx êşandine. Mirof nav şer da, nav zilmê da, nava pevçûnan da, dirûtî û derewan da gelek êşîyana û şekil girtîne. Loma baweriya mirovan ji hev tune ye. Di nav hunera kurdî de mirov yekitîyekê nabîne. Her pêşdarazek ‘onyargiyek’ heye. Hêviya min ji alîkarî û piştgirî hebû , heviya min bona van tiştan pir mezin bû. Lê darê di bin wan da şikest lê ez careke din bêjim mirov birîndar dibe lê mirov ji koka xwe venaqete. Ji ber ku ew kok ne aîdê ti kesekê ye. Ew kok, koka min e (dikene). Ez ê tim li ser koka xwe bimînim. Ez nikarim bibim aîdê tu malê û tu kesekî. Em bi edetên kurdî mezin bûne, em bi çanda kurdî mezin bûne, em bixwe mezin bûne, em kurd in. Me şîrê dîya xwe ya kurd mêtiye loma heqê ti kesî tune li kurdbûna me bipirse. Carekî dostekî min ê hunermend gote min – min stranek çêkiribû tê bîra we, navê wê Xewna Giran bû- got welle ez mûzîkên wisa çênakim, mûzîkên wisa heznakim. Ez kurdeke ser xwe ra me, ez bi dilê xwe, rihê xwe kurd im loma jî mûzîka min kurdî ye. Yanî şêweya kurdîya klasîk dixwaze bibêje yan jî ya folklorîk. Bi ya min şêweya mûzîka wî folklorîk e. Lê  gotinên wî ez pir êşandibûm. Yanî min bersiveke wiha dabûyê, min gotê ez ji te jî ji heft bavê te jî zêdetir kurd im, tu nikarî bi mûzîka min kurdbûna min binirxînî. Tu tenê belkî di nav miletekî û çanda wan da mezin bûyî lê ez nava deh panzdeh miletan da mezin bûm. Loma min rengê wan hilda ye loma tesîra wan rengan li ser dengê min heye, meriv pê dihise.

