Sîwanek nû jibo sazî û komeleyên serbixe yên jinan: Zenûbiya

Sîwanek nû jibo sazî û komeleyên serbixe yên jinan li herêmên ku ji Rêxistina DAIŞê hatî rizgarkirin li bajarê Reqa hate avakirin bi navê Kombûna Jinên ‘Zenûbiya’, ku taybete bi jinên navçeyên Minbic,Tebqa, Reqa û Dêrezorê.

Di Kongira jinên Zenûbiya de karê ji aliyê jinan de jibo parastina mafê jinê hate nirxandin, herwiha pirensîpên giştî ku maf û laşê jinê diparêze û rola wê ji aliyê siyasî û civakî de pêşbixe .

Rêvebera Encûmana jinên Minbicê Nisrîn Elî ji Dengê Amerîka re li ser karê kongira jinên Zenûbiya axivî û got “Armanc ji lidarxistina kongira jinên Zenûbiya ewe da ku bikaribin jinan ji hemû pêkhateyan rêxistin bikin”.

Benzer haberler

Hevserokê KNK’ê Karamus: Amerîka girîngîya Kurdan…

Selim Sadak: Jı bo yêkîti û aştiyê navxweyî berpirsiyariyên…

Kombûna Jinên Zenûbiya hemû komîte û encûmanên taybet bi doza maf û rola jinê li çar bajarên ji DAIŞê hatî rizgarkirin li xwe digire, ku hemû komîte û ençûmanên hatî avakirin piştî rizgarkirinê bi awayekî lez jin diparast, ku niha hewce bi sîwanekê heye da karê van hemû komîte û komeleyan bike û wan rêxistin bike .

Berdevka jinên Rojava Feyrûz Mihemed ji Dengê Amerîka re axivî û got “Lidarxistina kongira jinên Zenûbiya tê ku jin li Bakur û Rojhilata Sûrîyê dibin yek sîwanê de kar bikin”.

Hêjayî balkişandinê ye, ku hemû komîte û desteyên jinê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi Kongira Star re girêdayîne, ku xebata xwe ji bo rola jinê di qada sîyasî, îdolocî, civakî, çandî û aborî de bilîze.

İlginizi çekebilir