Çend gotin li ser nivîsa Rênas Jiyan

Rênas Jiyan di nivîsa xwe ya dawîn de ku di Gazete Duvarê de hatiye weşandin, qala serdestî û bindestiya gelê kurd kiriye. Gotiye serdestî encam e û sedema vê serdestiyê jî “civaka kurdan” nîşan daye ango bindest.

Serdestî encamek e, rast e, lê belê encama dagirkirina li ser Kurdistanê ye, sedem helbet ne “civaka kurdan” e ku bi salan e fedakarane û mirovperwerane li ber xwe dide û bi vê berxwedana xwe îro dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” kiriye rêbera rizgariya mirovahiyê. 

Gelê kurd ji sed salî zêdetir e li ber xwe dide da ku ji vê bindestiyê xelas bibe û bibe xwedî statû. Mînaka herî dawî rojavayê Kurdistanê ye. Gelê kurd kengî çi derfetek dîtibe, dagirker ji welatê xwe derxistine. “Civaka kurdan” sedema serdestî û bindestiyê pir baş dizane û çawa ku derfetekê dibîne, serdestan ji welêt derdixe. Ji bo ku ji serdestan xelas bibe, gelê kurd bedelên giran dane û hê jî dide. Gelê kurd tenê li rojavayê Kurdistanê 15 hezar şehîd dane da ku ji bindestiyê xelas bibe. Îro li her çar aliyên welêt şer û serhildan hene. Li rojhilatê Kurdistanê ev 40 roj e serhildanek heye û bo azadiya welêt her roj bi canê xwe bedelên giran dide, gelê kurd.

Rênas Jiyan di nivîsa xwe de dibêje; “Kurd pir hez dikin hemû kêmaniyên xwe têxin stûyê serdestan: Heger welatê wan dagir bûbe, parçe bûbe, xera bûbe ev giş sûcê serdestan e; serdest dev ji wan bernadin, pîs in, xerab in, xedar in; ew ji ber serdestan birçî ne, tazî ne, belengaz in, hejar in, paşde mane û êşiyane… Ha tê bê bindest, ew pir baş in, bêguneh in, qet ne hesûd û dexs in, ne dijminên hev in, ne xayin in, ne zikreş û tiral in, ji hev re pir hurmetkar in, xêrxwaz in, zanînhez in, dilpak in, delal in…”

Heke “civaka kurdan” hemû kêmaniyên xwe dixe stûyê serdestan û tenê gilî û gazinan dike, “zikreş û tiral” be, gelo ew qehremanên ku xwe dikin cangorî ji bo azadiya welêt, em ê wan çawa binirxînin?

Heke gelê kurd sedema vê bindestiyê ji xwe napirse û serê xwe pê naêşîne, kî wê berxwedana her çar aliyên welêt bi rê ve dibe?

Heke gelê kurd dagirkeran dike serdest û ji halê xwe razî ye, Rojava û Başûr kê rizgar kir?

Heke gelê kurd tirkan dike serdest û ji halê xwe razî ye, ev destkeftî çawa hatine bidestxistin? Kê tenê ji bo hînkirina herfeke alfabeya kurdî bedena xwe daye ber mirinê da ku îro em bikarin di van platforman de bi zimanê xwe binivîsin?

Rênas Jiyan gotiye; “Civaka kurdan bi pirsgirêk e ji ber wê li ser wê serdestî şîn tê; heta civaka kurdan xwe neguherîne dawiya serdestiyê nayê.” 

“Civaka kurdan” ji zû ve ye xwe guherandiye û ji bo azadiya xwe têdikoşe. Pirsgirêk ew e ku em vê têkoşîna mezin, vê guherandina mezin nebînin. Pirsgirêk ev feraset e, feraseta ku dagirkeriyê di şexsê takekesê bindest de ava kiriye, feraseta ku civaka xwe “xayin”, “zikreş”, “tiral”, “xerabe” dibîne.

Rênas Jiyan dibêje; “Şer û têkoşîn divê berê bi bindestiyê re, û dûre bi serdestan (serdestiyê) be.”

Lê ev jî ne mimkun e, heta ku welatê mirov dagirkirî be, ev bindestî ji holê ranabe! Dema ku pirsgirêka dagirkeriyê ji holê rabû, wê demê mirov pirsgirêkên navxweyî hêsantir dikare çareser bike. 

