Şairekî Xerîb: Orhan Veli

Osman Özçelik

Vê nexweşiya bêyom a ku serê şeş mehan e em di malê de hesirandine, derûniya me xera kir. Di serî de, me digot qey, dê ev esaret du sê mehan biajo. Çend pirtûkên ku ji mêj ve li ber destên min li benda xwendinê bûn, dê bi hilma fireh bihatina xwendin. Wisa jî bû. Belê her ku nexweşiyê dirêj ajot, hejmara pêketiyan û miriyan zêde bû, min dît ku bere bere ji xwendinê bidûr dikevim. Du mehan sax, min rûpelekî pirtûkekê jî mist neda. Ji xwendinê vebûbûm. 

Li riyekê digeriyam ku bikaribim li xwendinê vegerim. Helbest bi hawara min de hat. Min ê hestên xwe yên tevlihev, aciziya xwe bisparta helbestê.

Min ji nû ve şairên kurd, ên hemdem; Berken Bereh, Rênas Jiyan, Arjen Arî, Şêrko Bêkes û Hicri İzgören xwend, bêhna min hat ber min.

Ji şairên tirk, Orhan Veli jî, yekî ku min jê hez dikir, bû. Min ji nû ve helbestên wî jî xwendin. Kesî helbestên Orhan Veli wergerandiye bo kurdî, nizanim. Min çend helbestên wî wergerand. Orhan Veli wisa bû mijara vê gotarê.

Kî bû ev şairê xerîb?

Di helbesta xwe ya “Ez Orhan Veli” de, xwe dide nasîn. Ez Orhan Veli me dibêje û didomîne: “Min bihîstiye ku hûn jiyana min a taybet meraq dikin. Vebêjim bo we: Beriya berê ez mirov im, ango ne heywanekî sîrkê me. Her çiqas nelihev bin jî; guhên min, pozekî min heye. Li malekê dimînim, li ser maseyê dixebitim. Ji dê û bavekî hatime dinyayê. Li ser serê xwe ewran nagerînim û li ser pişta min mohra pêxemberiyê jî, nîn e. Ne bi qasî qiralê îngilîzan, nefsbiçûk û ne bi qasî xulamê axurê Celal Bayar jî tovrind im. Miriyê borekan û espanaqê me. Welleh billeh çavên min ne li mal û milkên dinyayê ye. Peya dimeşim. Bi tebdil-i qiyafet derdikevim geryanê. (…) Û hezkiriyeke min a pir rêzdar jî heye. Nikarim navê wê bêjim. Bila dîroknûsên edebiyatê bibînin. Bi her tiştên bêqîmet ve mijûl dibim. Tenê bi nivîskarên bêqîmet ve mijûl nabim. (…)”

Orhan Velî, di sala 1914an de li Stenbolê bi navê “Ahmet Orhan” hatiye dinyayê. Bavê wî Welî, profesorekî muzîkjen ê navdar e. Ahmet Orhan, li “Lîseya Galatasaray” dixwîne, lîseyê li Ankara diqedîne. Li zanîngeha Stenbolê sê salan beşa felsefeyê dixwîne, belê naqedîne. Piştî karmendiya çend salan, ya li “PTT Genel Müdürlüğü” (Navenda Giştî ya Postexaneyê) ya li Ankara; di saziya tercumeyê, ya wezareta perwerdehiyê de kar dike. Belê bi hinceta ku di saziyê de demokrasî nîn e, îstifa dike.

Orhan Velî, di serdema xwendina lîseyê de dest bi nivîsê dike. Nivîsên wî, di “rojnameya dîwaran” a lîseyê de û paşê di rojname û kovarên wek; “İnsan, Ses, Gençlik, Küllük, İnkılapçı Gençlik, Ulus, Zincirli Hürriyet” de, bi navê M. Ali Sel, tên weşandin. 

