Rojnameger, Wênekêş û Insana Kamil: Nûjîn Onen

Mîqdat Mîthat Bedirxan di sala 1898an de di sirgûna welatê Misrê de bi navê Kurdistanê rojname derxistibû. Rojnameya M. Mîthat Bedirxan (Rojnameya Kurdistan) rojnameya ewil ya kurda ye. Ji wê rojê heta niha gelek wext derbas bû. Gelek rojnamegerên kurd dane pey şopa M. Mîthat Bedirxan. Rojname û rojnemegerên kurdan di her rewşên zehmet de bê rawestan wekî pîrê xwe tim xebitîn û karên serkefî kirin. Yek ji wan rojnamegerên di şopa M. Mîqdat Bedirxan de Nûjîn Onen e.

Mela Mihyedîn

Nûjîn mirovek jêhatî, pêşketî û ji xwe bawer e. Bi deng û pênûsa xwe tim xizmeta gelê xwe, welatê xwe û zimanê xwe dike. Nûjîn mirovek pir alî ye û di beşên cuda de gelek xebatên hêja dike. Nûçeyên wê bêalî ne û ew timî ji bo rastî û edaletê tevdigere.

Bi navê Robîn kurekî Nûjîn heye. Nûjîn bê rawestan û bi eşqek mezin her tim li pey Robîn û  li pey nûçeyan baz dide. Me xwest em cenabê wê ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe jê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.

Nûjîn Onen kî ye gelo? Jîyana te di çi zehmetî û xweşîyan derbasbû û tu bûyî Nûjîn?

Heta niha wek rojnamegerekê min her pirs ji yê hemberî yê xwe dikir û ev yekem car e ku kesek pirsan ji min dike bo hevpeyvînê. Ez carna li kuncikekê rûdinim û li ser vê pirsê difikirim û dibînim ku her di lêgerînekê de me. Dema ez xwe bibînim ez bawerim ez ê rojekê bi awayekî zelal vê pirsê ji xwe re jî û ji we re jî vebêjim.

Li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayik bûme, min dibistana seretayî li wir xwend pişt re me mal barkire Dîyarbekir ê. Dema mirov çavên xwe li ser axekê vedike û dema tu hîn zarok be tu ji wir koç dike ev gelekî dijwar e, weke ku mirov zarokatîya xwe li pêy xwe dihêle û çavê mirov her li wir dimîne di awirên me re her di keserekê de xwe nîşan dide. Piştî dibistana seretayî me mala xwe bir Dîyarbekirê, li wir jîyanek nû bo min destpê kiribû lê Dîyarbekir paytexta dila hembêza xwe wekî ji her kurdekî vedikir bo min jî vekir û rêwitîyek dûr û dirêj bo min li wî bajarî dest pê kir.

Min zanîngeh li Mêrdîn xwend, min beşa “Geşt û Gûzarîyê” xelas kir. Nêzî du sala li Mêrdîn mam, lê ev beş qet ne li gorî rûhîyeta min bû. Jîyana mirov bi biryarên nerast rastîya xwe dibîne. Piştre min biryar da ku beşa Civaknasî bixwînim, ev beş bêhtir bi fikr û ramanê min ve li hev dihat. 4 salan min ev beş xwend. Ji alîyê din ve Min nêzî 8 mehan dersên qursa Perwerdekarîya Kurdî ji Zanîngeha Artûklûyê wergirt piştî qursê ezmûnek çêkirin di wê ezmûnê de ez bi serketim û min sertîfîkaya “Perwerdekarîya Zimanê Kurdî” wergirt. Ji ber ku me dibistan bi zimanê xwe nexwend min xwest ku kêmasîyên xwe yê ziman bi vî awayî çareser bikim. Ji ber wê mirov her di lêgerînekê de ye ez bawerim heta em çavên xwe li vê dinê bigrin wê lêgerîna me berdewam bike. 

