Richard Outzen: Rewşa niha ji bo operasyoneke Tirkiyê ne guncaw e

Şewirmendê sereke yê taybet bo Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê: Ez nebawer im ku şertûmercên niha li deverê bo operasyonek Tirkiyê ne guncaw in.

Ev demeke dirêj e tê gotin ku Tirkiye dê operasyonekê li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin. Berpirs û rayedarên hikûmeta Tirkiyê jî bi daxuyaniyên xwe ev îdiayan bihêz dikin. Li Enqereya paytexta Tirkiyê balyozê berê yê Amerîkayê James Jeffrey, û hejmarek din yên berpirs û nûnerên Amerîkayê jî, di panêlekê da egera opresyonek liser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha rewşa li deverê nirxandin.

Egera birêvebirina operasyonek li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyê ve, ev demek dirêj e di rojevê de ye. Li ser ev egerê û dahatûya Sûriyê, ji aliyê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ve panêlek hate birêvebirin. Di panelê de şewirmendê Ewlehiyê yê Amerîkayê yê berê James Jeffrey jî amade bû. Jeffrey got, Tirkiye ji ber nigeraniyên girêdayî ewlehiya sînorên xwe naxwaze ji deverê vekişe, her wiha Jeffrey amaje bi giringiya seqamgerî û aramiya li deverê jî kir.

James Jeffrey got: “Nigeraniyên Tirkiyê yên di warê ewlehiyê de hene, nîvê 12 milyon penaberên Sûrî, hatine Tirkiyê. Ji sala 2018an pê ve jî li deverê guherînek mezin çênebû. Lê belê Amerîka di warê pêngavên Rûsya û Îranê de gelek baldar e. Çaresernebûna kêşeyên li Sûriyê, pozîsyona Îranê li deverê bihêz dike.”

Li aliyê din, Şewirmendê sereke yê taybet bo Sûriyê, li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Richard Outzen pêkanîna operasyonek li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, vê gavê bo Tirkiyê zehmet dibîne.

Şewirmendê sereke yê taybet bo Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Richard Outzen ji K24ê re axivî û got: “Niha ez nebawer im ku şertûmercên niha li deverê bo operasyonek Tirkiyê guncav in. Ji ber ku gelek tiştên nezelal hene. Li aliyê Iraqê, li aliyê Hêrêma Kurdistanê, li aliyê Sûriyê dînamîkên ji hev cuda hene. Ji loma ez nebawer im Tirkiye niha bikare li deverê pêngaveke mezin yeke serbazî biavêje.”

Serê hefteyê çavkaniyên ji Îmaratê îdia kirin ku Tirkiyê bernameya xwe ya operasyona Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bo demekê ravestandiye. Çavkaniyên dîplomatîk yên ji Tirkiyê jî radigihînin ku liser deverê operasyonek dê hetmen were birêvebirin, lê belê şertûmercên dîplomatîk di warê dema destpêka operasyonê de, dê rolek diyarker bilîzin.

/K24/

İlginizi çekebilir