Bi Bedri Rahmi Eyuboğlu, Abidin Dino, Necati Cumali, Sebahattin Eyüboğlu û hevalên xwe yên Melih Cevdet û Oktay Rifat re, kovara helbestan,“Yaprak” derdixe. Barê giran ê kovarê li ser pişta Orhan Veli ye. Mahmut Dikerdem ê ku wek komunîst tê naskirin û dê paşê bibe sefîrê Tirkiyeyê, lêçûnên kovarê dide ser xwe. Di van rojan de Nazim Hikmet avêtine hepsê. Orhan Veli û kadroyên kovarê, ji bo Nazım serbest bê berdan, sê rojan greva birçîbûnê dikin, belê fêde nake. Ji bêderfetiyê weşana kovarê wek emirê Orhan Veli, dirêj najo. 

Orhan Velî, di wê jiyana xwe ya kurt de, bi qasî ku nayê hejmartin, gotar û helbest nivîsiye. Ji Moliére, Gogol, Shake-speare, Turgenyev, Jean Paul Sartre wergeran dike. Şairên beriya xwe hemûyan dixwîne. 

Ew bi pêy vegotineke nû ya helbestê dikeve. Li gor wî heta wê rojê helbest nehatiye nivîsîn. Ê ku wisa difikire, ne tenê ew e. Hevalê wî yê zaroktiyê Oktay Rifat jî di heman fikrê de ye, paşê Melih Cevdet Anday jî beşdarî fikrên wan dibe û hevaltiyeke germ destpê dike. Orhan Velî, dê di helbesta “Ez Orhan Veli” de, bibêje: “Oktay Rifat û Melih Cevdet e, hevalên min ên herî nêzîk.”

Helwest û tevgera nivîskaran û bi giştî serdemên edebiyatê, li gor rewşa dinyayê, li gor rewşa; siyasî, civakî û çandî ya welêt teşe digire. Nivîskar riyeke ku ava wan pê de biçe, ava dikin. 

Dema Faşîzma Hitler bi dagirkirina Polonyayê agirê Şerê Cihanê yê Duyemîn pêdixe, Orhan Veli bîst û pênc salî ye. Xerabkerî, rûxîneriya şer his dike. Helwesta xwe ya dijî şer, di helbesta “Wek Me” de, bi awayekî îronîk nîşan dide:

Wek me bi arzû ye gelo

Tanqek, di xewna xwe de.

Û çi difikire gelo teyare

Gava bi tenê dimîne?

 

Maskeyên xazê

Li ber roniya hîvê,

Hez nakin gelo

Hemû bi hev re kilaman bistrên?

 

Û bi qasî me însanan jî be,

Merhameta tivingan tune qey?

Dîktatoriya “Tek Partî”yê, xwe ji şerê Cîhanê parastiye, belê; feqîrî, tunebûn, bêkarî, buhayî li qirikê ye. Dîktatorî, nahêle muxalif çavên xwe vekin. Muxalif an di hepsan de ne, an li sirgûnê ne. Kilît li deriyên kovar û rojnameyên civakparêz xistine. Polîs û xefyeyên pergalê, li pêy; nivîskar, rojnamevan, şair û rewşenbîran nin. Nazım Hikmet di hepsa Bursayê de ye, 28 sal ceza xwariye. Piştî serhildana Şêx Seîd û Tevkujiya Dêrsimê, kurd hatine bêdengkirin. Pirtirên welatparêzên kurd, li sirgûnê ne.

Di serdemên weha de, dema hêz û hişmendiya gel, têra têkbirina pergalê nake, rewşenbîr dest diavêjin mîzaha reş. Orhan Veli ne muxalifekî tund be jî, bi îroniyekê pergalê rexne dike. “Em belaş dijîn” dibêje:

Em belaş dijîn, belaş;

Ewr belaş, hewa belaş,

Gir û robar, belaş,

Herî û baran, belaş;

Derveyê tirimbêlan

Berderiyên sînemayan, 

Temaşeya camekanan, belaş;

Nan û penîr ne, belê

Ava tehl belaş.

Esaret belaş;

Bi buhayê serîdanê ye azadî,

Em belaş dijîn, belaş.