Rênas Jiyan gotiye; “Kurd cîranê tirkan in, tirk bûne serdestên wan, lê heke cîranê kurdan ne tirk, japon an jî rûs bûna jî wê tiştek ferq nekira, îcar wê vana bibûna serdestên kurdan.” 

Rast e em û tirk cîranên hev in. Lê tiştek tê jibîrkirin ku welatê kurdan di bin dagirkeriyê de ye û cîraniyeke asayî li holê nîn e. Ji ber dagirkirina welatê kurdan cîraniyeke wekhev nayê meşandin. Heke li cihekî wekhevî tune be, wê demê mirov nikare qala tiştên asayî bike û gelê ku ew qas leheng jê rabûne û radibin, sûcdar bike.

Dîsan Rênas Jiyan gotiye; “Ger tu xerab û xerabe bî wê hinek bibin serdestên te, ev zangoneke civakî ye. …serdestî li ser civaka xerabe şîn tê, civaka kurdan xerabe ye. Civaka fransî ya jî swêdiyan ji ber ku ne xerabe ye serdestî lê çênabe.” 

Wexta ku mirov ji gelê xwe re bibêje “xerabe” û pesnê civakên din bide, helbet ne mimkun e ku mirov tesbîteke durist ji bo dagirkeriyê bike. Li şûna ku mirov rabe û ji gelê xwe re bibêje “xerabe”, ewil mirov xwe bide ber pirsan, helbet dê baştir be.

Gelo pîvanên Rênas Jiyan çi ne ku civaka kurdan xerabe dibîne? Ew pîvan yên kê ne? Kesek dikare li gorî pîvanên xwe civakekê, miletekî bi “xerabebûn”ê sûcdar bike?  Gelo Rênas Jiyan dagirkirina civaka xwe nabîne ku wisa bi civakên nedagirkirî re hevrû dike? Çima sedema vê serdestiyê bi dagirkirina welatê xwe ve girê nade û ji gelê xwe re dibêje “xerabe”? 

Bindestiya li ser gelê kurd, ne ji ber “xerabebûna” gelê kurd e. Çawa ku her kes dizane, dema ku Kurdistan kirin çar parçe, tevî hemû berxwedan û viyana me ya ji bo azadiyê, wê demê berxwedana me têrê nekir ku pêşî li wê parçebûnê were girtin. Ji bilî gelê kurd, dewletên cîhanê yên mezin ev biryar girt û kurd parçe kirin. Heke gelê kurd civakeke “xerabe” bûya, wê demê li dijî dagirkeran serî hilnedida û ji halê xwe razî li mala xwe rûdinişt. Lê dema ku em lê dinêrin, wê demê li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd li ber xwe dide da ku wê serdestiyê tarûmar bike, ji holê rake. Rojane bedelên giran dide û dema ku min ev nivîs dinivîsî jî, li her çar parçeyan zarokên wê civaka “xerabe” bi canê xwe bedelên giran didan. 

Bi gelemperî di nivîsa Rênas Jiyan de mirov dibêje qey Kurdistan ne dagirkirî ye û xelkê Kurdistanê jî ne di bin dagirkeriyê de ye û gelê kurd jî wisa ji halê xwe razî li hêviya îmhabûna xwe ye. Dema ku mirov der heqê civakekê de nivîsekê dinivîse, pêwîst e ku mirov rastiya wê civakê jî bide ber çavan. Heke tu rastiya wê civakê nedî ber çavan û binivîsî, wê demê nivîseke wisa derdikeve holê ku ji bilî domandina gotinên dagirkeran tu faydeya wê nabe, gotinên ku bindestan “nexweş” yan jî “xerabe” dibînin.

El netîce, gelê kurd bûye kabûsa serdestan li Kurdistan û cîhanê. Gelê kurd yek ji wan gelan e ku gotineke xwe, felsefeyeke xwe ji bo mirovahiyê heye û ew felsefe îro li ser zimanê milyonan mirovan bûye “Jin, Jiyan, Azadî”. Cewhera gelê kurd, rastiya gelê kurd ev e!

*

Seyid Ehmed:

Ji Semsûrê ye. Heta dibistana amadeyî li Semsûrê xwendiye. Piştî dibistana amadeyî li Sakaryayê li
fakulteya perwerdeyê xwendiye. Li enstîtuya kurdî ya Stenbolê heta asta mamostetiyê perwerdeya
kurdî dîtiye. Piştî perwerdeyê li enstîtuya kurdî ya Stenbolê bi dildarî perwerdeya kurdî dide.

İlginizi çekebilir