Jîyana min dema ez li rastî bûyerên dijwar têm wê demê ez li pêy xwe dinerim ku heta wê demê min jîyanek têr û tijê derbas kirîye; adeta mirovan e heta em tiştna wenda nekin em fêm nakin ku tiştên di destê me de çiqas bi qîymet in. Di jîyana min de tişta herî zehmet û dijwar bo min wendakirina birayê min Bilind Onen bû. Di sala 2015an de min ew wenda kir piştî wî min hemû hêvîyên xwe wenda kir, bawerîya min bo tiştekî nemabû. Bi malbatî salekê min şîna wî gerand ji xeynî cilên reş me tiştek li xwe nedikir wekî cilên me dilê me li hember jîyanê reş bibû. Ew ne tenê wekî birayekî bû bo min ew wek çîyayekî bû, min pişta xwe sipartibû wî çîyayî hûn jî dizanin dema çîyayek hildiweşe wê demê hemû tişt dibe ax. Lê ew mirovekî wiha bû ku biryara tiştekî bidaya ew hertim bi dawî dianî zîrek bû. Wî her ji min digot ‘’Jîyan çiqas dijwar be jî divê mirov hêvîya xwe wenda neke ew dijwarî ji bo mirov saxlemtir bike lazim e her hebe di jîyana mirov de’’ Piştî sala wî min biryar da ku ji cîhê ez ketime rabim fikir û ramanê wî her di dilê xwe zindî bihêlim. Di dilê min de hertim karê rojnameregerîyê hebû destpêkirina kar bo min weke bêhnvedanekê bû min karê xwe ji dil dikir ev yek xweşîya jîyana min e. 

Te çawa biryar da ku tu yê bibî rojnamager?

Min ev biryar dema ku ji pêvajoyek dijwar derketibûm da û dema li vî karî difikirîm min digot “ev karekî zehmet e lazim e mirov bêalî be” ji ber ku hertim rastî nûçeyên nerast dihatim dema min ev didît min digot divê ez vî karî bikim û tu carî ji ser xeta rastîyê dernekevim ev dijwar e lê ya ku kesekî dike rojnameger yek ji wan pîvana jî ev e ku “rastî” û “bêalîbûn” e.  

Dema te biryar de tu yê bibî rojnameger ji malbat û derdorê çi bertek hate dayîn? Di vê rê de kî ji te re bû alîkar?

Ez di malbatek kurdewar de mezin bûm. Bavê min û dîya min ji zaroktîya me de hertim bi me dida fêmkirin ku divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Em bi zimanê xwe neaxivin nifşên nû jî dê neaxivin, li malê ji xeynî kurmancî nedihiştin zimanekî din bê axaftin. Ev helwesta wan niha jî her di hişê min de ye ji ber ku dema me dest bi dibistanê dikir ji xwe zimanê fermî tirkî bû û mecbûrî em tirkî hîn dibûn. Gotinek heye dibêjin “dema kesek zimanê xwe yê dayîkê bizanibe zimanê bîyanî zûtir û baştir hîn dibe’’ ji ber wê bingeha zimanê min helwesta malbata min ya li hember ziman ji bo me cîhê şanazîyê ye. Her wiha bavê min li ser wêje, dîroka Kurdistanê zana bû ji me re hertim behsa van mijaran dikir. Ez dixwazim gotinê bînim ser vê ew bingeh ji zaroktîyê bi min re çêbûye sal bi sal ev di dilê min de mezin bû û min got divê ez bi zimanê xwe karê rojnamegerîyê bikim. Malbata min her piştgirê min bû, ew gelekî kêfxweş bûn ku keça wan bi zimanê xwe karê xwe dike. 

Rojnamegerî û medya di destê raya giştî de ye. Ji ber wê rojnamegerî wekî karê mêran tê dîtin. Ji ber ev fikir biguhere divê çi xebat bê kirin?

Ji mêj ve ye ev helwest di her qada medyayê de heye. Ev helwestek çewt e, divê di hemû cîh warên xebatê ferq tunebe wekhevî ji bo hemû zayenda divê hebe. 

Tu dizanî divê kengî cudahî di navbera wan de çê bibe? Fikr û raman bila me ji hevdû cûda bike, bila zayenda me an jî taybetmedîyên me, me ji hev cûda neke. Ya ku me ji hev cûda dike hiş, raman û mejî ye. Jin di gelek karan de ji mêran jêhatîtir in dikarin di şert û mercên herî dijwar de jî karên serkeftî pêk bînin. Rojnamegerî karê mirovan e yê ku xwedî helwestek dirûst û li ser şopa rastîyê ye rojnameger ew e. Ev fikir divê yekem car sazîyên medyayan şert û mercên rojnamegeran wekî hev binirxînin bêyî ku cûdahîyê têxin navbera jin û mêran pergalekê ava bikin bo ku kesên di wan sazîyan dixebitin nikaribin derkevin ji wê pergalê û neheqîyê li hember jinan nekin.

Rojnamegerî karekî zehmet e. Heger meriv jin û rojanmeger be kar hîn zehmettir dibe. Tu ji bo vê yekê qet leqayî zehmetîyan hatî an na?