Orhan Velî, ji bêdengî, xemsarî, xemnexurî û ji nezaniya gel jî aciz e. Civakê dişibîne jineke hayjixwetune. Serî li îroniyê dide, helbesta “Bi Mûçing “ dinivîse:

Ne bombeya atomê

Ne Konferansa Londrayê

Di destekî de mûçing

Di destekî de eynik

Ma xema wê ye dinya

Derdê wî yê mezin avakirina zimanekî nû yê helbestê ye. Serê tayê kelefa (iplik çilesi) helbestê digire, ta bi ta kelefê vedirşîne. Di serî de, “Helbesta Dîwanê” bi destê wî ve tê. Dibêje: “Helbesta Dîwanê, derveyî xulamtiya çîna feodal û dînê îslamê, bi kêrî tu tiştî nehatiye.” 

Orhan Veli, di helbesta “Servet-i Fünun” ya serdema tanzîmatê, ku wek Edebiyata Nûparêz tê qebûlkirin de, tu kerametê; di ceryana edebiyata pêy wê “Fecr-i Ati” (Ronahiya Pêşerojê) de jî tu ronahiyê nabîne. Pirtirên hunermendên tanzimatê di xizmeta dewletê de; an karmend, paşa ne, an kurên serdestan e. Teşbih, îstîare, mubalağa, mecaz, kinaye, tecahül-i arif xemla helbesta wan e. 

Di nav xwendekarên li Ewropa, bi navê “Jön Türkler” (Tirkên Ciwan) bi rêxistin bûne de, hestên netewebûnê belav dibe. Neteweperestiya wan di demeke kurt de, werdigere nijadperestiyeke tund. Fikrên “İttihat ve Teraki Cemiyeti” diparêzin. Şairên vê serdemê, helbestên xwe bi wezna heceyê dirêsin. Wezna heceyî wek nirxekî neteweyî dihesibandin.

Orhan Veli verşandina kelafa helbestê diqedîne, dibîne ku di destê wî de helbest nemaye. Dibêje naxwe divê helbestê ez bi xwe binivîsim. Li gor wî helbesta heyî jî, wek helbesta dîwanê di xizmeta serdestan de ye û li gor bûrjûwazên nûpeyda, li gor zewqên çîna nû, tên nivîsîn. 

Di tîna şoreşa cotmehê de, edebiyata şoreşger, nû rû daye. Helbesta nû; bi naverokê “Helbesta Realîst a Civakparêz” bi teşeya xwe jî, “Helbesta Serbest”e. Helbesta realîst a civakparêz, helbestê ji qeyd û bendên weznê rizgar dike. Rêzikên helbestê serbest tên berdan. Kurtbûn û dirêjiya kîteyan (hece), hejmara kîteyan bi qalibên diyarkirî ve, ne girêdayî ne. Ji ahenga ku bi qafiyeyê saz dibe bêtir, li ahenga dengê hundirîn ê helbestê digerin. Naveroka helbestê, peyama helbestê, ji teşeya (biçim) helbestê girîngtir dibînin. Teşeyeke nû didin helbestê, belê qafiyeyê bi temamî ji bîr nakin. Serkêşiya vê Ceryanê Nazım Hikmet dike. Nazım, ji şairê rûs ê navdar, Mayakovskiyê futurîst îlham wergirtiye.

Şairên kevn êrîşî Nazım dikin. Nazim ne tenê qalibên helbestê binpê kiriye, wî helbest ji destê çîna serdest girtiye, daye destê hejaran. Nazım, sedema êrîşan bi hevokekê rave dike. Dibêje, “ez pûtan hildiweşînim.” Pirtirên şairên helbesta realîst a civakparêz, sosyalîst-komunîst in. Helbestê bi armanca; gel rakin ser piyan ku bikevin nav tevgerê û şoreşê pêk bînin, dinivîsin. Jiyan jî, civak jî her di nav tevgerê de ye, naxwe divê edebiyat jî ne sekan be. Divê edebiyat, ne aştîxwaz, şoreşger be.

Orhan Velî li dijî tundeweriyê ye, ew şoreşgerekî pasif e. Wek Tolstoy, wek Gandi… Ew dixwaze di ziman de, di edebiyatê de, di helbestê de şoreşekê pêk bîne. Ew li hember şairên dîwanê û kîteparêzên kemalîst e; ne ewqasî be jî, li hember helbesta realîst a civakparêz e jî.