Ez teqlîda hunera xelqê nakim, ez xwe dijîm û mûzîka xwe dikim. Heger ez tenê li ser folklora Kurdî bisekinim ez ê şikê bi xwe bikim ji ber ku bi folklora kurdî ra folklora miletên din tesîr li min kirine ev ne di destê min de ye. Lê belê  awaza mûzîka kurdî di dilê min da ye. Yanî ev nayê wê wateyê ku melodiyên strana Xewna Giran, min çêkirîye, jixwe mûzîka modern e. Ji ber şêweyê stranên min, ez ne kurd im ?  Yan jî ez bi qasî we kurd nîn im. Bawer bikin kurdîtîya ku ez nav da mezin bûme belkî gelek mirov nikaribin xeyala wê jî bikin. Ser kurdîya yekudu divê em tu carî lêpirsînan nekin. Ji ber ku ev ne heqê tu kesekî ye. Yên Kurdî nizanin û naaxifin jî yên ku zanin û diaxifin jî divê  ji hev fêm bikin bê çima yek dizane û naaxife, yek diaxife lê baş nizane. Divê em ji dinyayê jî fêm bikin. Em nikarin îro di qalibekî de bimînin ji ber ku huner, mûzîk li ser medyaya civakî li ser platformên dîjîtal belav dibin her kes wan dibîze her kes dibîne. Divê em mûzîka cîhanê jî guhdar bikin, divê em hinekî li ser rîtmên xwe bixebitin. Şêweyeke wisa bi kar bînin ku xelq jî me guhdar bike. Gelek hunermendên kurd êdî di vî warî de serdikevin. Eva serkeftinek e, ev serbilindîyeke pir pir mezin e. Divê em keda wan xwedî derkevin, em qîmeta wan zanibin. Ew hunermendana bi saetan, bi rojan, bi mehan rûdinin saetekê li ser rîfekê, ser harmonîyekê dixebitin. Yanî her kes dikare stranên me yên gelerî hilde. Divê em hinek tiştan ji nû ve çêbikin. Ev nayê wê maneyê ku em ê tiştên din tiştên alternatîf çênekin, em wan hestan bi mûzîka cîhanê re nekin yek. Em çima di mûzîka xwe da cîyekê biçûk nedin notayeke Hindî, Efrikî ? An jî çima em di mûzîka xwe da yekitîyê çênekin, têkiliya miletan, civatan çênekin? Ji bona ew jî  me guhdar bikin, ji bona mûzîka me bala wan jî bikşîne. Mîsal mûzîka Efrîkî, Efrîkî ti caran ji rîtmên xwe nerevîn lê wana yêkitîyek çêkir û ew kete dilê mirovahiyê hemû. Yanî divê em qelîteya mûzîkê bibînin, hêdî hêdî jê hez bikin. Ew jî bi me ve girêdayî ye. Gava em hînî tiştekî dibin û pê va tên girêdan, piştre em bi tiştekî din ra jî tên girêdan. Ew tişt me hînî tiştekî dike, ya girîng ew e. Divê mirov naveroka wê saxlem çêbike. Yanî di vê mijarê de mirov hez dike gelek tiştan bibêje. Ez pênc zimanan dizanim, bi pênc zimanan diaxivim. Lê îro albumê min hemû kurdî ne. Çima kurdî ne ? Bi Rûsî, Fransî, Ermenî, Erebî bi gelek zimanan asta herî bilind da huner hatîye çêkirin. Zimanên azad in, welatên wan hene, televizyon wan radyoyên wan… Pêwîstiya wan bi me tune ye. Lê pêwistiya kurdî bi me heye. Elbet ez li ser dikê bi zimanên din jî stranan dibêjim wekî Frensî, Rûsî . Ji ber ku ew jî di nav rihê min de ne. Bi taybetî jî tenê ez zimanên diaxifim, wan nas dikim, rihê wan dizanim û dinyaya wan dizanim stranên xwe dibêjim. Lê praniya albumên min (stran) kurdî ne ez kurdî dibêjim. Loma pêwîstîya min bi zimanê min heye pêwîstîya zimanê min bi min heye. Ez herî zêde ji zimanê kurdî hez dikim, zimanê dîya min e, zimanekî birîndar e. Divê em wî şîn bikin, av bidin. Yanî bi awayê modern, klasik, folklorik, Rock, Jazz an jî opera.

Ez dixwazim li ser bîranîn û nêrînên kurdeke Kafkasan bisekinim, niyeta min ev e. Tu muzisyeneke hêja û berhamdar î,  dema tu zar bûyî têkiliya te û mûzîka kurdî çawa bû, dikarî hema kurtasî behsê bikî ?

