RSF: 40 rojnamevan li Tirkîyê ji sala 1990’î ve yan hatine kuştin yan jî winda bûne

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) îro Duşemê got ku li Tirkîyê bandora sîyasî li sîstema dadwerîya welêt heye. Ev yek hat rojekê berî jinûve destpêbûna vekolîna kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Khashoggi.

RSF di daxuyanîyekê de bang li Tirkîyê kir ku wan kesên girêdayî kuştina Khashoggi û rojnamevanekî din bîne pêş dadgehê û gavên demûdest bavêje jibo dawîkirina tawanên bê ceza.

Sibe Sêşemê rûniştina pêncan ya dadgeheke Stenbolê derbarê kuştina Khashoggi de lidar dikeve. Nivîskarê rojnameya Washington Post li Cotmeha 2018’an li konsulxaneya Saudî li Stenbolê hate kuştin û 26 bergumanên Saudî bêyî ku amade bibin tên darizandin.

Li Adara borî, dadgehê qebûl nekir ku raporteke Amerîkî wekî belge bikar bîne. Di wê raportê de tê gotin ku Cîgirê Prensê Erebistana Saudî Mihemed bin Salman kuştina Khashoggi erê kiriye.

RSF dîyar kir ku dadgehê daxwazên destgirîya Khashoggi, Hatîce Cengîz, jibo qebûlkirina raporta zanyarî ya Amerîkî red kiriye.

Di dozeke din de, RSF bal kişand ser doza kuştina nivîskar û rojnamevanê Kurd yê navdar Musta Anter. Roja Çarşemê rûniştineke guhdarîkirinê derbarê doza Anter vedibe.

Anter sala 1992’an hate kuştin. Li gor qanûna Tirkîyê, vekolînên derbarê doza kuştina wî ya neçareserkirî sala bê bidawî dibin.

RSF got ku “dadmendî di doza Anter de pêk nehatîye” û da zanîn ku “dewleta Tirk pênasîn bi beşdarîya xwe di kuştina Anter de kiriye û poşmanîya xwe sala 1998an derbirîn kir, lê tevî wisa jî ne pêkan e ku dadmendî pêk were.”

“Doza kuştina Anter wekî nîşaneke konkret e ku prosesa dadwerî li Tirkîyê ketîye bin bandora sîyasetê,” rêxistina navnetewî herwiha got.

Li gor hejmarên RSF’ê, 40 rojnamevan li Tirkîyê ji sala 1990’î ve yan hatine kuştin yan jî winda bûne.

Hêjayî gotinê ye ku di raporta RSF’ê ya Azadîya Rojnamegerîyê ya sala 2021 de Tirkîye di rêza 153’an de ye ji eslê 180 welatan.

 

/voa-kurdish/

İlginizi çekebilir