Ji nijadperestên kemalîst rexne û gefên giran dixwe. Ji wan gefxuran yek jî şairê kîteparêz, nivîskar Yusuf Ziya Ortaç e. Serdemekê mebûstiya bajarê Ordu yê jî kiriye. Dibêje: “Kesên ku bi meqseda; millet ji esaleta xwe ya millî, ji îmana xwe ya millî û ji dîroka xwe bi dûr bixin tevdigerin, hene.” Li cihekî din raste rast Orhan Veli, Nazim Hikmet û hevalên wan dike hedef: “Darulacezeya huner û tîmarxaneya huner dest dane hevdu,  ji xwe re li rûpelên çend kovaran seltenatek ava kirine. Ey ciwanên Türk!.. Ez bangî we dikim ku hûn rabin, tifkin ser çavên van bêheyayan.”

Xerîb e, Orhan Veli, tu bersîvê nade van faşîstan, tenê bi aqilê wan dikene. Di rewşên weha de yekcaran xwe bi xwe dikene, carinan jî xwe bi xwe dimizice: 

Gava ji xwe re li kuçeyan digerim

Carinan ferq dikim ku xwe bi xwe dimizicim

Difikirim, dê zen bikin ku ez dîn im

Û dimizicim.

Orhan Veli bi Melih Cewdet û Oktay Rifat re helbestên xwe yên nû bi navê “Garip” di pirtûkekê de diweşînin. (1941) Ji ber ku helbestên derî rêzê dinivîsin, wek şairên “Xerîb” hatine naskirin. Xerîb, dibe navê ceryana edebiyateke nû. Orhan Veli, di pêşgotina pirtûkê de dîtinên xwe wek manîfestoya helbesta nû dinivîse.

Li gor Orhan Veli helbest, hunerekî vegotinê ye ku divê xwediyê helwesteke taybet be. Helwest, di wateyê de diyar dibe. Ango helbest, bi temamî wate ye. Wate jî, ne bi riya pênc sehekên mirovan; bi riya, hiş û aqil peyda dibe.

Di helbestê de; qafiye, muzîk û weznê bê wate dibîne. Dibêje: “Di serî de, qafiye û wezin, ji bo bibe alîkarê hafizayê, hatiye bikaranîn, paşê xweşiyek tê de hatiye dîtin û şairan xwestine hunerweriya xwe bi qafiye û weznê nîşan bidin. Di roja me de ev hunerwerî, nema dikare xweşiyekê, kelecanekê bide hiskirin, tenê dikare mirovên nezan kêfxweş bike.”

Di helbestê de mûsîkî, di mûsîkiyê de wêne, di wêneyê de edebiyatê rast nabîne. Dibêje: “Ez têkilheviya huneran rast nabînim. Divê em helbestê wek helbest; wêneyê wek wêne; mûsikiyê jî wek mûsîkîyê qebûl bikin. Her hunerên bedew, xwediyê amrazên vegotinên taybet ên xweser in, divê her huner di riya xwe de bimeşin û divê hunermend, li ser taybetiyên hunera xwe kûr bibe, taybetî û amrazên vegotinên nû yên beşa xwe keşif bike.” 

Orhan Veli di vî warî de, tesbîteke wisa biîdia dike, dibêje: “Hunermendên ku ji ber zahmetiya keşifkirinên nû yên cewherê hunera xwe; serî li hîleyekê didin, ji derfetên hunerên din sûdê werdigirin.” Ew di helbestê de mûsîkiyê wek hoqebazî, wek qulebaziya hîlekaran dibîne.

Ew helbesta dirêj jî nepêwîst dibîne. Dibêje, mirov dikare di helbestek ji sed bêjeyan pêkhatî de, sed xweşiyan bibîne; helbestek ji hezar bêjeyan pêkhatî jî, ji bo xweşiyekê tê nivîsîn. Helbesta “Hevraz” helbesteke wisa kurt e. Bi çend bêjeyan zehf tişt hatiye gotin.

Li dinyaya wî alî, serêvaran,

Di saeta karberdanê de, ya li fabrîkaya me

Riya ku em pê diçin malên xwe

Heke ewqasî ne hevraz be

Dê mirin ne ewqasî xerab be

Û ew jî eşqê dinivîse. Belê eşqa wî ne wek eşqa mutasawifên dîwanê, eşqeke îlahî û ya fenafillahî ye; ne jî wek eşqa romantîkan derî rastiya jiyanê ye. Hezkiriyên romantîkan her dem jinên herî xweşik ên dinyayê ne, menendên wan nîn in, aşiq bi dîtina wan ji kêfan aqil berdidin, nedîtina wan jiyanê li wan dike cehennem. 

