Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navnetewî li dijî êrişan bikevin tevgerê

Têkildarî êriş û bombebarankirina Kobanê û gundên wê ji hêla dewleta Tirk ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê vê Çileyê de Kobanê û gundewarên wê kir hedef.

Ev êriş peyameke eşkere ya dagirkeriya Tirk e ku di şerê xwe yê qirkirina li dijî gelê me de bi hemû şêweyan berdewam e.

Benzer haberler

Di Salvegera şeşan ya dagîrkirina Efrînê de rewşa herêmê çi…

Mordem ZEL: Xweza

Her wiha dijberiyeke eşkere ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê re ye.

Divê ev hêz li hember van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin. Heke helwest nîşan nedin wê demê ew dibin şirîkên dewleta Tirk.

Em bang li civata navneteweyî jî dikin ku rê nedin êrişên istîqrara herêmê tevlihev dike.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd re û ji birîndarana re şîfaya lezgîn dixwazin.”

/Ronahi TV/

İlginizi çekebilir