Zaroktiya min hemû nav mûzîkê da derbas bû. Kalikê min bi nenîkên tiliya xwe mûzîk çêdikir û stran bi min dida gotinê. Tê bîra min stran jî evana bûn; ‘ Dêra sorê biçûk e lêlê lêlê’ (distrê) û ‘destê min î destê te de keçikê lê lê, gustîlka min destê te da delalê lê lê’… Evana stranên hanê yên gelerî bûn. Gelek kes carinan ji min ra dibêjin Tara, tu çima stranên gelerî nabêjî ? Pirr li dengê te tê, tu çima naxî repertuara xwe ? Van demên dawiyê min gelek stranên gelerî têxiste nav repertuara xwe da. Wek Gulşêrînê, Govend, Were Gulê û Çavreş ji wê repertuarê ne. Ne ji bo popûlerbûnekê ez vî tiştî dikim. Ew perçeyek min î pir mezin e. Ez bi strana xwe ya Dêra Sorê, birîndar im û lawo hatim naskirin. Carna ez bi guhdarvan ra diaxivim tew hûn nizanin bê ez bi van stranan têm naskirinê. Yanî min bi van stranan dengê xwe veda, ez hatim naskirin. Lê di nava min da rihekî dinê jî hebû, min xwast ez vana ra bikim yek. Em bêjin stranên gelerî yên di nava dawetan de têne gotin, dema ez derdikevime sahneyan pirî caran van stranana dibêjim. Min Strana Dêra Sorê pir digot, Lo Berde, Çima min ew stran hemû qeyd nekirin ji ber ku bala min li ser nivîsandinê bû. Yanî min dixwast ez hestên xwe binivîsim. Min pir ji nivîsandinê hez dikir, ji xeyalkirinê. Ez di zaroktiya xwe de di dersa lîteratûrê de serkeftîbûm a rast min dixwast ez xwe biceribînim. Gelek salan min ji xwe bawer nedikir. Gava min Lo Lawo çêkir jî min ji xwe bawer nedikir. Hema min got ez ê binivisim û bêjim. Yanî ez ê pey edebîyata gotin û felsefeyê nekevim. Yanî ez ê li pey gotina xwe bim. Ez wisa nêzîkî stranên xwe bûm û min heta niha jî wisa dewam kiriye. Carna ez hinek gotinan dinivîsim û gava edîtorên min dibêjin wiha binivîse, ez dibêjime wan da na ! Ez ji dîya xwe, kalikê xwe wisa hîn bûme. Min her tim wisa bihîstîye û ez ê wisa pêk bînim. Mînak dîya min dibêje ‘seva çi’ ez jî vê bikar tînim. Dîya min, pirr baş kurdî  dizane ew çawa bibêje ez jî wisa bikar tînim. Lîteratûr, edebîyata kurdî jî bo min pir pir girîng e. Lê zimanê civatê jî bo min pir pir girîng e. Loma jî ez bi zimanê dîya xwe helbestên xwe dinivîsînim stranên xwe dibêjim. Loma jî ez wextekî ji stranên gelerî dûr ketim. Neku ew di rihê min de nîn in, lê ez ê çîroka xwe binivîsînim. Min xwast ez behsa dîya xwe, zarokan, xuşk û birayê xwe bikim. Min ev çîrok jî ew melodîya ku ez pê mezin bûme re  got. Em bibêjin înternasyonel e, belkî jî ya tevlîhev e. Melodîyeke hem kurdî hem rûsî, hem romans hem jazzê, bi mûzîkeke alternatîf dibêjim. Wekî din ji bo min ne mimkûn bû ku min evana bi awayekî klasîk an jî folklorîk bigotana. Ez nava gelek çand û dengan da mezin bûme û ew dengana hemû di kerika gohê min da hene. Ez vî tiştî xerap hisap nakim. Eger ku dengek bi dengê te ra bibe yek, melodîyek ava dibe ê divê ew deng zêde bin jî. Eger dengek dengê te tepeser bike divê tu wî dengî ji xwe dûr bixî. Dengên min bihîstibûn/dibihîzim hatine ba hev û bûne melodîyên pir bedew. Dengê gelek gelan, çandan, zimanan.  Loma jî mûzîka min wekî şorbeyekê ye. Lê ew şorbeyeke pir bi tam e (dikene). Li gor min ☺️ Ez  ji xwera nabejim ku ez hunermend im, ez hewl didim pê bijim û wisa bibime hunermend. Senteza ez dixwazim çêbikim, hêdî hêdî dirûnê lê hêj gelek wext lazime.

Te ji çûyina xwe ya Fransayê çi hevî dikir û tu çiqas gihiştî meqsed-mirazê xwe ?