Hezkiriyên Orhan Veli ne wisa ne; ew jinên ji rêzê ne, bi ruh û can in, mirov derkeve kolanê ji wan bi sedan dibîne. Jinên mala ne, jinên karker, jinên bi şehwet, jinên rastgo, jinên derewkar in. Tew hinek ji wan ne xweşik in. Ew jiyanê wek ku heye qebûl dike. 

Di jiyanê de erotizm heye. Orhan Veli wek nûbûnekê erotîzmê tîne edebiyatê. Di helbesta “Pîja Pîja” de, bi îroniyeke naîf, erotîzmê radixe ber çavan.

Xwe wisa dirêj kiriye, pîja pîja;

Kiras berbijorve şeqitiye,

Milê xwe hildaye, binçeng dixuye;

Destek li ser çiçik e.

Xerabî di dil de nîn e,

Dizanim.

Nîn e… di dilê min de jî xerabî nîn e…

Belê wisa jî nabe!

Mirov wisa ranazê lo!

Lehengên Orhan Veli, mirovên ji rêzê ne, wek me her kesî ne. Ew ne qahreman, ne jî zana û qure ne. Karker in, masîvan in, dergevan in, esnaf in, karmendên biçûk in. Mirovên bêîdia, sade, di halê xwe de ne. Orhan Veli jî bi zimanekî sade, sivik, zelal behsa wan dike. Bi zimanê wan dipeyive, hestên wan bêmubalexe tîne ziman. Behsa eşqên wan dike. Hinek bihêvî, hinek bêhêvî ne. Di helbesta “Şevên Yekşeman” de, behsa xerîbekî mîna xwe dike. 

Niha ez bi cil û bergên rîtolî me, lê belê,

Piştî ku min deynên xwe da

Îhtimal dê qatek kincên min ê nû jî hebe

Û îhtimal

Tu ê dîsa jî ji min hez neke.

Beranberî vê rewşê, şevên yekşeman

Dema ez bi awayekî xemilî

Di ber deriyê we de derbas bim,

Tu bawer dikî ku ez ê wek berê

Rû bidim te?

Ew ji çûkan, ji masiyan, ji qaqlîbazan, ji kevokan, ji qijalkên reş, ji mîdye û îstirîdyeyan hez dike. Ew ji ewran, ji mijê, ji bayê hênik, ji kefza ser behrê û ji pêlên bi kef; ji tora masîvanan, ji çingîniya zengilê avfiroşan, ji dengê çanên dêran; ji Pira Galata, Ji Çarşiya Sergirtî, ji benderê û keştiyên bawanî, ji kendava bajêr hez dike. Ew ji jiyanê, ji siruştê, ji Stenbolê hez dike. 

Belê çima her dem ewqasî xemgîn e, ew jî nizane. Di helbesta “Xemgîn Dibim” de wisa dibêje:

Mektûb tên, xemgîn dibim;

Araqê vedixwim, xemgîn dibim;

Derdikevim ser rêwîtiyekê, xemgîn dibim.

Li Üsküdarê;

Kilama “Kazimê min” dibêjin,

Xemgîn dibim.

Dê encama vê rewşê çi be,

Nizanim.

Xemgînî li wî giran dibe, digirî. Bawer dike ku kes dengê giriyê wî nabihîze. Derdekî wî heye, ew, kula dilê xwe his dike belê nikare, nizane vebêje. Di helbesta “Nikarim Vebêjim” de, rewşa xwe wisa tîne ziman:   

Ez bigirîm di rêzikên helbestê de;

Hûn ê dengê min bibihîzin,

Hûn dikarin hêsirên çavên min,

His bikin bi destan?

 

Min nizanî kilam ewqasî xweş 

Û kelîme ewqasî bêhêz in,

Beriya ku ez bi vî derdî bikevim.

 

Cihek heye, dizanim,

Gotina her tiştî mimkun e

Pir nêz bûme, his dikim;

Nikarim vebêjim.