Rojnamegerî ji bo min ne karekî zehmet e. Ya rast dema mirov ji karê xwe hez dike zehmetîyên wê jî mirov aciz nakin. Li qadê jî min kar dikir her wiha li ofîsan jî ez xebitîm wekî her karî him zehmetîyên wê him jî alîyê wê yê mirov bextewar dît, ji xwe jîyan jî ne wiha ye? Ez dikarim behsa zehmetîyên ku ji xeynî îradeya min derketîyê holê bikim wek mînak dema em li qadê dixebitîn ji bo mijarekê me mîkrofon dirêj dikir bo gel biaxive lê gelek caran me tu kes peyda nedikir bo mijarên sîyasî em biaxivin. Salên ez dixebitîm jî atmosferek gelekî dijwar hebû li welêt.

Dema şer û pevçûna jî em derdiketin qadê bo şopandina nûçeyan rojekê ji bo şer û pevçûnan mitîngek hat li dar xistin gelê Dîyarbekirê xwestibû ku mafê xwe yê protesto bikarbîne lê hêzên ewlehîyê destûr neda û bi tomaya midaxale kir. Ez jî wê demê di navbera herdû alîyan de bûm. Tevlîhevîyek çêbû, bi tomayan û xazê xwestin gel ji wir dûr bixin dema av li wê girseyê kirin ez di nav xirê cirê de mam û carekê ketim xwarê. Cara dûyem ez rabûm û min xwe avêt avahîyekê û ji ser hişê xwe ve çûm dema min çavê xwe vekir gelek kes li dora min kom bûbûn, ji ber ava bi şîddet û xazê ez ketibûm ev yek zehmetîyên karê me ye. Lê wê demê jî ez çûm malê min cilê xwe guherand û dîsa vegerîyam karê xwe û min nûçeya xwe ya nîvçe mayî nivîsand. Yê ku dest bi vî karî dike divê zehmetîyê wê jî bide berçav û wiha destpê bike.

Heta niha te gelek nûçe amade kirine. Di nava wan nûçeyan de ya te kêfxweş dike kîjan e?

Hemû nûçeyên min delalîyê ber dilê min in lê yek jê ev e ku min li ser Prensesa Kurd Leyla Bedirxan dosyayek amade kiribû ez gelekî jê hez dikim. Her wiha nûçeyên li ser muzîka kurdî hemû bo min taybet in ji ber ku dema ez li ser muzîkê nûçe an dosyeyan amade dikim her tîpa ku dinivîsînim weke melodîyekê ye bo min. Dema li Basnews dixebitîm li ser bajarên kurda min dosyayên geştê amade dikirin ew jî gelekî kêfa min jê re dihat, nûçeyên bi vî awayî min ji atmosfera sîyaseta dûr dixist bo wê bo min weke bêhnvedanekê bûn ev nûçe-dosya. 

Nûçeyek te (Bajarê Pêkvejîyanê – Baas News) di Hînkera Enstîtûya Kurdî de hatibû weşandin. Ev serkeftinek e ji bo rojnamegerekê. Dema te nivîsa xwe di pirtûkê de çapkirî dît te xwe çawa hîs kir?

Ev cîhê şanazîyê ye bo rojnamegerekê. Li ser şêwaza nivîsandina min û nûçeyên min şîroveyên baş hebûn wekî her tiştî û her kesekî tiştekî bêkêmasî tuneye. Helbet kêmasîyên me dê her hebin ji xwe kêmasi û çewtî ji bo sererastkirinê û pêşketinê derfeteke bo ku em karên hîn baştir û serkeftîtir bikin. Divê em xwedî li çewtîyên xwe jî derkevin. 

Gotinek heye dibêje: “Hem ez ê karîyer bikim û hem jî ez ê zarokên xwe mezin bikim.” Kurekî te heye û Xwedê ji te re pîr û kal bike. Gelo ev gotin çiqasî pêkan e?

Zarok di jîyana mirov de weke cîhanek din e. Bi wan re tu jî mezin dibî û tu bêhtir bîra tiştan dibî. Bo te çend perdeyê jîyana hebin dema zarok çêdibe perdeyek din di jîyana mirov de vedibe. Robînê min niha 2 salî ye di 2 salan de min gelek tişt hînî wî kir lê ew jî bo min wekî mamosteyekî biçûk bû. Ez ji wî hînî gelek tiştan bûm: yek jê sebir e, berê ne mirovek pir bi sebir bûm lê bi wî re ez bêhtir bûm xwedî sebreke fireh. Dema ew çêbû min navber da hemû karên xwe. di 2 salên ewil de divê bi her awayî tu bi wan re be yên xwedî tecrûbe dê min fêm bikin, ji ber ku pêwistîya wî dilê biçûk her bi dayîka xwe re heye. Dê fedakarîyek e mezin dide bo zarokên xwe ev rastîyek e. Lê divê mirov dev ji jîyana xwe jî bernede piştî du salan ez êdî hêdî hêdî dîsa li karê xwe vedigerim. Bi qasî ku derfetê min û wextê min hebe ezê karê xwe yê medyayê berdewam bikim.

