Sıtrana nû ya Tara Mamedova; ‘Sîno’ hatê weşandin

Sıtrana nû ya Tara Mamedova yê ku bi xwe him gotin him jî mûzîka wê afirandîye “Sîno” 13ê çilehê li ser hemû platformên dijîtalê hat weşandin.

Klîba stranê Sino, iro seat 17:30î de li ser qenala Tara Mamedova yê a Youtubê hat parvekirin.

‘Sîno’ çawa hat çêkirin?

Rojekê hunermend Tara Mamedova li hevaleka xwe digere ji bona ku kêf û halê wê bipirse. Lê hevala wê dengê wê nizim û kelogirî bûye. Destgirtîyê wê ew gelek êşandîye û wê dev jê berdaye û xwestîye ji dil jê xilas bibe û behsa çîroka xwe kir. Hişmendîya paşverû di her warê jîyanê de tim dixwaze enerjî, reşka çavan, hêvî, serxwebûnî, azadîya jinan wek benîşt di devên xwe de biçû û bê qîmet bike. Di vê jîyanê de nabe ku ev bûyer normal bên dîtin, divê bi her awayî em bînin ziman. Bi gotin û mûzîkeke sivik, di nav de çend gotinên pêşîyan ên kal û bavan hunermendê hestên xwe nivîsî û kir stran.

Û strana “Sîno” bi van hest û ramanan hat çêkirin.

 Ramana esasî ya klîbê

Dinya weke ku ketîye nava bîreke bêserûber şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên aborîyê krîzên ekolojîyê, hişmendîya paşverû ku her roj dibe sedema kûştina hêvîyên mirovan. Em hesreta hêvîyeke biçûk in ku me ew dît em wê dişopînin û bernadin. Di vê serdema ku bi hêvî û xeyalên me tê lîstin, divê ku em bêtir xwe bispêrin xwe û hewl bidin terekî hestên xwe bînin ziman, bêjin û bidin bihîstin. Me ji we re çîrokeke weha amade kir. Bi klîbeke têr rengîn û şên ku em bi mehan li ser xebitîn me xwest bi awayek û zimanekî cuda ramanên xwe bînin pêşberî we. Em dixwazın ji we, ji guhdarên xwe yên ezîz û hêja bibihîsin, gelo me karî em hestên xwe bi zimanê ku me hilbijartîye vebêjin? Derhênerîya klîbê Melodi Tözümê kir.

Sîno

Music&lyric: Tara Mamedova
Arrangement: Metehan Dada
Mix: : Timuçin Aksuer
Mastering: Cem Büyükuzun
Keyboard/Synth: Metehan Dada
Bass Gutar: Kemal Büyük
Trompet: Ege Cengiz
Electric/ Classic Guitars: Caner Güneysu
Studio: Ada Muzik
Back vocal: Zelal Gökçe, Hivda Gokel, Kıvılcım Yilmaz.

Tara Mamedova kîye?

Zaroktiya wê li Kirgizîstan ve Rusyayê derbas bû, perwerdeya xwe ya muzîke li Fransayê domand. Her çiqas meyla wê ji ber muzîkjenên kuçeyê ku wê derê hev nas kirin, çûbe ser jazzê jî, bi melodiyên muzîka Romans ya Rusî, bi zimanê xwe yî zikmakî Kurdî re lihev anî û albûma xwe ya yekem “Ax” parve kir.  Bi tarza xwe ya cuda di endûstriya muzîkê de deng veda û li welat û li derveyî welat konserên gelekî serkeftî da. Bi hunermend û bestekara navdar Yasmin Levy re stranên hevpar çêkir, helbestên wê ji aliyê hunermenda Unesco û Rusyayê Zara Mgoyan ve jî hat xwendin. Ji bilî “Ax” “Live Studio Session Istanbul” û “Giran” “Zîv” tev tevî hev4 albûmên wê û gelek xebatên wê yên weke sîngle hene. Hunermend, bi tecrûbeyên xwe yê pir çandî muzîka xwe ya gerdûnî didomîne.

İlginizi çekebilir