Erê, ew xemgîn e, belê kesên ku rewşa wan ji ya wî xerabtir jî hene û ew li ser wan careke din xemgîn dibe. “Helbesta bi dûvik” dinivîse:

Em li hev nakin, riyên me cuda ne;

Tu pisîka kezebfiroş, ez a kuçan;

Xwarina te, di firaqên spî yên bi qela de;

Ya min di devê şêr de,

Tu xewnên eşqê dibînî, ez hestiyan.

 

Rewşa te jî ne hêsan e, birako;

Ne hêsane wisa, her rojên xwedê 

Mirov dûvikhezîn be li ber deriyan. 

 Pir hestiyar e. Rojên hewaya xweş carinan wî xemgîn carinan jî kêfxweş dike. Di helbesta “Pêl” de: “Di vê hewayê de qey tiştek heye, tiştekî mîna alkolê. Mirov dîn dike, serxweş dike” dibêje.  Û di helbesta “Hewayên Xweş” de, ji hewayê digazine:

Van hewayên xweş ez mehf kirim,

Di hewayek weha de min îstifa kir 

Ji karê xwe yê li Ewqafê.

Di hewayek weha de hoyî tûtinê bûm,

Di hewayek weha de aşiq bûm;

Di hewayên weha de ji bîra min çû,

Min nan û xwê nebir malê;

Nexweşiya min a nivîsa helbestan

Hercar di hewayên weha de, ji nû ve vejinî

Van hewayên xweş ez mehf kirim.

Ev şairê xerîb, ne tenê şairê helbesta xerîb bû. Di jiyana xwe de jî tiştên xerîb, ecêb dikir. Çiqas rast e nizanim. Dibêjin, dilketiyên wî hemû xeyalî bûn, dildareke wî ya rastîn qet nebûye. Di xeyala xwe de, ji xwe re jineke ku aşiqê wî ye, diafirand. Li ser navê dildara afirandî, ji xwe re mektûb dinivîsî û dida posteyê. Gava ji postê ev mektûba eşqê diket destê wî, dixwend û pir kêfa xwe dianî.

Li Ankarayê ye. Şaredariyê çalek kolaye, bi şev Orhan Veli ji nedîve, di çalê de werdibe. (îhtimal, serxweş e) Xwîn dadiwerive mêjiyê wî. Piştî çend rojan ev şairê mezin ê xerîb, di sih û şeş saliya xwe de, jiyana ku pir jê hez dikir, ji yên mayî re dihêle, bar dike diçe. 

Şairekî futurîst, şairekî li ser şopa J. Paul Sartre ê avakarê felsefeya heyînparêziyê (egzîstansiyalîzm) bi awayekî xerîb, ji edebiyatê kêm dibe.

Li parka Aşiyanê peykerê Orhan Veli Kanık 

Di bêrîka çakêtê wî de, firçeya diranan dibînin. Kaxezek li firçê alandiye. Kaxezê vedikin, dibînin ku ev helbestek dirêj e. Helbesta wî ya dawîn wek defîleya yazdeh jinên ku wî ji wan hezkiriye. Yazdeh jinên ku her yek temsîla karakterên jinên cuda ne. Jina yazdemîn e, ya ku wî herî zêde jê hezkiriye.

(…)

Em werin ser a dawîn.

Bi qasî ku ez bi wê ve hatim girêdan

Bi tu kesî ve nehatim girêdan.

Ne tenê jin, însan…

Ne çavên wê li mal û milk

Ne jî kubariyeke bûdele.

Her tim, em azad bûna,

Em hemû wekhev bûna, digot.

Dizanî ji însanan hez bikira,

Bi qasî ku ji jiyanê hez dikir.

Wî jî bi qasî ya “yazdemîn” ji jiyanê û ji însanan, îleh jî ji kedkaran hez dikir. Wisa gotibû.

 

Ji jinên xweşik hez dikim,

Ji jinên karker jî hez dikim;

Ji jinên karker ên xweşik

Bêtir hez dikim.

Bi hêviya ku li dinya wî alî, mala wî ne li serê kaşekî hevraz be û jineke wî ya xweşik a karker hebe.

 

İlginizi çekebilir