Tu hem ji rojnamegeriyê hez dikî hem jî ji Robîn. Tu tim ji bo wan dixebitî. Gelo dema tu li dû nûçeyan an li dû Robîn direvî tu dibetile?

Ji bo dayîkekê helbet zarokên wan berî her tiştî tê. Dema ez li pey Robîn digerim gelekî diwestim û bêxew dimînim lê dema ez kenê rûyê wî dibînim ew hemû betilandina min ji bîra min diçe. Zarok hem mirov, hem hişê mirov û hem jî laşê mirov diwestînin lê ev hemû tişt nayê ber çavê meriv. Rojnamegerî jî her wisa ye ji bo nûçeyekê tu derdikevî qadê laşê mirov gelekî diweste pişt re tu tê ofîsê nûçeya xwe dinivîsê wê demê jî hiş û mejîyê mirov dibetile. Heger ez ya herî zehmet bibêjim ew xwedîkirina zaroka ye. Divê tu bi her awayî ji bo ku bibe kesekî/e baş û zana, tu hemû tiştên xwe didî wî/wê. 

Tu wêne û nivîsên xwe li ku derê parve dikî? Gelo tu dixwazî nivîsên xwe rojekê weke pirtûk çap bikî? 

Wêneyê ku min girtine niha li hesabê xwe yê Instagramê (@nujinonenn) parve dikim, yên xwedî çîrok çîrokên wan yê kurt li bin wêne parve dikim. Heger rojekê derfeta min çê bibe ez dixwazim bi wêneyan jî û çîrokê wan jî bi awayekî wekî pirtûk çap bikim. Xebatek wiha berfireh ezê karibim bikim ji ber ku girtina wêneyan ji bo min ne wekî hobî ye ne wê kêlîya ku girtina wêneyê piştî wê ez gelek caran wêneyên min girtine vedikim û bi muzîkê lê temaşe dikim. Heger mirovek an zarokek an pisîkek be jî dema lê temaşe dikim wekû di mejiyê min de ew zindî dibin û ev yek dibe sedema nivîsandina çîrokekê. Wekî mînak ez behsa wêneyekî xwe yê min girtiye bikim dema ji bo gerê çibûm Mêrdînê min girtibû ew wêne. Zilamekî navsere dikana wî ya nokan hebû. Nok diqeland, hundirê dikana wî gelekî bala min kişand li ber neynikê seata wî hebû li kêlekê mêzîna wî qutîya tûtinê. Dema min ev wêne bi hurgulî lê temaşe kir ev gotin hema di hişê min çû û hat û min yekser nivîsand.

“Wext kengî radiwesta? Dema em li pey xwe dihêlin an dema em jê direvin? Di vî wêneyî de wext dema ew seata ji destan derketîye rawestîyaye. Mêzînê jî xwe da ye kêlekê nizanim mêzîn çend caran heqîqetê nîşan dide? Xuyaye e zilam ji şahmerana jî hez dikir, cixareyek jî bi tûtina xursê pêçaye, qutiya wî li kêleka mêzînê pal da ye.‘’ Dema çav li vî wêneyî dikevim hestek ecêb bi min re çê dibe, rawestandina wextê û seatan ne mimkin e lê wek ku di vî wêneyî de wext sekinîye. Piştî çend salan min bihîst ku xwedîyê wê dikanê koça dawî kirîye. Ji ber wê ew seata li ber neynikê ji bo min nîşaneya rawestandina jîyanê ye. 

Wek nûçegîhan û rojnameger te ji bo Baas News û Waar Tvyê xebat kirîye. Tu niha çi dikî û li ku derê dixebitî?

