Swêd: Konferansa Navenda PENa Kurd pêk hat

Konferansa Navenda PENa Kurd li Stockholma paytextê Swêdê bi beşdariya 50 kesên rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û endamên PENa Kurd pêk hat.

Konferansa navborî 11ê Hezîrana 2022yê, li Salona Palmesalena avahiya ABF ya li Kolana Sveavagenê çêbû.

Konferansa Navenda PENa Kurd bi sernavê “Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî û Fermîkirina Wî” û di çarçoveya amadekariyên Kongreya Navenda PENa Navneteweyî ya ku wê di Îlona îsal (2022) de li Uppsalaya heman welatî pêk were, li dar ket.

Birêveberiya Konferansa Komîteya Swêdê ya Navenda PENa Kurd ji aliyê Serkan Brûskê endamê heman komîteyê ve hate kir. Piştî bixêrhatina mêvanan û agahîdayîna li ser armancên Konferansê, Serkan Brûsk mafê axavtinê da Dilşa Yûsiva endama heman komîteyê ku Berpirsa Komîteya Jinan a Navenda PENa Kurd e.

Dilşa Yûsiv, di mafê xwe yê axavtinê de gotareke bi navê “Girîngiya Ziman, Çand û Dîroka Kurdan” xwend ku bi awayeke fermî ji aliyê Navenda PENa Kurd ve hatibû nivîsandin û pejirandin.

Piştî axavtina fermî ya Navenda PENa Kurd, akademîsyenê ji Zanîngeha Turkuya Fînlandiyayê Gewran Goyî axavtina xwe ya li ser sînevîzyonê kir. Goyî axavtina xwe bi sernavê “Zimanê Mîrasê, Perwerdehiya Zimanê Mîrasê û Perwerdehiya Zimanê Kurdî di çarçoveya Zimanê Mîrasê de” kir û bala beşdaran kêşa ser xwe.

Beriya ku navberek ji konferansê re bê dayîn, Berpirs û Xwediyê Weşanxaneya Apecê Alî Çîftçî, li ser “Danasîn û Berhemên Weşanxaneyê” axivî.

Piştî axavtina Alî Çîftçî, navbereke kurt hate dayîn û kurtedemeke ji bo xwarin û vexwarinê hate terxankirin. Di dema navbera kurt de jî beşdarên konferansê bi hev re ketin nava sohbet û nîqaşên li ser kar û barên çand, ziman, edebiyat û jiyana civakî.

Piştî navberê axavtina yekê ji hêla rojnameger û nivîskarê salan Mîrhem Yîgît ve hate kirin ku li ser navê Înstîtûya Kurdî ya Stockholmê beşdar bibû. Yigit di çarçoveya “Zimanê Însîtûyê û Zimanê Fermî” de axivî û diyar kir ku ji ber ku ew di vekirina hersê înstîtuyan de (Stenbol, Berlîn û Stockholm) amade bûye serfiraziya wî zêdetir e.

Di konferansê de herwiha Heyder Diljen bi sernavê “Li Swêdê Pirtûkên Kurdî Yên Dersê û Weşanxaneya Diljenê”, Firat Cewerî bi sernavê “Zehmetiyên Nivîskariya bi Kurdî”, Berpirsê Weşanxaneya Sûlavê Şewket Amêdî behsa kar û xebatên xwe yên li ser perwerdehiya zarokên kurdan ku bi kurdî, swêdî û hinekî jî bi ingilîzî kirine axivî û diyar kir ku carcaran azmûna wan bi Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê re jî heye û hebûye. Li hêla din Hesîp Yanliç peyama Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a li Swêdê pêşkêşî beşdaran kir.

Axavtina dawî ya konferansê ji hêla Azad Josef Erdemê Endamê Komîteya Swêdê ya Navenda PENa Kurd û Endamê Komeleya Mamosteyên Kurdî li Swêdê ve hate kirin. Erdem jî di axavtina xwe de li ser “Rewşa Perwerdehiya Kurdî ya li Swêdê” sekinî û bi daneyên fermî ji salên 1980yî heta roja me ya îroyîn rewşa heyî zelaltir kir.

Konferansa ku 1ê nîvro destpê kir, 4ê êvarê bidawî bû.

 

 

İlginizi çekebilir