Çûyîna min ya Fransayê gelek tişt li min zêde kir helbet gelek tişt jî nivîşkanî man. Ez dikaribûm hêj gelek tiştan fêr bibim. Mûzîsyenên dixwastin bi min re bixebitin hebûn ez bi wan ra bimama ez nizanim wê çi bibûya. Dibe ku paş da jî bimama lê ez ji rêya xwe ya niha min daye ser, poşman nîn im. Tiştên min ji Fransayê hildan kete ser deng-reng ê min hene. Gere mirov di hunera xwe da ji dil be. Carinan tu dengeke din bixî nav hunera xwe, ew deng ji dil nayê gohê mirov. Ya ez dikim çi kêm çi zêde be, ez ew im; Mamosta Ciwan Haco bo min mînake. Em dibînin  bê xelq çi qas ji wî hez dikin. Wî rîtm û enstrûmanên modern bikar anîn û belkî jî di mûzîka kurdî de yekem car muzika modern wî ava kir. Me pir jê hez kir, ji ber ku ew wek xwe bû. Bo min mamoste Şivan (Perwer) jî wisa ye û ez bi dengê Şivan Perwer mezin bûme. Ji bona min ser wî re ti kes nîn e, yanî Şivan Perwer zaroktiya min e. Min li zozanan li malê û hema li her derî timî dengî wî dibîhîst.  Û ez pir bextewar im ku ez û ew hevdu ji nêz ve nas dikin. Em bi dengê dengbêjan mezin bûn; bi dengê Şakiro, dengê dengbêjên din yê radyoya Êrîvane filan… Ew hêla me ya şikestî-xerîp bûn, ew birîn û kul û eşqa me bûn. Dengbêjî çîrok û dîroka me ye… Em ê bi motîfên îro stranên wan aranje bikin. Lê divê em bixwe jî bixuliqînin. Em nikarin tenê pişta xwe bidin tiştên heyî. Şakiro çîroka xwe got, Şivan Perwer ya xwe got, Ciwan Haco ya xwe got û gotina wan bû gotina civatekî. Lê Tarayê çi dibêje ? Divê ez jî ya xwe bibêjim. Em nabin serê tilya wanjî lê em dikarin hewl bidin.Xeyala min ewe kû  ez jî hê baştır Hînî gotin gotina xwe bibin û  li pey xwe tiştekî bihêlim. Ez ne tenê bo îro dijîm ez bo paşerojê jî dijîm û li gor wê hunera xwe pêşkêş dikim. Divê ez bo siberojê tiştekî bihêlim û divê ev tişt rast be û zaroka min pê serbilind be. Ez bi kiryarên dîya xwe serbilindim divê keça min jî bi kiryarên min serbilind bibe. Divê ez ji wê ra mîraseke pak bihêlim û ew jî ji min hilde û ji zarokê xwe ra bihêle. Nêrîna min a bo hunerê bi vî rengî ye.

Çi ji kovara me ra çi jî ji Kurdan re Gotineke te hebe, kerem ke bibêje.

Gotina min ya dawî ev e, em ji hev hez bikin, hevdu neyêşînin. Jixwe derdê me pir giran e. Divê em bo hevdu pir humanîst bin. Ku me hevdu hez nekir dê tu kes jî ji me hez neke. Tenê hêzeke me heye ew jî hev-hezkirina me ye. Divê em li hevdu xwedî derkevin. Em karên hev du bi zimanekî şêrîn rexne bikin. Ez hinek caran xwe gelekî tenê hîs dikim. Heçku di nava dinyayeke entrîkayî de dijîm, her kesek di derheqê kesekî din de diaxive û divê em van tiştên gemarî ji dilê xwe biavêjin. Heke em li ser tiştên wiha bisekinin, mînak li ser medyaya civakî hevdu reş bikin em ê wekî mêşekî bikevine nava xwarineke paqij, divê wisa nebe. Divê mirov motîvasyonê bide hunermendê xwe, sîyasetmedarê xwe, rojnamevanê xwe. Hêj em nebûne malbat. Heta em nebine malbat em ê nikaribin gelek tiştan pêk bînin. Bi rastî min êdî biryarek daye, êdî ez ê gazinan nekim. Ew ên dikin jî bira bikin ez ê ji xwe re bêdeng bimînim. Ez ê bi mûzîka xwe bersiva wan bidim. Dibe em hêsîr bin lê em pir bi hêz in. Em vê hêzê bikin yek em ê di sînemayê da jî serkevin, em ê stranên baş jî çêkin û em ê tiştên estetîktir çêbikin. Ev dinyaya han bi ticaretê va rê diçe, rê li pêşîya me girtiye lê em pir bi hêz in.

 

/ Ev hevpeyvin ji kovara lekolinen kurdi va hatiye girtin:

http://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-213  /

 

İlginizi çekebilir