Belê di herdu sazîyên medyayê demek dirêj xebitîm. Min nûçeyên sîyasî, çandî û her wekî din li ser muzîka kurdî nûçe-dosya amade dikir. Wergerên tirkî-kurmancî û kurmancî-tirkî jî dikir. Ji alîyê din di sala 2016an de hunermend Seywan Seadîan li ser kar û xebatên xwe belgefîlmek kişand; min jî weke rojnameger û lîstikvan di wir de cîh girt xebatek xweş bû me li gundên Mêrdînê pêşengehên peykerên hesinî pêkdianî. Ev yek gelekî bala welatîyan dikşand me hunera ku li muzeyan dihat nîşandan dibir ber nigê wan ji xwe yek armanca kişandina belgefîlmê jî ew bû. Niha belgefîlm bo festîvalên navneteweyî tê amadekirin. 

Niha ez li Stenbolê dijîm. Wekî freelance bo Podcast Kurdîyê podcastan li ser jinên kurd yê serkeftî xwedî karîyer amade dikim, bi jinan re hevpeyvînan pêk tînim, carinan jî ez behsa serpêhatîyê wan dikim. Her wiha ez wêneyan jî digrim, dema derdikevim derve digerim an diçim cîhekî illeh ji xwe re tiştekî peyda dikim bo wêneyê wê bigrim. Dema li wêneyê ku min girtîye dinerim ji xweber çîrokên wan jî derdikevin holê. Her wêneyê ku ez dikşînim çîrokan jî li ser wan dinivîsînim, ji nivîsandinê hez dikim dema ez dinivîsim xwe azad hîs dikim. 

Kar bê muzîk nabe. Dema tu nûçeyekê amade dikî an jî ji bo nûçeyê diçî derveyî bajêr tu li kîjan stranan/hunermandan guhdarî dikî?

Muzîk ji bo min weke avê ye. Dema rojeke min bê muzîk derbas dibe xwe kêm his dikim, ruhê min tî dibe divê ruhê xwe bi muzîkê av bidim yanî muzîk bo min ewqasî girînge. Dema ez li muzîkekê guhdar dikim kela dilê min radibe û dest bi nivîsandinê dikim. Muzîk min motîve dike, stargeha min e ew. 

Ciwan Haco û Mihemed Şêxo dema em zarokbûn li malê dengê van hunermandan her li malê olan dida. Ji dengê Mehmet Atli hez dikim strana ku herî jê hez dikim jî “Bê Zeman û Bê Ziman” e. Nizamettîn Arîç, Bilind Îbrahîm, Ednan Karîm Kanî ji koma jî Koma Amed û Lawje gelekî kêfa min ji wan re tê. Pervîn Çakar yek ji wan jinê dengxweş e ku jê hez dikim. Lê dema ez li ser kar bim nûçeyekê binivîsînim li muzîka klasîk guhdar dikim: Chopin, J.S Bach û Rachmaninov ez dikarim van navan dirêjtir jî bikim. Nêzî 600 muzîk heye di lîsteya min de gelek jê klasîk in. Ji dengê pîyanoyê hez dikim dildarek pîyanoyê me. Min demekê perwerdehî jî stend li ser pîyanoyê piştre min navber da. Hezkirina min ya muzîka klasîk bi dengê pîyanoyê dest pê kir ev jî xeyalek zaroktîya min bû. 

Medyaya Kurdî di çi rewşê de ye? Rojnamegerên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava ji hev re dibin alîkar?

Medyaya kurdî gelek qonaxên zor û zehmet derbaskirîye heta niha lê di bin her şert û mercên dijwar de milletê kurd hewldane ku ji alîyê ragihandinê xwe pêş bixin. Divê di vir de em behsa “Rojnameya Kurdistanê” bikin ku ew bo me çavkanîyek herî xurt ya rahigandina kurdî ye. Piştî serhildana Bedirxanîyan ya li hember Osmanîyan (1847) bi ser neket Osmanîyan Bedirxanî sirgûnî Misirê kirin. Rewşenbîr û zanayê kurd Mîqdat Mîthat Bedirxan di sala 1898an yekem hejmara Rojnameya Kurdistanê çap kir û pişt re 31 hejmarên wê çap bûn. Kurd ji dûrî welatê xwe jî hewldane û dengê xwe gîhandinê milletê xwe. Medyaya kurdî hertim di bin zextan de derbasbûye lê dildarên vî karî her car dengê xwe bilind kirine. Medyaya kurdî yekem di bin zextên welatên serdest de ne, dûyem kesên berpirsyar jî hin caran sansûrê dikin. Dema li welatekî azadî tunebe rojnamegerî û medya jî ne azad e hertim rastî sansûran tê. Ji bo rojnamgerên her çar alîya ji hevdû re bibin alîkar divê sazîyek rojnamegeran hebe ku di bin wê sîwanê de têkilîyên xurt ava bikin û dengê xwe bigihînin hevdû.

 

 

İlginizi çekebilir